Fîlmeke lixwemikurhatinê (varqilînê): Zer

Em di vê qonaxa bêyom de li bendê bûn ku Kazim Oz bi fîlmeke pirr cuda ya ku bi rîtm û çîrok û senaryoya xwe ji fîlmên din vediqetiya were. Lê mixabin ev yek nebû.

Ferat Demîroglu

Kazim Oz bi salan e wek senarîst û derhêner di sînemaya kurdî de şixul dike û herî dawî bi fîlma Zer vegeriya. Di fîlmên wî de her gav lêgerînek heye, leheng li tiştinan digerin û di belgefîlman de jî kamera li pey hinan e mîna ku derhêner bi xwe li tiştekî bigere. Ev ger li pey şopên demên berê ne. Vê carê di fîlma Zer de jî bi lehengê xwe dîsa li pey demên berê ye û ta ji Amerîkayê derdikeve û berê xwe dide Kurdistanê. Çîrok û senaryo ya wî ye.  Rêya wî dîsa ji bajarê wî, ji Pertekê dibihure û li çar aliyê Dêrsimê digere û dibe çîroka welatekî.

Lehengê fîlmê, xortekî li New Yorkê ye. Li zanîngehê beşa muzîkê dixwîne. Pîra wî Zarîfe ya ji Tirkiyê hatiye jî li balafirgehê li hêviya wî ye ku ew lê dereng maye. Pîra wî ji bo kewandina nexweşiya penceşêrê li wir e û divê Jann li cem bimîne. Pîra wî jê dixwaze stranekê bibêje û piştre jî ew ji pîra xwe stranekê dixwaze û Pîra Zarîfe strana Zer a kurdî jê re distrê. Jann zimanê stranê jê dipirse û Pîra Zarîfe dibêje ev straneke kurdî ye û strana zaroktiya wê ye. Pîra Zarîfê vê yekê ji herkesî veşartiye, ji ber ku ew piştî qetlîama Dêrsimê bi darê zorê ji welatê xwe hatiye qutkirin û hemû malbata xwe li pey xwe hiştiye.

Di wê kêlîkê de rêwîtiya Jann dest pê dike. Gelo Pîra Zarîfe vê stranê ji ku dizane? Gelo çi eleqeya xwe bi kurd û kurdî re heye? Pîra Zarîfe diçe ser dilovaniya Xwedê û Jann bi dê û bavê xwe re, ji bo ku termê wê binax bikin dibin bajarê Afyonê yê Tirkiyeyê. Ji Jann re jî du gûzên ku pîra Zarîfeyê ji Dêrsimê bi xwe re anîbûn, heta New Yorkê wek mîrate dimîne. Li wir Jann têdigihije dapîra wî xelka Dersîmê ye. Ew jî  diçe gara trênê û  berê xwe dide Dêrsima xopan. Jann kê dibîne ji wan strana Zêr dipirse, dixwaze xwe bigihîne çavkaniyekê. Herkes berê wî dide cihekî. Rêya wî geh bi Xozatê, geh bi gundekî, geh bi Duzgin Bawo dikeve. Her carê diçe cihekî. Herî dawî dibe mêvanê jinepîrekÊ ku ew kor e. Ew jî vê stranê jê re distrê û bi vî awayî diqede.

Di fîlm de Jann ciwanekî ji hal û rewşa xwe nerazî ye lê çi bûye ku ew ketiye vê rewşê? Li New Yorkê çi hatibû serê wî? Ew û hevala xwe çima nakin serê hev û hevala wî çima jê nerazî ye? Fîlm bi awayekî dide nîşandan ku ew ji malbata xwe jî nerazî ye. Gelo çima? Ji zanîngehê jî nerazî ye, berê xwe dide kuçe, kolan, kafe û pub û bîraxaneyên New Yorkê. Gelo çi ye wî ew qas eciz dike? Di vê kêliyê de rastî strana Zer tê. Bi vê stranê diheyire û mîna ku hatibe efsûnîkirin. Lê çima ev stran dilê wî ewqas zîz dike? Çi diqewime ku ew termê pîra Zarîfe bibe Afyonê û binax bike. Gava bi kurdîtiya pîra xwe dihese çima lê xwedî derdikeve? Ev pirsên hanê tev tena serê xwe bêbersiv dimînin.

