Mîrza Axayê Rindikî ji ribaba Miradê Kinê

Rêzan Diljen

Piştî nivîsa “Ji ribaba Miradê Kinê çîroka Seyrê û Elîyê Mamed” nivîsek li ser Mîrza Axayê Rindikî jî ferz bû. Û va ye îro temam bû. Dîsa em ê bi referansa ribaba Mirado li vê çîrokê binêrin.

1. Ji Ribaba Miradê Kinê

  Meseleya Mîrza Axayê Rindikî bi kurt û kurmancî bi vî awayî ye. Mîrza Axa, axayê hezar û heft sed pezê koçerê rindikan bû. Sê jinên wî hebûn. Sazbendekî wî jî hebû, navê wî Emer e, lê jê ra digotin Omo. Rojekê gava Mîrza Axa û Omo li bexçe rûdinin, saz û kemençeyê lê didin, Mîrza Axa jê ra dibêje ez dixwazim jineka din bînin ku ji her sê jinên min baştir be. Omo jî dixwaze çareyekê ji vê axîna axayê xwe ra bibîne. Û behsa jinekê dike.

“Navê wê dibêjine Têlî Eyşan. Keça Evdilheyalê Mirdêsî li welatê  Mirdêsiyê ya. Pa axa yeka çawa ya êdî. Yeka serbizêr a, kofîkêl a, awirşewat a, kêmasteşîr a nazik a xwînşêrîn a nazelîn a, serê wê sêsed û çil û çar kezî na. Serê keziya baqûd û zemrûd û porrengê bajarî na. Ti dibê Ya Xalîqo te mûm û ava zîv û zêr de hilanîna. Û va dîrêjkê sorkera mircana serê zirava ya. Memikê wê nîna, dinanê wê hûr in birincî na. Roma narîn mircana bejn û bala wê tinîna. Û sîng û berê wê çawa spî na weka berfa zozanê Serhedê weka wî pembûyê dora Edena te anîna. Û ti dibê ji qasê Lemûdiya û ji wa filehê Zazê û Baqsiyan ji devê kevana jenîna. Ewqa xatûneke çavreş a, dêv bigul a, awirşewat a, nazik a gelekî xwîn şêrîn a.”

Ev keçik ji Mîrza Axayî ra dibe derd. Sofîyekî wî jî heye, jê ra dibêjin Olo Kelika. Jê ra behsa vê keçikê dike û dibêje here welatê mirdêsîyê, ka rast e an ne rast e. Îcar Olo Kelika diçe, dibîne rast e ku Têlî Eyşan keçikeka çiqas bedew e. Gava tê, her sê jinên Mîrza Axa bertîlekî didin Olo Kelika da viran bike ji bo Mîrza Axa jineka din neyîne. Olo Kelika piştî bertîlan diçe cem axayê xwe, û jê ra dibêje Têlî Eyşan ne keçeka weke Omoyî gotiye. Axir Mîrza Axa aciz dibe, bela xwe li Omo dide, dibêje ji mala min biçe. Omo jî tenê tiştekî dibêje;

“ji wextê ku ji welatê Mirdêsîyê em çûna welatê Mirdêsîyê

û heka ku xebera û Olo Kelika rast bê

xwîna mi li te helal bê li wê dê lo serî li mi jê bika”

 Omo wisa dibêje, û dibêje heke xebera min rast derket dêya Olo Kelikayî bide min. Mîrza Axa dibîne ku Omo evqasî ji xwe bawer e, jê ra dibe meraq û ew û Omo jî diçin welatê Mirdêsîyê da Têlî Eyşanê bibînin. Axir diçin qonaxa wan, çavê Mîrza Axayî li Têlî Eyşanê ket fêm kir ku Omoyî rast gotiye. Têlî Eyşan jî dil dikeve Mîrza Axayî; “Wextê ku çavê wê li Mîrza Axayê Rindikî ket. Dibê ava heft tirşika bi ser dilê wê ket. Dilxelêneka tajiya, sergêjeka tola bi serê wê de hat. Pela wê ji dara heyatê weşiha. Bîst û çar şebeş ji va şebeşê şexulê Bahwarê, Dêlizgunê çûne qirika wê. Û ne bi dilekî bi hezar dilî dilê wê kete Mîrza Axayê Rindikî.” Cêrîyeka Têlî Eyşanê jî heye, navê wê Meryem e. Ew û Omo jî dil dikevine hev. Axir bavê Têlî Eyşan Evdilheyal tevî sê çar hezar siwarê xwe tên malê,  Mîrza Axa jî li odeya Têlî Eyşanê ye. Îcar divê Mîrza Axa keça Evdilheyarê mirdêsîyî birevîne bibe welatê xwe. Şerekî mezin derdikeve:

