Rojan Sofîzade
Di civakan de yek ji dewlemendiyên çandî û kultûrî ku gelek caran pênasa netewî û civakî û çandiya wê netewê tê hesibandin, “muzîk” e.
Di cîhana pêşkefî ya îro de, zaf welat û netewe ji bo îsbatkirina nasnama dîrokî û kultûriya xwe, muzîka xwe weke pênasa nasandina dîroka dewlemend û kevnar û resentiya xwe bikar tînin; her lewma em dibînin ku salane li seranserî cîhanê karneval û festîvalên cur bi cur têne lidarxistin bo wê ku her welat, netewe û civakek kultûr û adetên xwe û bi taybetî bi govend û muzîk û kincên xwe, dewlemendiya folklora xwe nîşan bidin.
Netewa Kurd jî ku dîrokek dûr û dirêj a şaristaniyetê di herêma naskirî bi Mezopotamiyayê de heye û xwediyê folklora xwe ya taybet e, gelek caran di kêberkê û festîvalên cîhanî de li jêr navê nîşandana kultûr û çand û govend û muzîka xwe beşdariyê dike, û bi piranî jî di asta cîhanê de derbarê bedewî, dewlemendiya çand, dîlan û muzîka xwe de pila yekem bi dest xistiye.
Em ê di berdewamiya vê gotarê de dewlemendî û kevnariya muzîka Kurdî behs bikin. Hin çavkanî didine selimandin ku muzîka Kurdan ji serdema peydabûna şaristaniyetê li mezopotamiyayê hatiye destpêkirin ku çavkanî û destpêka wê jî vedigere li ser peydabûna oldariyê ku di serdema “Nuh Pêxember û Îbrahîm Pêxember û Silêman Pêxember” û heya digihe serdema serîhildan û derkevtina ola Îslamê û herwisa bandora oldarî û girêdayîbûna parek ji Kurdan bi sofîgerî û derwêşî li herêma Mezapotamiyayê.
Dema ku em dibêjin oldariyê bandor li ser hebûn, çêbûn û peydabûna muzîk û stranên Kurdan hebûye ku dîroka wê vedigere bo 10 hezar sal berî niha, mebesta me li vir tenê oldariya Îslamê nîne, belkî destpêka peydabûna muzîka Kurdî girêdayî ye bi oldariya Agirperestî, Êzidayetî, Zerdeştî û hwd.
Awaz û rîtm û miqamên parek zaf ji muzîka Kurdan jî, ku heya îro rojê jî hatine parastin û bi pêşkeftina teknîk û modernbûna amûrên muzîkê jî her mane û ji nav neçûne û weke resentiya kevnarbûna muzîka Kurdan tê pênasekirin, amûrên weke def, dumbek an ku timbilk, dihol, bilûr, û saz û tembûr in.
Def - ku li minasibetên olî de derwêş û sofî bikar anîne, gelê Kurd ev amûre bo rîtma govend û dîlan û şahiyan bikar aniye.
Dumbek – ango timbilk ku ji bona agehdariyên şer û êrîş û leşkerkêşiyan hatiye bikaranîn, gelê Kurd ev weke parek ji amûrên muzîkê bikar aniye.
Dihol - ku weke ferman û haydarî û komkirina xelkê li serdemê hikimdariyên kevnar ên Mezopotamiyayê û bi taybetî li serdema peydabûna ola Îslamê bêtir bo hişyarkirina xelkê li dema meha Remezanê bo parşîvê hatiye bikaranîn, piştre gelê Kurd weke yek ji amûrên muzîkê di şahî û dawet û demên xweş de bikar aniye.
Bilûr - ku niha curên zaf ên wê hene û hatine çêkirin û guhertin bi ser de hatiye û curên weke bilûr, zurna, balaban, ney, mey, dûzele û hwd hene, her ji serdema Îbrahîm Pêxember ve ku piraniya pêxemberan di herêma Mezapotamiyayê de ku şivan bûne, bilûr bo mijûlkirin û çêrandin, avdan, komkirin û mexeldana pez hatiye jenîn û bikaranîn, wate zimanê jihevtêgihîştina di navbera şivan û pez de bûye. Piştre weke yek ji amûrên muzîkê ku taybet bi netewa Kurd e, hatiye bikaranîn û hatiye parastin.
Saz û Tembûr – Ev jî dîsan her li serdema oldariya Zerdeştiyan ji bo hilkeftên oldarî hatiye bikaranîn û weke yek ji amûrên muzîka kevnar a Kurdan hatiye naskirin û parastin. Û îro rojê gelek curên tembûr û têlê hene û hatiye dewlemendkirin.
Ev bû pêwendiya di navbera oldarî û peydabûna amûrên muzîka Kurdî ku dîrokek nêzî 10 hezar salî heye.