Nasîna amûrên muzîkê - Beşa 3yem

Hawar Hewraman

 

Def (defe)

-Ev amûr bi navên Def, Defe, Arebane, Dayre (Defeya Piçûk) tê nasîn.

- Yek ji amûrên derbeyî (rîtmîk) yên muzîka kurdî ye. Ew bi qasên curbicur tê çêkirin û xwedan bazineyeke darî ye ku bi çerm (kevil) tê veşartin.

Defa mezin û piçûk

Di hundurê bazineyê de xelek û qulpik pê ve tê lêdan.

-Bi herdu dest û serê tiliyan tê lêxistin.

Li muzîka kurdên êzidî û terîqeta qadirî û bi giştî di muzîka folklora kurdî de sûd jê tê wergirtin.

-Amûra defê ji van beşan hatiye çêkirin:

Bazine, çerm, qulpik, xelek, bizmarê serpan.

Bazine

-Ji darên gûzê, bê (bêya şor, bêya çewr, bêya sor), spîndar û hejîrê tê çêkirin. Di niha de bi darên rûsî û pîşeyî jî tê çêkirin ku bo hînbûn û rahênanê sûd heye.

-Panatiya bazineyê di navbera 4 heta 8 santîmetran de cudahiya wan heye.

-Li ser lêvê bazineyê çalek bi mebesta ragirtina amûrê di dema lêxistinê de hatiye çêkirin. Jeniyar ji bo ragirtina amûrê tiliya xwe ya mezin ya destê çepê datîne wir da ku defê pê ragire.

Cihê danîna tiliya mezin a destê

-Bazineya defê li ser bingeha şiyan û şarezayiya hostayê amûrsaziyê bi şêweyê yek bazine, du bazine û sê bazine tê çêkirin.

-Du bazine û sê bazine bi çespa darê yan jî sirêş bi hev re têne zeliqandin. Stûriya her bazineyekê di navbera yek û nîv heta çar santî de ye.

-Jeniyarên bi ezmûn û şareza, defên yek bazine pê baştir in.

-Bazine pêwîst e bi şêweyekî baş bê çêkirin û qahîm be; herwisa pêwîst e tewandin û xwariya bazineyê, bazineyî û xir be û xwar û lar nebe.

-Pêşiya hundurê bazineyê tê vekirin, da ku awazeke wê hebe, wate di lêdanê de deng vede û dengê defê di dema lêdanê de neyê qutkirin.

Çerm (kevil)

-Çermê mamiz, pez, bizin, gîsk tê xweşkirin û paşê bi ser bazineyê de tê pêçandin.

-Xweşkirina çermê bi sê şêweyan e ku pêk hatine ji:

Xweşkirina çerm bi “do û pûngê”

Xweşkirina bi şêweyê “li ber roj danîn û çûna bêhna gemar”

Xweşkirina çerm bi “ahek”ê

Di her sê şêwazan de hirî û por ji çermê tê wêdebirin û çerm amadeyî têxistinê ye.

-Stûrî û tengiya çerm li ser gurbûn û tûjbûna deng bibandor e.

Çerm

-Ziravî û panatiya bazineyê û herwisa tund û şilbûna çermê di dema têxistinê de, sedema gur û tûjbûna dengê amûrê ye.

-Çerm bi ser rûyê bazineyê de tê danîn û çesp yan sirêş di nava çerm û darê bazineyê de tê lêdan.

-Di niha de li şûna çermê ji “delqê” jî sûd tê wergirtin. Bi alîkariya amûra nû ku “çermkêşî” pê re tê gotin, delq ku ji cinsa naylonê ye li ser bazineyê tê danîn.

Defa delq

Ev cure ji bazineyê ji şêwaza nû ya bazineya defê ye û ji bo her du cureyên çerm û delqê sûd jê tê wergirtin.

Qulpik

-Qulpik ji hesin, sifir an jî ji madeyeke kanê tê çêkirin û di nava hundurê bazinê de li ser dîwarê bazinê bi awayekî yeksan û wek hev tê kutandin.

-Bi qasî sê mîlîmetreyan serê qulpikê di hundurê nav bazineyê de tê kutan.

Di berê de qulpik ji aliyê din yê bazineyê ve dihate derê û diçemandin.

Qulpik bi giştî serekî wê yê gir heye û tê xwarkirin da ku xelekên wê pê ve bêne ragirtin.

-Dûrahiya di navbera her qulpikekê de ji yek û nîv heta du santîmetran e.

-Qulpika din cuda li ser defê ji aliyê lêva bazineyê tê lêdan ku bendikekê tê dixin û dikeve di stûyê jeniyar de. Bi vî awayî def tê ragirtin.

Lê berê ev şêwaz dihate bikaranîn, lê îro ji ber ziravbûna defê û tengkirina bazineyê, ev qulpik nayê lêdan.

Xelek

Ji zer, sifir û hinek metalên din tê çêkirin.

Di berê de ji xeleka sifir sûd hatiye wergirtin. Xelek di dema lêxistinê de xişexişê dike û digel dengê çerm tevlîhev dibe.

Sed lib qulpik ji aliyê hundurê bazineyê têne lêdan û her yek ji wan jî çar xelekan pê ve dikin. Lê îro hejmara qulpikan kêm bûne.

Bizmarê serpan (ponîs)

-Qiraxa derve ya defê li ser çermê tê kutan û çerm bi bazineya amûrê ve tê ragirtin.

-Bi sedama vê ku di dema hişkbûna çerm de qiraxa çerm dizivire û diqelişe, ev lêdana bizmaran bi awayê rêz û li pey hev li dora defê, çerm bi saf radigire.

-Deqa delq, bi bizmaran nayê rêzkirin û qumaş an jî parçe li dora bazineyê tê lêdan.

-Li herêmên kurdên êzidî, çar xelekên mezin li ser bazineyê didin.

Bazineya defan pan in û xelek ji bo wan nayê lêdan. Ew amûre bi navê Dafa Şengalî tê nasîn. (Def Sencar).

KURDŞOP
723 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!