Amûra tepilê
- Ev amûr bi tepil yan “zerba kurdî” tê nasîn. Tepil ser bi malbata amûrên derbeyî ye.
Amûrên derbeyî bi giştî bi çerm têne pêçandin. Îro ji naylonê (delqa lekî) bi cihê çermî tê sûdwergirtin.
- Amûra tepilê ji kanza, dar û axa sor tê çêkirin. Tepil bi hesin yan kanzayê bi du şêweyên Mukriyanî û Sineyî tê çêkirin. Qebare û şêweya jenîna vê amûrê li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê bi yek şêwaz e.
Tepila darî îro roj guherînkarî bi ser de hatiye û bi navê tombek tê nasîn û ji bo mûzka dezgehî ya Îranê bi kar tê û tenê li Loristanê lêdana tepilê (tombek) bi awayê kurdî her wekî tepila kanzayê ye. Tepila ax yan kaşî ji ber giranbûnê û zû şikestinê hêdî hêdî di Loristanê de sûd jê nayê wergirtin û tenê di zorxaneyan de tê dîtin.
Tepila kanzayî
Tepila dar (tombek, dimek)
Tepila axî
Jeniyarên Başûrê, vê amûrê her wek şêweya Sineyî û Mukriyanî li Rojhilatê lê dixin. Li Bakur û Rojavayê Kurdistanê bi wê qeware û şêwaza lêxistinê ji tepilê sûd wernagirin.
Tepil ji van beşan pêk hatiye ku wiha ne:
1- Devika mezin 2- Pîst (çerm) 3- Kevaneya darî 4- Kasik 5- Bin kasik 6- Gewrî 7- Devika gewriyê 8- Qawûş 9- Xeleka qawûşê
1- Devika gewriyê
- Qasa derdora devika tepilê 75 bo 87 santîmetre ye.
- Bejna tepilê ji wereqeyek kanzaya gir tê vekirin û bi qasî nîv santîmetre ji qiraxên wê tê alandin û wekî nêr û mê tê dixin û paşê bi derbeya çekûçan bi hev re têne qahîmkirin û jê re kasik dibêjin. Aliyê serwe yê kasikê devika amûrê ye.
2- Pîst (çerm)
- Pîst yan jî çermê baqo, bizin, gîsk, pez û kavirê bi ser devika mezin a amûrê de tê pêçandin.
- Her wek pîsta def û daholê pêwîst e bê xweşkirin û paşê bi ser kevanê de bê pêçandin.
3- Kevane
- Kevaneya tepilê ji dar tê çêkirin.
- Her wekî kevaneya amûra defê ji darên sorebî û gûzê tê çêkirin.
- Panatiya kevaneya tepil a Mukriyanê 4 santîmetre ye û kevaneya tepila Sineyî jî 6 santîmetre ye.
- Bi giştî kevaneya tepila Sine bi helsengandin digel tepila Mukriyanê yek û nîv heta du santîmetreyê pantir e.
- Li aliyê derve yê kasika tepilê, li dora devika mezin a amûrê, bi kutana bizmar an jî bi tewandin bi ser kasikê de tê çespandin.
4- Kasik
- Dirêjahiya bejna kasikê 20 heta 24 santîmetre ye.
Tepila Sineyî 2 heta 3 santîmetre ji tepila Mukriyanî kurttir e.
- Dema ku kasika tepilê ji kanzaya nazik bê çêkirin, kasik tê xet û xîçkirin da ku dewama wê baştir be û neyê tewandin.
5- Binkasik
- Xirika bin kasikê nîv santîmetre ji kasikê mezintir e û kasika tepilê diçe di nav binkasikê de.
- Binkasik li ser darekê bi derba çekûçê tê kunkirin. Ew nîv santîmên zêde yên qiraxên wê tê tewandin û wekî nêr û mê dikeve di nav de û bi çekûçê tê lêxistin.
- Naverasta binkasikê kuneke gir bi qasî 8 heta 9 santîman tê xistin.
6/7- Gewrî û devika gewriyê
- Dirêjahiya gewriyê 15 heta 18 santîmetre ye.
- Serekî wê ku piçûktir e diçe nav bin kasikê û her wek hate behskirin 8 heta 9 santîm e. Serê mezin dibe devika gewriyê ku 12 heta 14 santîmetre ye.
- Li ser devika gewriyê qiraxek bi qasî 3 heta 5 santîman tê çêkirin da ku amûr bê ragirtin û rêk raweste. Diyar e nabe bi astekê pan û mezin be ku bandorê li ser dengê amûrê çêbike.
8- Qawûş û xeleka qawûşê
- Bejna amûrê 45 bo 50 santîmetre ye.
- Bi mebesta xistina mil a amûrê, du xelek li ser bejna tepilê têne lêdan.
Yek li xwarê kevanê û li ser kasikê û ya din jî li devika gewiyê tê lêdan. Qawûşê tê dixin û jeniyar dixe milê xwe.
- Qawûşa tepilê ji çerm û parçeyê tê çêkirin.