Deng-bêj an jî deng-bes

Ez serê we neêşînim, bersiva her sê pirsan bidim. Îro Şakiro ji hemû dengbêjên me yên sax saxtir e, an jî ew ji Şakiro mirîtir in.

Rêzan Diljen

 

“Kilamên bi ziman û naveroka xwe di erdê kurdan da afirîne, jiyana kurdan a paqij û kokdar nîşan dide."(Albert Socin)

  Heke em li folklora kurdan binêrin yek ji cudahîyên me û yên gelên din ên herî mezin “dengbêjî” ye. Ev bi hezaran sal in me dîroka xwe, şerên xwe -çi yê bi dewletan ra çi yê navxweyî-, evînên xwe, serhildanên xwe, çîrok û meselokên xwe bi xêra dengbêjîyê parastine û gihandine vê rojê. Pirsa ewil: Erê me şerên berê, serhildanên berê, pêşerojê, gihandine îro, lê gelo em îroyê    bi siberojê ra girê didin?

Afirînerîya dengbêjan

  Berî bi salan li herêma Reşkotan camêrekî bi navê Filîtê Quto tê kuştin. Karapêtê Xaço, Reso, Huseyno, Hozan Aydin, Salihê Qubînî, Dengbêj Zahiro û gelek dengbêjên din li ser vê kuştinê distirin. Bi navê Têlî keçikeka bedew heye, li ser vê keçikê jî Hiseynê Farê, Şakiro, Miradê Kinê û gelek dengbêjên din distrin. Li ser Siyabend û Xecê, li ser Seyrê û Elîyê Mamed, li ser Kekê Xiyasedîn, li ser Bişarê Çeto, li ser Eliyê Ûnis û li ser gelek çîrokên din kilam hatine strîn. Gelo we qet fikiriye bê çima dengbêjên me li ser çîrokên me yên îroyîn kilamekê nikarin bistrin? Gelo ma kurd hew şer dikin, hew hez ji yekê dikin, hew serî hildidin? Li ser şerê Kobaniyê çend kilamên me hene, li ser şewitîna gundan? Mînak, par li Bismîlê ji bo erd şer derketibû, û neh kes miribûn. Ez dibêjim heke ev şer sed sal berê biqewimîya niha di destê me da gelek varyantên li ser vî şerî hebûn. Lê niha hê salek jî ji ser   wê    derbas nebûye, hat jibîrkirin jî.

Giringiya dengbêjiyê li vir darîçav e. Cîranekî min ê dengbêj hebû, tim û daîm kilamên Miradê Kinêyî digotin, û behsa wî dikir. Carekê gotibû, “Rêzan, xwarzê! Mirado heke bidîta keçikeka xweşik diçe ber avê, karibû deh kilaman li ser vê rewşê derxe”. Axir, dengbêj di heman demê da şair in jî, afirîner in. Ji ber vê yekê divê zimanê wan sivik be, pak be, zelal be,  karibin bi qasî şairan hêmayên baş biafirînin -ya rastî di edebiyata me da gelek caran dengbêj hêmayên baştir diafirînin-. Mînakeka baş li ser afirînerîyê, ji kilama Mîrza Axayê Rindikî a Mirado: “Pa axa yeka çawa ya êdî. Yeka serbizêr a, kofîkêl a, awirşewat a, kêmasteşîr a, nazik a xwînşêrîn a, nazelîn a, serê wê sêsed û çil û çar kezî na. Serê keziya baqûd û zemrûd û porrengê bajarî na. Ti dibê Ya Xalîqo te mûm û ava zîv û zêr de hilanîna.”

Mînakeka din ji klama Emê Gozê ya dengbêj Huseyno:

“gozê bi sê denga bang dike dibê Emo lawo tu lê xe

beşera bavê mino tu lê xe

çepildirêjo tu lê xê

navmilpano tu lê xê

helhel pozberano de tu lê xe

lawo navê revê navekî xirab e

tu carî bi dû berxê Mala Dîbo mexe

şîrê mi li te heram be lawo emega mi li te heram be”

Pirsa diduyan: Gelo dibe ku afirînerîya dengbêjên me ziwa bûbe, xitimîbe, gelo ava wan hê jî diherike bi ser me ve?

Dengbêjîya modern mimkun e?

  Bi min, çawa çanda devkî tesîreka mezin li çanda nivîskî kiribe, divê îro çanda nivîskî -qesta min ya baş û tîr e, ne yê çêker- jî tesîrê li çanda devkî -dengbêjî- bike da ku têkiliya wan xurttir bibe, û rêya modernîzma dengbêjîyê vebe. Çawa edebiyata klasîk û modern hebe, divê di dengbêjîyê da jî ev hebe. Axir, bi şer û serhildan û evînên sed sal berê em nikarin vê çandê li ser pêyan bihêlin. Divê em naverokê modernîze bikin. Her çiqas li Rojavayê bi xêra Mehmûd Berazî hin hewldan hebin jî têrê nake. Kilama Siwaro mînakeka baş e, ji alîyê deng û reng ve, ji alîyê ziman -rengdêr, navdêr, baneşan, ravek- ve, ji alîyê afirînerîyê ve.

“Ey lo siwaro ma tu bû stêra va egîda êêêê

Şefaqê xwe dabû şelîtê kunê mezin, zeraqê dabû konan û va çîta xweşmêr mala babê min nemane lewma qelsemêr hespê wan dide ber cidîda li minê

Ey la hayê sed car li min hayê sê sed qeda û bela bikeve tor û bextê vê dinyayê êê yeman”

  Axir, divê sazîyên me yên dengbêjîyê    hebin, akademîya dengbêjîyê hebe, li wir di serî da dersên afirînerîyê bidin, dengê wan terbîye bikin, divê şagirt di heman demê da ji helbestan fêm bikin, haya wan ji operayê hebe, ji jazzê jî. Ha ê wê çaxê dengbêjîya modern hebe. Pirsa sisêyan: Gelo, me şoreşeka dengbêjîyê ya modern divê, heke şoreşeka wisa biqewime bi qasî edebiyata devkî edebiyata nivîskî jî jê sûd wernagire?

Ez serê we neêşînim, bersiva her sê pirsan bidim. Îro Şakiro ji hemû dengbêjên me yên sax saxtir e, an jî ew ji Şakiro mirîtir in.

 

Çavkanî:

1. Dengbêj Huseyno, Nûbihar, 2021.

2.https://youtu.be/Vjpylh5DKpc?si=fditDMa5ipSY6Xz4

3. Eugen Prym und Albert Socin, Kurdische Sammlungen / Erzählungen und Lieder, St Petersbûrg 1890.

4. https://youtu.be/9aRR-22k57I?si=28BO64k-uCx71uxT

KURDŞOP
984 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!