Cudahiya 0 û 1ê di “Tercûme”ya Omer Faruk Baran de

Serkeftina derhêner ev e ku  yek, wî karîye her salîse û sanîyeyên bêdawî yên komê ji kûr ve bi temaşeker bide hîskirin.

Welat Ramînazad

Wek dîkotomî li hêlekê sifir, tunebûn, hîçbûn, mirin û li hêla din jî yek, hebûn, jîyan heye. Lê di navbera 0 û 1ê, tunebûn û hebûnê, mirin û jîyanê de cudahiyek heye. Çi tunebûn be çi jî hebûn, çi mirin be çi jî jiyan, çi 0  be çi jî 1, di dîkotomiyê de herdu alî jî hebûna xwe deyndarî vê cudahiyê ne, ew cudahî dibe sedem ku mirin û jiyan, tunebûn û hebûn bê afirandin û çê bibin. Dibe ku Xweda jî ne sifir be ne jî yek, ev cudahî bi xwe dibe ku Xweda be.

Ev cudahî çi û çawa ye? Di cudahiya O û 1, tunebûn û hebûn, jîyan û mirinê de çi diqewimin, dinyayek, ontolojiyeke çawa heye? Em dikarin vê cudahiyê bipîvîn? Ev cudahî dibe ku ji atomê biçûktir, ji salîseyekê kurttir lê ji gerdûnê mezintir û bêdawî be.

Qiymetê salîseyek, sanîyeyek û  giringîya deqeyekê çi ye? Carna ne deqeyek, ne sanîyeyek,  salîseyek an jî çend salîse dibin sedem ku mirov ji mirinê, ji bobelateke mezin bifilite. Carna jî di maçeke futbolê de em dibînîn ku tîmek di sanîyeyên dawî de têk diçe, tîma din  bi wan sanîyeyan bi ser dikeve.  Di cudahiya 0 û 1, mirin û jîyan, têkçûn û serketinê de carna salîseyek, sanîyeyek, deqeyek dibe dîyarker û tayînker.

Mirov dikare di salîseyek  û deqeyekê de çi tiştan bike û çi jîyînan derbasî deqeyekê bike?  Sînema dikare di deqeyekê çi nîşan bide?

Fîlma Tercûmeyê (2022) ya Omer Faruk Baran tenê deqeyek e. Gelo Omer Faruk Baran çi derbasî deqeyekê kiriye  û di şêşt sanîyeyan de çi nîşanî me dide?

Di  fokusa Tercûmeyê de cudahiya 0 û 1ê, cudahiya mirin û jiyanê heye û hewl dide ku wê cudahiyê nîşan bide. Herçiqas di fokasa fîlmê de cudahiya 0 û 1ê hebe jî, derhêner di nav deqeyekê de ji hêlekê ve sifirbûn, tunebûn, mirin, ji hêla din ve jî yekbûn, hebûn, jîyanê nîşanî me dide. Em bi temamî, fenomena jiyanê, hebûnê, mirinê, tunebûnê û cudahiya wan di fîlmê de dibînîn.

Di cudahiya jiyan û mirinê, 0 û 1ê ya Tercûmeyê de em giringî, dîyarkerî û tayînkerîya salîse û sanîyeyan dibînîn.  

Mijara fîlmê ev e ku di dema şerê Kobaniyê de grûbek doktor li gel tercûmanekî hewl didin ku bi qaçaxî sînorî derbas bikin û xwe bigihînin Kobaniyê. Di derbaskirina sînorî de em deqeyekê li vê komê temaşe dikin. Bi qaçaxî derbaskirina sînor; têketina nav sînorên cudahiya 0 û 1ê, mirin û jiyan, tunebûn û hebûnê; li aliyekî mirin heye li aliyekî din jî jiyan. Dibe ku salîseyek bibe sedem ku ji mirinê bifilitî an jî ji ber sanîyeyekê ber bi mirinê û tunebûnê biçî…

Di fîlmê de ji komê kesek dipirse çiqas wext maye ku em ji sînorî derbas bikin? Tercûman jî dibêje “qasî emelîyatekê wext maye.” Wek derbaskirina sînor bi qaçaxî, mirov herî zêde jî di emeliyatan de dikeve nav sînorên cudahiya 0 û 1ê,  mirin û jîyanê. Bi vê dîyaloga piçûk, ferqa 0 û 1ê, ferqa tunebûn û hebûnê bi xofane nîşan dide û dide hîskirin.

Kolberên kurd ne di navbera jiyan û mirinê de lê di cudahiya mirin û jiyanê de dijîn. Rahim Zabihi di belgefîlma xwe ya bi nava Holy Bread (Nanê Pîroz, 2020) de bi nerehetkerîyeka mezin rewşa kolberên kurd nîşan dide.

Wek mijar û fokus, di piranîya berhem û metnên edebî, hunerî de jiyan, hebûn, mirin û tunebûn heye lêbêle di pir kêm berhemên hunerî, edebî, sînemayî de wek mijar problema cudahiya 0 û 1ê, tunebûn û hebûnê heye.  Ji wan  kêm fîlman yek jî fîlma Tercûme ye, cîyawazîya wê ya sereke li vir xwe dide der.

Serkeftina derhêner ev e ku  yek, wî karîye her salîse û sanîyeyên bêdawî yên komê ji kûr ve bi temaşeker bide hîskirin. Du, bandora serobinker, cudahiya 0 û 1ê, mirin û jîyanê, tunebûn û hebûnê  di şêşt sanîyeyan de bi mirov dide hisandin û mirov vê yekê dijî.

KURDŞOP
899 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!