Lîstika li pey rizgarkerê xwe: Derwêş yan Gudû

Û lîstik vê nîşan dide ku ne rizgarkerekî xeyalî dikare bi hewara me de bê û ne jî yekî mirî. Lê kî ye ev rizgarker û dê kengî bê? Îro jî nehat. Îro jî. Îro.

Înan Eroglu

5ê îlonê koma şanoyê ya xwendekerên zanîngeha Duhokê li Şanoya Bajêr a Amedê lîstika xwe ya bi navê "Derwêş yan Gudû" pêşkêş kir. Derhênerê lîstikê Hemrîn Cemîl, nivîserê wê jî Helket Idres Abid e.

Lîstika ku di nav lîstikê de lîstikan saz dike û wê seranser dike ceribandineke lîstikî, berê me dide komeke şanoyê ku dixwazin lîstikekê bilîzin. Dubendiya lîstikê jî li vir dest pê dike, gelo dê şanonameya “Li benda Godot” a Samuel Beckett bilîzin an dastana kurdan a evînî û folklorî Dewrêşê Evdî?

Ev dubendiya ku temam û çareser nabe, heta dawiyê meraqekê raser digire: Gelo dê çi be û lîstikvan dixwazin çi bikin? Lîstika ku bi awayê bançîrokî (metafiction) hatiye sazkirin, gelek layenên derveyî lîstikê jî dike beşek û pêkhêneke muhim a lîstikê: lîstikvanên ku bi temaşevanan re di peywendiyê de ne, temaşevanê ku dibe lîstikvan, berpirsê ronahiya lîstikê ku her carê bi pirsa “ez ronahiyê bigirim?” midaxeleyî lîstikê dike û hêmayeke têkçûnê saz dike (lê ew ronahî nayê girtin û dawiyê zêdetir dibe), tekstên nivîserê lîstikê ku tim ji nû ve têne şirovekirin û têkdan.

Di lîstikê de peyameke bihêz li dor “rizgarkerî”yê çerx dibe. Gelo heye ku kesek me ji vê rewşê rizgar bike û dê kî be ev rizgarker? Ev pirsa ku ji dema Ehmedê Xanî û vir ve tê pirsîn, di Derwêş yan Gudûyê de li dor lehengekî xeyalî/biyanî û lehengekî rastî/dastanî yê kurdan van pirsan dike. Lê gelo mimkin e ku rizgarker ne herdu kes jî bin? Mimkin e. Û lîstik vê nîşan dide ku ne rizgarkerekî xeyalî dikare bi hewara me de bê û ne jî yekî mirî. Lê kî ye ev rizgarker û dê kengî bê? Îro jî nehat. Îro jî. Îro.

Dara ku dekoreke serekî (ku êdî lîstikvanê serekî ye jî) ya lîstikê ye û sembola rizgarkirinê ye, serê wê di erdê de û koka wê li jorê ye. Ev serûbinî ya rastî bi rewş û jiyana me kurdan re jî li hev dike: her tiştê me serûbinî hev bûye, heta bi rizgarkerê me jî. Nexwe kî dê “rizgarker” xilas bike? Rizgarkerekî din? Ka li kû ye? Lîstikvanên ku tim li dora darê dizivirin û bi çavekî xwedayî lê dinêrin, lavayan jê dikin. “Evroke jî Godo nahêt,” dibêje lîstikvanek. Lîstikvanê ku di nav temaşevanan de rûniştibû û di nîveka lîstikê de daxilî çîrokê bûbû, di dawiya lîstikê de bi ronahî û bilindî/mezinahiyeke zêde di dilqê rizgarkerekî de xuya dibe û gava hemû lîstikvanên din li dora wî kom dibin, lîstik diqede. Lîstik bi vî awayê xwe peyameke bi hêvî dide: Ew rizgarkerê ku em li bendê ne dê bê, û ew ne ewçend li dûran e, li ber serê me ye, di nav me de ye.

Babeteke din a lîstikê li ser biratiya kurdan û yekparçebûna Kurdistanê ye. Lîstika ku bi sehneyeke demançeyê dest pê dike, berê me dide pevçûneke du hevalan ku yek dixwaze yê dî bikuje. Ev kuştina ku ti carî pêk nayê, cihê xwe ji bendewariyê re dihêle: herdu jî li benda rizgarkerî dimînin. Du lîstikvanên ku destpêkê di rola melayketekî baş û yekî xirab de ne, ber bi dawiyê ve dikevin heman rewşê û referansê didin hin gotin û bûyerên qedîm di dîroka Kurdistanê de. Gava ku di bin dest û “hefsar”ên eskerên îngiliz de ne, yek ji wan gotinekê dibêje ku roja îro gelek caran wekî yên Qazî Mihemed tên neqilkirin: “Kurdistan her welatek e û nabe bi çar.” Lîstik bi vê gotinê balê dibe ser helwêsta îngilizan li ser kurdan, parçebûna welatê wan a li Lozanê   û   çarparçebûna Kurdistanê di gotara xwe de dişikîne.

Di Derwêş yan Gudûyê de muzîk jî li pêş bû û Kawar Art bi deng û dahola xwe rengekî heybetane dabû lîstikê. Di demeke wisa de ku li Bakurê Kurdistanê piraniya lîstikên me wergêran an jî adaptasyon in ji zimanên biyanî, hebûna lîstikên weha yên ku xwe dispêrin tekstên resen ên kurdî û nîşandana wan li çar parçeyên welatê me dê mifayeke zêde û tesîreke baş li şanoya kurdî bike û rê li ber lîstikên baştir veke. Hêvî ew e ku em zêdetir lîstikan ji parçeyên din ên Kurdistanê, li Bakur jî temaşe bikin.

Wêneyê  serî:   Engin Ölmez

KURDŞOP
1364 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!