Rola jinê di sînemaya Kurdî de – Beşa 2yem

Avesta Xanî

 

Beşa yekem a vê gotarê li vir bixwînin

 

ji bo ku em bikarin bi awayek hûrtir biçine nav bas, pirsgirêk û rola jinê di civak û sînemaya kurdî de, me di beşa yekem a vê gotarê de hinekê bi kurtî basa dîroka femînîzmê kir û paşî em vegeriyane ser wan rewt û qonaxên ku jinê di çarçoveyên civakî û medyayî de birîne û heya em gehiştine rola jinê di civak, çalakî û tevgerên kurdî de. Piştre me basa sînemaya femînîstî kir ku çawa serhildaye û encamên wê çi bûne. Li dirêjeya vê gotarê de emê basa rola jinê di sînemaya kurdî de bikin, bi çendîn mînak û berheman.

 

Rola Jinê Di Sînemaya Kurdî de:

Ez bawerim pirsa jinê û pirsa Kurda ji wan dû pirsên taybetîne ku xalên hevbeş hene, herdû pirs weke hev bi sedan sal e ji ewrê zordariyê rizgar nebûne. Herdû jî negehiştine mafên xwe, lê dîsa jî dev ji mafên xwe berneda ne. Belkî ji ber wê çendê ye ku di xebata siyasî a Kurdan de jin û mêr heta radeyekê hevpişkin. Ev base di Sînemaya Kurdî de jî reng dide û bûye sedem ku bibin dû babetên ji yêk neqetiyayî.

Ev tişta ku fîlman di xaneya fîlmên femînîstî de cî dike, şêwaza baskirin û nîşandana pirsa jinê ye. Bi wateyeke din dibe weke arîşeyek ku pêdivî bi çareseriyê ye bê nîşandan, ne wek bûyerek normal! eger me bivêt basa rola jinê di fîlmên Kurdî de bikin, em dibînin ku jin têde ne wek rolek piştguh xistî belke heta radeyekê rola sereke dibîne.

Em weke kurd ji ber rewşa ku têde dijîn û nebûna jiyaneke serbixwe hê me nekarî ye bibin xwedanê sînemayek, ku hemû çarçoveyên sînemayeke netewî pêdivî ye ji xwe bigre. Heta wê gavê jî hin fîlm diçine xaneya fîlmên Kurdî de ku ne ekter û ne jî derhênerên wan Kurd in. Ji ber wê çendê ez destpêkê ji wan fîlman dest pê dikim ku ji ber çîrokên xwe, di xaneya fîlmên Kurdî de cî digrin. Û paşê  dixwazim biçime ser qala wan fîlman ku prensîpên weke derhêner, ziman, çîrok, ekter.. hwd hemûya pêkve ji xwe digrin, ji boy ku bikarin di Sînemaya Kurdî de cî bigrin.

Zarê, Hamo Beknazarian | 1926
Fîlma “Zarê” bi yekem fîlm tê zanîn ku basa Kurda kiribe, ev fîlm ji aliyê derhênerê ermenî “Hamo Beknazarian” ve hatiye kişandin, berhema sala 1926ê ye. Fîlm çîroka Kurdên Rewendî ku li kêlega çiyayê Agirî û binarê çiyayê Elegeza Êrîvanê dijîn, bas dike. Zarê ku navê fîlmê ye, navê keça yek ji wan malbatê Kurdan e. Navê bavê wê Misto û navê dayika wê Nanoye, fîlm bi duayê Nanoyê dest pê dike. Nano dua dike ku xwedê golikeke mê bide çêleka wan! Fîlm serbarê basa siyasî, Erbab-re’yetî, jiyan û guzerana rewenda, hevdem pirsa jinê dike armanc. Letîfe Xan (hevjîna teymur beg) qirare jin bi ser da bê. Zarê ji aliyê Teymûr Beg tê naçarkirin ku bibe jina wî ya dûyê. Lê ji ber ku Zarê razî bi wî karî nabe, Teymûr Beg tometên neqenc dide pal wê. Herwek di pêşiyê de min amaje pê kir; ev basene hingê hejiyê nirxandinê ne ku weke pirsgirêkek hatibin nîşandan, newek bûyerek normal. Ev di fîlma Zarê de aşkiraye, wate ev zordariya ku sîstema erbab-re’yetî hemberî xelkê û bi taybetî jinê hebû, weke pirsgirêkek hatiye nîşandan; Ev di demekê de ye ku di sîstema erbab-re’yetî de, axa anku erbab deshelata her tiştî heye. Wate ne bavê Zarê cesareta vê çendê heye ku bibêje: “keça min biçûk e û ji bo erbab nabe”, ne hevjîna Teymûr Beg û ne jî Zarê mafê nerazîbûnê heye. Lê di wê beynê de, ne Letîfe Xan dest ji doza xwe dikişîne û ne Zarê bi dû sed pezên axa razî dibe.

