Qonaxên gewrebûnê di fotografgiriyê de

Welat Ramînazad

Bi min îro zanîngehên herî mezin ên dinyayê ne zanîngehên wekî MIT, Cambridge, Oxford, Harvard, Stanford, Imperial College Londra, ETH Zurih, Zanîngeha Neteweyî ya Singapurê (NUS) û Zanîngeha Berkeley Kaliforniyayê ne, lê belê YouTube e.  Îro zanîngeha herî mezin a dinyayê YouTube e, çimkî  mirov dikare ji YouTubeê xwe fêrî her tiştî bike. YouTube dikare ji bo her qadê û mijarê mamostetiya me bike, me zana û ronî bike.

Li gorî pêwendî û eleqeya xwe, car caran ez ji YouTubeê xwe fêrî mijarên cure bi cure dikim.  Di van rojan de jî ez hewl didim ku xwe fêrî fotografgiriyê bikim. Ji bo wê, li ser YouTubeê min derbarê fotografgiriyê de li gelek vîdeoyan temaşe kir û min gelek nîşe girtin.  Ji aliyekî din ve jî ez li ser fotografê, fotografgiriyê difikirim û diponijim. Di encama wan pratîkên min de ji bo bûyîna fotografgirekî gewre, têgihîştinek û zanîneke min çêbû.  Di vê nivîsê de ez dixwazim vê zanîn û têgihîştina xwe wekî çar qonaxan bi we re parve bikim. Dema ku mirov di wan çar qonaxan de xwe ber bi pisporbûnê ve kemiland, dikare fotografên resen û ciyawaz bigire, bibe fotografgirekî gewre.

1. Nasîn û Zanîna Makîneya Fotografan bi Awayekî Teknîkî

Makîneya ewilîn a fotografan, du sed sal berî niha, teqrîben di salên 1820î de li Fransayê hat îcadkirin. Di peresana makîneya fotografan de sê qonaxên sereke hene. Di qonaxa destpêkê de makîneyên fotografên reş û spî, di qonaxa duyem de makîneyên fotografên rengîn, di qonaxa sêyem de jî  makîneyên fotografên dîjîtal. Qonaxa duyem di destpêka sedsala bîstemîn de, qonaxa sêyem jî piştî sala 1990î çêbûye.

Di eslê xwe de fotografgirî ji aliyekî yekem ve pisporiya nasîn û zanîna bikaranîna makîneyan e.

Ji bo bûyîna fotografgirekî gewre: Yek, bi awayekî teknîkî teqez divê fotografgir peresana makîneyên fotografan bizane; divê bizane ku di dîrokê de makîneyên fotografan çi veguherîn û guhertin derbas kirine, divê makîneyan têra xwe nas bike. Bi teknîkî di nasîn û zanîna bikaranîna makîneyan de ez bi xwe qet makîneyekê nas nakim, nizanim ciyawaziyên wan, kalîteyên wan, nuansên wan çi ne. Di vê peywendê de, mirov dikare ji hevalên xwe û mirovên xwedî tecrubeyên fotografgiriyê sûdê wergire û zanîna xwe ron bike.  

Du, bi awayekî teknîkî divê mirov di bikaranîna makîneyan de bibe zana û pispor, termînolojiya makîneyan û fotografgiriyê bizane, hakimî eyarên hundirîn ên makîneyan be; taybetmendî, cudahî, nuansên makîneyan ên kevn û nû bizane, wekî diyafram, ISO, navbera dînamîk,  flash, lens, fîltre, enstantane, megapîksel… Bo nimûne, heke tu eyara teknîka girtinê bizanî, tu dikarî bi vê zanîna xwe dîmenekî estetîktir û rasttir bigirî, lê belê kesê ku wê eyarê nizanibe dê têk biçe.

