Dîroka şanoya Kurdî – beşa 3yem

Başûr û Iraq (1)

 

Digel bi fermînasîna Başûrê Kuridstanê wek herêmek Kurdî û vegera rewşenbîr û kesayetiyên navdar ên Kurdî ji Stenbolê ve bo Kurdistanê di dehikên 1930an de (piştî qedexekirina ziman û çanda Kurdî li Tirkiyê), şamoya Kurdî bi tekezîkirin li ser Kurdiya Navendî (Soranî), bibû bi bestênek guncaw bo geşepêdanê. Bi vî rengî Ehmedê Xace behsa wê dike, “Komeleya Lawanê Kurdî” ku di sala 1921an de li bajarê Hewlêrê hatibû avakirin, di heman salê de şanoya “Selahedîn Eyûbî” bi rê ve bir. (Pirbal, 2001: 70)

Ev şanoye ku ji şanoya “Telsm” ya berhemên “Waltêr Sikat” (1825an) hatibû wergirtin, bi pênûsa “Necîb El-hedad” ê Lubnanî dubare hatibû nivîsîn û ji aliyê “Daniyal Qesab” yê (1913-2000) nîgarkêşê navdar ê Kurd ku ji Cihûyên Hewlêrê bû, derhênerî bo hatibû kirin; Daniyal Qesab digel nîgar û dîzayna ser şanoya “Xûyê” û li çend şanoyên dinê de jî beşdarî kiribû (Pirbal, 2006: 96–7). Di Kurdistanê de wekî şûnên din ên Rojhilata Navîn, dihate çavnihêrîkirin ku kêmîneyên ne mislman roleke girîng di qonaxên destpêkî yên şanoyê de hebin. Yek ji mînakên beşdarbûna wan, lîstina wek lîstikvaneke navzayend e ku ji ber pirsgirêkên civakî ku li ser ekterên jin hebûn, bi baş dernekevt. Mînaka destpêkî ya ekterên ne misilman ku di rola jinan de dileyîstin ya şanoya Selahedîn a sala 1930 li Hewlêrê bû. (Pirbal, 2001: 73)

Wêne:  Ehmed Xwace

Wêne:  Daniyal Qesab

Bi taybetî di encama hewlên mamosteyên xwendevar de, zehmetiyek zêdetir kete ser wan. Dema ku ev koma zilamên ciwan di damezraweyên perwerdeyî yên Bexda û Mûsilê de navnivîsî kirin û li wir tevlî şano û ekterê bûn, bi şano û dramayê re rû bi rû bûn. Di berdewamiya dehika 1920an de ev mamosteyên derhêner hewl didan hin şanoyên taybet bi xwendevarbûn pêşkêş bikin û bi xwe jî digel xwendekarên xwe wekî ekter rol dilîstin, ev şêwaze di çalakiya hunerî de ku rêyek bû ji bo komkirina pere û dahatê, awayek bû ji bo hevkarîkirin bi xwendekarnên destkurt. Şanonameyên “Îlm û Cehl” (1926) û “Nîron” (1927an) zêdetir ji şanonameyên Erebî hatibûne wergirtin.

Dildarî û Peymanperwerî (1933an), ji nivîsa helbestvan “Hawrê” (1915- 1979), ji yekem hewlên nivîsîna şanoya Kurdî li Başûrê Kurdistanê bû. Di sala 1934an de Pîremêrd (1867-1950), ku navdartirîn kesayetiyê edebî yê wê serdema Başûrê Kurdistanê bû, yekem şanonameya çapkirî ya Kurdî ango Mem û Zîn nivîsî. Ev şanonameye di sala 1935an de ji aliyê xwendekarên “Komeleya Zanistê ya Kurdistanê” ve çûye ser şanoyê û eva destpêka şanoya cuda ya Kurdî li bajarê Silêmaniyê bû. Pîremêrd berdewam ji folklor û dîroka navçeyê sûd werdigirt û eva bingehek bû bo şanonameyên dinê yên wekî “Mehmûd Axayê Şêwekel” (1936) û “Şerîf Hemewend” (1936).

