Di çanda Kurdî de kezî ango gulî birîn

Gulî birîn ango kezî yek ji merasimên şînê ye ku Kurdan weke çandekî parastiye. Bi taybetî ev tişt ji aliyê jinan ve pêktê

Şadî

Kurdshop – Gulî birîn ango kezî yek ji merasimên şînê ye ku Kurdan weke çandekî parastiye. Bi taybetî ev tişt ji aliyê jinan ve pêktê. Weke mînak dema ku jinek hevjînê xwe ji dest dide, keziyên xwe dibirin û bi kevirê gora hevjînê xwe ve dadileqîne û vê yekê weke nîşaneya dilsoziya xwe ya bi hevjînê xwe re nîşan dide û êdî ji bo jiyana xwe ya mayî jî bi kesekî din re dewam nake ango bi kesekî din re jiyana hevjîniyê pêk nayne. Herwaha tê wateya ku ez xweşikî û jinbûna xwe di nav axê de çal dikim.

Herwaha di nava Kurdan de dema kesekî wan yê bi nirx dimre, malbata wî kesî destmaleke zer bi milê cil û bergên wî/wê ve girê didin û li ser pişta hespekî ve dikin ku jêre dibêjin Kotel û herwaha keç û jinên wê malbata xwedan taziye, kezî û guliyên xwe dibirin û datînin ser wan cil û bergan û bi vî awayî dilsozî û dilêşiya xwe didin nîşandan.  Ji aliyê din ve ji jina ku şînê digre ra tê gotin ku porkurê. Herwaha gotina porkurê, wekî nifir jî tê gotin.

Dema ku aliyên ango kes û karên kesê/a mirî têne serxweşiyê, malbat bi hespê ku, cil û bergên miriyê xwe pêve daliqandine diçin pêşwaziyê û bi hevre lorîn û stranan ser miriyê xwe dibêjin û dilorînin.

Di heman demê de kezî birîna keç û jinan di hindek aliyên din de jî tên pêkanîn. wek mînak, dema ku kesek wefat dike ango koça dawî dike, kesekî leheng yê di şer de tê kuştin, kesekî delalî an jî delaliya malbatê ye ku jiyana xwe ji dest dide, mezinekî eşîretê, herwekî din bi giştî kezî birîn ji bo kesayetiyên bi nirx û mezin di çanda Kurdan de hatiye pêk anîn.

Ev çand di roja me ya îro de hema bêje pir kêm maye û bi awayekî ku tenê êdî li cîhê kezî birînê li xwe kirina cilên reş heta 40 rojan dilsozî û dilêşî tê nîşandan. Lê di dîroka gelê kurd a nêzîk de herî dawiyê wekî ku pir derkete pêş di civaka kurd a Êzidî de piştî karesata li Şingalê pêkhat, gelek jinên kurd ên Êzdî kezî û guliyên xwe birîn û li kevirên gora merivên xwe yên ji dest dane ve daliqandin.

KURDŞOP
999 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!