“Mîrza Axa rabû xwa kar kir û hesabê du sed siwarî ji wa timam kir

yê ku kuşt û yê ku birîndar kir”

Axir, Mîrza Axa Têlî Eyşanê li hespê xwe siwar kir û ber bi rêya Rindikan ve bezand. Birayekî Têlî Eyşanê jî heye navê wî Qasim e. Ew jî li pişt ve hat, gihîşte wan. Îcar li qadê du egîd dest bi şerî kirin. Mîrza Axayî zora wî bir, lê ew nekuşt. Ji ber ku zilamekî mezin e, û nexwest şer mezintir bibe, got ez ê te nekujim, xwîşkeka min jî heye ez ê bidime te, tu yê bibî zavayê min.

“û Qasim êsîrê destê wî ya

û hê jî Telî Eyşanê çav dike Mîrza Axa, dibê derbekî lê de, derbekî zalimî ya

û heçî Qasim a, wê bibe bela serê me hemîya

û Mîrza Axa zilamekî mezin a

go wey qeda pê bikeve, nehlet li bavê we jin a

sê wehdê Xwedê li mi ketî bê, wezê Qasim nakujim li darê dinê hevalê min a

lê lî belê sê wehdê Xwedê li mi ketî be, rihê xatûna xweha xwa, wezê bidim Qasim zavayê min a êêê ax de raba heylê dêêê…”

Axir, gava vedigerin daweta Mîrza Axa û Têlî Eyşanê çê dikin. Di ber da daweta Qasim û xwîşka Mîrza Axayî û ya Omo û Meryemê jî. Sê dawet bi kêf û şahî.

2. Varyanta Ibrahîm Cemî

Ev varyant ji deftera Cegerxwînî hatiye veguhastin (25.07.1974). Çîrok hema hema weke hev in, çend cudahîyên biçûk hene. Mînak di vê varyantê da Têlî Eyşan Mîrza Axayî nas dike, û gotiye ez ji bilî Mîrza Axayî mêr nakim.

“gelî dengbêja dilê min bi rik e

min sond xwariye ez mêra nakim

piştî çavê Mîrze Axayê Rindika”

Mînakeka din; di vê varyantê da Omo ne dêya Olo Kelikayî, jina wî distîne.

Ji bilî van cudahîyên biçûk di vê varyantê da behsa Sîpanê Xelatê jî tê kirin ku ev îhtimala qewimîna vê çîrokê ya li serhedê xurt dike.

“hin dibê berxê kovî ne

li “Sîpanê Xelatê” li hev dane”

Ji bilî van di varyanta Miradê Kinê da tesîra tirkî heye. Mînak: “illeh ti wilo dûşinmîş (fikirîn) dibê” an jî “û carekî daweta xwa başlamîş kir (dest pê kirin).” Di vî aliyî da varyanta Ibrahîm Cemîl zelaltir û kupkurmancîtir e.

Axirîya axirîn, her çiqas di destê me da zêde varyant, agahî, nivîs tune bin jî me xwest dengê Mîrza Axayê Rindikî xurttir bikin. Bi hêvîya bi dilê xwîneran be bi qasî Mîrza Axa û Têlî Eyşan...

 

Çavkanî

1.  https://youtu.be/Vjpylh5DKpc?si=CVKj9eLQYKmFrixA  

2.  Folklora Kurdî, Sadiq Behaedîn Amêdî, weşanên Lîs, 2013

KURDŞOP
922 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!