Şadî
Kurdshop – Dengbêj Karapêtê Xaço ku bi eslê xwe Ermeniyê ji Kurdistanê ye, yek ji dengbêjên herî giring ê kurdî, yê bi şiroveya xwe ya taybet e. Ew bû şahidê qirkirina gelê ermen û tiştên ku jiyankirine, zehmetî û zulma ku dîtiye hemû di vegotin û şiroveya wî ya kilam û stranên dengbêjiyê de xuya dike û xwedî şiroveyekî huznî ya taybet e.
Karapêtê Xaço yan jî Karabêtê Xaco, dengbêjê kurd ku bi eslê xwe ermenî bû, ji gundê Kolhoza Êrîvanê bû, di 103 saliya xwe de sala 2005’an çû ser dilovaniya xwe û koça dawî kir
Dengbêj Karapêtê Xaço di daviya 90 saliya xwe de bi kurdî stran çêkirin û got. Ev dengbêjê bi nirx, 15 salan di artêşa Fransayê de leşkerî kiriye û 55 sala di radyoya Êrîvanê de kar dike. Xaço ku di tevahiya jiyana xwe de rastî gelek zehmetiyan tê, bi dehan dengbêjan perwerde dike.
Dengbêjê bi esil Ermenî, di zaroktiya xwe de bi zimanê kurmancî, stranên gel yên kurdî gotine û ev kevneşopî ji bo nivşên pişt xwe jî hiştiye.
Dengbêj Karapêtê Xaço li gundê Bileyder yê li bajarê Batmanê ji dayîk bû. Di sala 1915’an de, di qirkirina Ermeniyan de şahidiya ji nav birina gundê xwe kir. Li gel xwîşk û birayên xwe yên bi navê Abraham, Manuşak û Xezalê, bi saya leşkerekî karîn zindî bimînin.
15 salan weke leşkerê biyanî yê bi pare ya artêşa Fransa de erk hilgirt. Di sala 1938’an de dema ku li Sûriyê weke leşkerê biyanî erk dikir, li bajarê Qamişlo li gel keça malbata Ezîzyan ya bi navê Yevan re dizewice û ji hevjîna wî 4 zarokên wî çê dibin. Sala 1946 li gel malbata xwe koç dikin û li paytexta Ermenîstan êÊrîvanê bi cîh dibin.
Karapêtê Xaço, di beşa kurdî ya radyoya Êrîvanê de kar kir û bû yek ji şîrovekarê mûzîka kurdî yê herî girîng.
Ev dengbêjê qedirgiran, stranên kevneşopî yên weke, Ay lo mîro, Edûlê, Çûme Cizîrê, Xim ximê û Lê lê dayîkê bi şîroveya xwe gotiye.
Dengbêjê bi nirx 15 Çile sala 2005ê çû ser dilovaniya xwe û koça dawiyê kir