Dema berê xwe dide Dêrsimê, ji bajarê Elezîzê dest pê dike û li her deverê ji însanan strana Zerê dipirse. Û ji wan pirranî jî strana Zerê kêm  zêde dizanin. Lê dîsa jî ew li pey stranê digere. Ev nakokîyeke fîlmê ye. Straneke ku ji aliyê însanan tê zanîn çi taybetmendiya xwe heye ku ew hê li pey digere? Dema di vapûrê de ye gelo çi diqewime ew qas bi çoş e, hestîyar e û dilzîz e?  Ji ber vê yekê quling jî belasebeb bi coş in û li dora wî difirin. Em ti wateyekê di vê de nabînin. Bawer im ev sehneya hanê fîlma Yol a Yilmaz Guney tîne bîra gelek kesî. Li wir bayê azadiyê û çûna welat bi zindaniyan dikeve û ev yek bi firrîna qulingan xwe dide der. Lê li wir wateyeke xwe heye.

Wekî din Jann ji Elezîzê bigire heta gera xwe ya tevahiya Dêrsimê bi kê re dipeyive, têkiliyê bi kê re datîne, pirsekê dike, hemû mirov bi bersiv û diyalogên xwe henekan dikin, qerfokî wî dibersivînin, carinan tinazên xwe pê dikin. Dikarim bibêjim di fîlmê de tiştê herî berdewam ev diyalogên qerfokî ne lê ew jî ji eyarê ketiye. Mirovê bi berçavk ê li qehwexaneyê bi diyalogên xwe fîlma Vîzontele ya Yilmaz Erdogan tîne bîra mirov. Dibe ku hin tişt, mijar, diyalog bişibin hev lê dema ku fîlmek ji xwe bêhtir hin fîlmên din bîne mirov ev yek dibe arîşe û pirsgirkeke fîlmê.

Kazim Oz heta ji dest tê dixwaze fîlmên  wî bêhempa bin. Di gotar û roportajên xwe de her gav eşkere dike ku pirr bi senaryoyan dikeve û her car diguherîne an ji nû ve dinivîse. Di fîlma Bahozê de jî ev yek xwe eşkere dikir. Dema ku senarîst bi hin beşên senaryoyên xwe nerazî be û wan beşan pirr caran biguherîne, ev yek xwe di çîrok û honandina senaryoyê de dide der û fîlm ji rîtma xwe dikeve, berdewamiya fîlmê namîne û her sehne bi serê xwe dimîne. Di Zer de jî diyar e ku senaryo hatiye guhertin, li ser tiştin hatine zêdekirin, hatine avêtin. Em nizanin ev lêzêdekirin û jêavêtin ji fîlmê kêm an zêde kiriye lê eşkere ye têkilî û berdewamiya sehneyan bi hev nemaye. Ev arîşeya berdewamiyê ji destpêka fîlmê heya dawiyê derdikeve pêş me û temaşevanan ji fîlmê qut dike.

Em di vê qonaxa bêyom de li bendê bûn ku Kazim Oz bi fîlmeke pirr cuda ya ku bi rîtm û çîrok û senaryoya xwe ji fîlmên din vediqetiya were. Lê mixabin ev yek nebû. Dibe ku ev fîlm ji bo wî qonaxeke fîlmeke din be. Wê çaxê em jî li hêviya fîlma din in.

Têbînî: Ev nivîsa han piştî nîşandana fîlma Zer hatiye nivîsîn. Piştî vê nivîsê derhêner Kazim Oz   “Bir Kar Tanesinin Ömrü” (2022)  û bi derhêner Semîr Arslanyurek re fîlma  “Elîf Ana (2022)’’ kişandiye.

KURDŞOP
887 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!