Yûsif Salihî
Mistefa Xanê Şêrzad hunermendekî nîgarkêş yê xelkê Bokanê bû. Ew hunermend sala 1941an li bajarê Mehabadê ji dayîk bûbû. Bi sedema pîşeya bavê wî bo bajarê Tewrêzê koç dikin û her li vî bajarî xwendina xwe diqedîne. Şêrzad her ji zarotiyê ve dibe hogirê hunera nîgarkêşî. Sala 1959an di pêşbirka hunerî ya dersxwanên parêzgeha Azerbaycana Rojhilat û Azerbaycana Rojava ango Tewrêz û Ûrmiyeyê de, pileya yekem bi dest dixe. Her di wê salê de kampanyayek ji bo dersxwanên hunermend ên tev Îranê bi rê ve diçe û hevdem pêşbirkeke nîgarkêşiyê jî tê lidarxistin. Mistefa Şêrzad hunermendê ciwan ê kurd di wê pêşbirka seranserî de pileya sêyem di asta Îranê de bi dest dixe.
Di sala 1966an de Şêrzad xwendina amadeyî diqedîne û di beşa çandî û hunerî ya Mehabadê de wek mamoste dest bi kar dike û wê carê wek mamosteyê hunera nîgarkêşiyê li dibistanan çalakiyan dike.
Mistefa Şêrzad wek dersxwan di warê hunerê de dibe yek ji dersxwanên yekemîn mamostayên nîgarkêşiyê li Rojhilatê Kurdistanê, ango Feyzullah Xanê Nahîd. Şêrzad bingehên hunerê li cem Feyzullah Xan fêr dibe û zanîna xwe ya li ser çawahiya têkelkirina teknîkên hunerî û naveroka navçeyî jî derdixe asteke bilind û paşê her ew ezmûne dibe sedema wê ku Şêrzad rêyeke taybet di warê nîgarkêşiyê de bixe pêşiya xwe.
Şêrzad di şêwaza hunerî de zêdetir di warê realîzmê de xebitiye û berhemên wî rastiya civaka kurd nîşan dide. Ew dinyayê bi şêweya xwe ya rast dibîne û li quncikek wê cîhanê ku beşek ji cîhan-jîngeha wî ye taybet dike bi mijara tabloyên xwe yên xemilîner. Her bi sedema wê yekê beşeke zêde ji berhemên Mistefa Şêrzad pêwendiya rasterast bi adet û resmên jiyanê û çawaniya birêvebirina wê awaya jiyanê ve heye. Eger em bi zimanê civakî biaxivin divê em bêjin ku Mistefa Şêrzad ê hunermend pêbendê komek buhayên civaka hunerî bûye. Her ji bo nîşandana wê hogirê û pêbendbûn bi sîstema buhayên civakî, diviyabû ewa ku jê re dibêjin yasaya bidestxistina buhayên civakî berçav girtiba.
Ew du erk bi vî awayî di karê Şêrzad de tê xuyakirin ku ew di pêş de sîstema xwe ya buha û nirxî diyarî kiriye. Sîstemek ku li ser bingeha berdewamkirina adetên civaka kurdî hatiye damezrandin.
Ew sîstema buhayî diyar e ku şêwaza taybetî ya birêveçûnê heye. Ew du diyarde di tabloyên Mistefa Şêrzad de bi rohnî têne xuyakirin. Bo mînak di tabloya “dîlana kurdewarî” de ku ji tabloyên wî yên naskirî ye, buha û nirxên wê rêûresmê û awayê birêveçûna wê di tabloyê de diyar e. Di tabloyên wî yên dinê de beşeke zêde ji adet û resmên civakî û şêwaza jiyana civaka gundan û gundên Kurdistan û Mukriyanê xuya ne. Ew şêwe nîgarkêşî û huner, di parastina kevneşopiyan de bi bandor e. Di wêjeya realîstî de jî ew diyarde tê nîşandan. Bo mînak em dikarin behsa berhemên Hesen Qizilcî bikin.
Ji xeynî keşa real û rastxwazane, keşa naturalîstî, romantîk û heta şêweya empresyonîstî jî di berhemên mamoste Şêrzad de hene, lê giraniya karên wî bo aliyê realîzmê ve diçe. Dema ku hunermend mijûlê berhemanîna karê realê ye, çavê wî li civaka niha û ya derbasbûyî ye. Her lewma di berhemên Şêrzad de şêwaz û karê hunermendên Rojavayî nayê dîtin.
Gelempera berhemên hunerî yên Mistefa Şêrzad di dawiya temenê wî de bi bê beranber bi muzexaneya bajarvaniya Bokanê hatine bexşîn. Herçiqas mixabin ti girîngiyek ji aliyê wê navendê ve bi wan berheman nehate dan.
Mamoste Mistefa Şêrzad piştî şêst sal bi berdewam karkirin di warê hunera nîgarkêşî û hînkariya vî warî de, êvareya roja 7ê Cotmeha 2023yan, piştî heyameke dûrûdirêj nexweşî, çû ser dilovaniya Xwedê û ji ber nebûna gor û cihekî taybet ji bo bi axspartina hunermendên Bokanê, termê wî li ser wesiyeta wî, bo Xaneqaya Şêxê Burhan hate veguhastin û li tenişt gora kesayetiyên mezin ên Mukriyanê bi axê hate spartin.