Kerî , Yilmaz Guney | 1987

“Kerî” li sala 1987 û “Rê” li sala 1982an, dû ji giringtirîn fîlmên “Yilmaz Guney” in ku bi çîrok û derhênerê xwe diçine xaneya fîlmên Kurdî de. Ya ku wan dû fîlman di wê basê de li hember fîlmên din taybet dike, pirsa jinê ye ku têde babeta herî zeq û berçav e. Di fîlma “Kerî” de rola Bêrîvanê (Melîke Demîrag) pirsa siyasî a Kurda û jinê bi temamî bi yêk girê dide. Ew bêdeng e, bêdengiya wê zimaneke ku hatiye qedexekirin, hevdem jineke ku hatiye tepeserkirin; nizane bi çi zimanekî azarên xwe hawar bike, û ji dawa kirina mafên xwe ditirse. Bêrîvan li gor pênaseyek ku sîstema nêrsalariyê ji bo jinê xuya kiriye, nekariye erkê xwe bi cî bîne, wê nekariye bibe xwediyê zarokekê, nekariye wê aştiyê biparêze ku girêdayî bi zarok înana wê ye. Lê pirsa sereke eve ye: “gelo Bêrîvan misteheq û sizawarê wê neheqiyê ye”?

Rê, Yilmaz Guney | 1982

Seîd Elî (Tarik akan) di fîlma “Rê” de zindaniyeke, îzna zindana wî derketiye û ji bo seredana malbata xwe bi rê dikeve, lê xeberên xweş li benda wî nînin. Zînê (Şerîfe Sezer) xeyanet ji wî kiriye! Karê ku dibe Seîd Elî bike temîz kirina namûsekê ye ku Zînê a hevjîna wî sebeba wê ye. Zînê ji aliyê malbatê hatiye zincîrkirin û li benda hikmê xwe ye ku malbata wê ji bo wê derxistiye. Zînê nesax e, peşîman e û lêborînê ji Seîd Elî dixwaze, dawa dike ku wê di nava befrê de bi cî nehêle û bi vî awayî wê siza nede. Lê mixabin bi zindî ji vê sîstemê rizgar nabe.

Ji aliyeke din Emîne (Meral Orhonsoy) hevjîna Mehmed Salih (Halit Ergun) dibe qurbaniya dijminatiyek ku çi tawaneke wê tine ye. Mevlud (Hikmet Çelîk) şîreta hevjîna xwe ya paşerojê dike û jê re dibêje: “Li mal dibe hertim gotin gotina wî be û ger ew bêje reş e, reş e. Her wisa nabe jibilî birayê xwe li gel ti zilamek din bipeyve û bikene. Lê ji bo wî bi bixwe rewa ye biçe fahîşe xaneyan û her çi dixwaze bike!”.

 

Ev gotarê dom heye…

Di beşa din a vê gotarê de emê qala wan berheman bikin ku derhêner, ekter, çîrok û zimanê fîlman bi temamî bi zimanê Kurdî ne û herwisa ka rola jinê di wan berheman de çî ye.

KURDŞOP
749 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!