Sê jî, ji bo girtina dîmenekî, divê mirov bizane kîjan makîneyê, lens, fîltre, diyafram, ISO hwd bi kar bîne. Mirov di kîjan qadê de fotografgiriyê bike, divê li gorî wê qadê makîneya fotografan, ekîpmanan bikire, bo nimûne ji bo fotografgiriya mîmariyê, divê bizane kîjan makîneyê û ekîpmanên wekî lens û fîltreyê bikire. Dema ku mirov di xala yekem û duyem de hoste be, dikare di vê xalê de jî hoste be. Hostebûna wê xalê bi yekem û duyem re têkildar e.  

2. Zanîna Girtina Fotografan bi Awayekî Teknîkî

Wekî teknîk, zanîna şert û mercên girtina fotografgiriyê. Di girtina fotografan de pêwîstiya zanîna hinek xalên sereke heye: Ronahî, goşe û kompozîsyon. Fotografgir divê di zanîna wan xalan de xwe   pispor û hoste bike. Di nav wan de, a herî giring zanîna ronahiyê ye, bi awayekî fîzîkî zanîn û nasîna ronahiyê. Ji ber wê, tê gotin ku fotograf ronahî bi xwe ye. Piştî ronahiyê, di girtina fotografan de zanîna goşeyan tê. Divê mirov bizane di kîjan goşeyan de sûretan bigire, ronahiyê tê de bi cî bike, bo nimûne bizane nîvrokî an nîvê şevê fotograf ji kîjan goşeyan ve tê girtin.  Dema ku mirov di ronahî û goşeyan de bû hoste, divê bikare bi vê hostetiya xwe kompozîsyon-estetîkê biafirîne.

3. Diyarkirina Konseptê

Fotografgir, piştî wextekî divê konsepta felsefeya fotografgiriya xwe diyar bike. Divê kûr û hûr bersivên pirsên wekî van bide:  Ji bo çi ez fotografan digirim? Ez hewl didim bi fotografan çi nîşan bidim? Fokusa fotografgiriya min çi ye? Min çi dîtiye ku ez bi fotografî nîşan didim? Di fokusa  fotografgiriya min de çi heye? Perspektîf û nêzîkbûna min a di fotografgiriyê de û çawa ye?

4. Xwedî Şiyana Dîtinê

Fotografgir di wê qonaxê de dikevin bêjingê. Resenî, ciyawazî, gewrebûna fotografgirekî di wê qonaxê de derdikevin holê. Ev qonax di têkiliya nêrîn û dîtinê de, şiyana dîtinê ye.

Bi min fotograf di têkiliya nêrîn û dîtinê de, xwedîtiya şiyana dîtinê ye. Her kes dikare binêre lê kêm kes dikarin bibînin. Ara Guler di gotûbêjeke xwe de fotograf wekî “hezkirina nêrînê” pênase dike û dibêje fotograf “dîtin” e. Herwiha vê mînakê dide: Kesek ji malê derdikeve, rojekê li hemû bajêr digere û tiştekî nabîne lê kesek ji malê derdikeve, heta dikanê an firneyê diçe û gelek tiştan dibîne.

Mirov dikare bi kursan û perwerdeyê, xwe fêrî qonaxa yekem û duyem bike. Lê qonaxa sêyem qethiyen ne bi kursan û perwerdeyê re, lê belê bi paşxaneya fotografgir re ango bi kesayetî, ezayetî, şiyan, xwendin, temaşekirin, felsefe û îdeolojiya wî re têkildar e. Îdîaya min ev e ku Ara Guler (1928-2018) ne ermen lê tirkek bûya, nikaribû bibe fotografgirekî evqasî tekane û gewre. Çimkî êşa wî ya ermenbûnê, perwerde û paşxaneya wî ya ermenbûnê ew afirandibû, kiribû Ara Guler.

Di bitûniya pisporbûn û hostebûna di çar qonaxan de mirov dikare bibe fotografgirekî gewre, deradet û ciyawaz.

 

 

KURDŞOP
777 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!