Wêne: Pîremêr

Di dawiya dehikên 1940an de, komonîzm û nasyonalîzmê wekî îdolojiyên serdest ên bibandor di şanoya Kurdî de serî hilda. Ji bo endamên partiyên siyasî, şano wekî emrazek girîng bû bo belavkirina bîrokeya partiyên wan û her bi wê sedemê piştgirî û handeriya şanoyan dikir û heta dest avêtin bi afirandin û beşdarîkirin di şano û şanonamenivîsî de. Piraniya wan şanoyane ku dihatine pêşkêşkirin hilgirê peyamek siyasî û şoreşêrane bûn.

”Kaweyê Hesinkar” yek ji van mînakên bijarte yên vê çalakiyê bû. Ev çîroke di salên 1940an de di festîvalên Newrozê yên Koyê de bi berdewamî dihate lidarxistin (Hamadbag, 2007). Di sala 1941ê de ev şanonameye ji aliyê helbestvanên wek Osman Ewnî (1914-1992) û Rostem Hewazî (1913-1999) ku endamên “Koma Şanoya Neteweyî ya Koyê” bûn, hatiye nivîsandin. Ev kome ku di sala 1952an de bi awayekî fermî hate avakirin, di kazînoyekê de rahênana şanoyê dikirin û her li wir jî şano pêşkêş dikirin; Ji ber vê sedemê, ew bi navê “Koma Şanoya Ciwanên Gazînoya Seîd Mela Ehmed” dihatine naskirin. (Hamadbag, 2007).

Wêne: Ebdulla Goran

Cejnên newroza sala 1984ê ji xweştirîn û germtirîn cejnên newrozan bûn, ew jî ji ber wê ku Komonîstan (Hizb El-tehar El-wetenî) û Partiya Demokrat a Kurdistanê (KDP) çendîn bernameyên taybet ên wekî şanoya “Kaweyê Hesinkar” darêtibûn û ji aliyê herdu partiyan ve hate pêşkêşkirin. (Pirbal, 2001: 88–9). Yek ji wan xwendekaran Celal Talibanî bû ku paşê bû bi serkireyê serhildana Kurd û serokê Komara Iraqê. Di wê şanonameyê de Celal Talibanî rola Kaweyê Heninkar di berhema “Kaweyê Hesinkar” de lîst ku ji aliyê Partiya Demokrat a Kurdistanê ve hatibû amadekirin. (Hamadbag, 2007: 34)

Wêne: Celal Talebanî

Dewleta wê serdemê piştî wê ku ji bo wê xuya bû ku ev hunere çi şiyanek heye û bangeşeyê bo bîroke û hesteke radîkal dike, her zû dest avêt bi serkutkirina şano û şanogeriyê. Di Gulana sala 1948an de, bo yekem car pêşandana şanoya Kurdî hate rawestandin û beşdarên şanoyê ji aliyê hêzên dewletê ve hatine girtin. Ev şanoye li jêr navê “Têkoşîna Rencberan” vebêja çîroka komek mirovên qata karker bû ku li dijî desthilatdariya padîşahî rawestabûn (Barzanji, 2007: 61). Zexta dewletê rê li ber berdewamiya têkiliya şano û siyasetmedaran negirt; Nadadperweraneya civakî bûbû bi naveroka rêze şanoyên dinê ku di dehika 1950an de çûne ser şanoyê, şanoyên wek “Kilolan” (1952), “Brûske û Şîrîn” (1954), “Elî Efendî” (1958). Li Koyê, di Çile 1963an de, “Koma Şanoya Neteweyî ya Koyê” li dijî hilbijartinên parlemana Iraqê serhildanek li dar xist (Hamadbag, 2007: 37).

Di dehika 1950ê de hejmareke zêde ji şanoyên Ewropî li ser zimanê Erebî hatine wergêrankirin û bandor li şanoya Kurdî kir. Ew şanonameyane bi piranî henekên civakî bûn û pêk hatibûn ji “Cenabê Mufetîş” (1954) û “Oteyl” (1956) ji berhema “Nîkolayê Gogol”, “Bazirganê Vînîsiya” (1956) ji berhema “Şikspiyêr” û “Pîsê Terpîr” (1956) ji bermeha “Moliyêz”. Dahata û destkeftên van şano û nimayişane wekî her carê, di navbera xwendekarên malbatên kêmdahat û destkurt de dihate parvekirin.

KURDŞOP
288 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!