1ê Nîsanê roja ji dayîkbûna derhênerê navdar ê kurd Yilmaz Guney e

 Derhêner, aktöre sînemayê û nivîskarê kurd ê navdar Yilmaz Guney roja 01.04.1937ê li gundê Yenice ya ser bi navçeya Yuregir a parêzgeha Edenê ji dayîk bûye

Kurdshop -  Derhêner, aktöre sînemayê û nivîskarê kurd ê navdar Yilmaz Guney roja 01.04.1937ê li gundê Yenice ya ser bi navçeya Yuregir a parêzgeha Edenê ji dayîk bûye. Yek ji zarokê malbatekî kurd a karker û xwedî 7 zarokan e. Navê wî yê rast Yilmaz Putun e. Bavê wî xelkê gundê Desman a ser bi Sîwêreg a Riha ya Bakurê Kurdistanê ye. Dayîka wî jî xelkê Gimgim a ser bi parêzgeha Mûş a Bakurê Kurdistanê ye. Û bavê wî kurdê Zaza ye, lê ew bixwe li Edenê mezin dibe. Ji ber wê jî Edene dibe mijara gelek fîlmên wî. Piştî demekî li Edenê dimîne û karkeriyê dike ji bo xwendina zanîngehê diçe Stenbolê û li Stenbolê li gel rejîsor û derhênerê fîlman Atif Yilmaz hevdu nasdikin.

Dibistana seretayî ango ya destpêkê û ya navîn li Edeneyê qedand. Ew ji 9 saliya xwe ve dest bi karkirinê dike. Yilmaz Guney, ji karên karkeriya komkirina pembo bigre heta hesabgeriyê, gelek karên cîhêreng kir. Di van salan de wêje bala wî dikşîne û dest bi nivîsandina çîrokan dike. Dibistana amadeyî ango lîse jî li Edenê xwend, lê sala 1956ê zanîngeha huquqê ya Enqerê dixwîne, lê piştre dikeve girtîgehê û li gel wê jî ji ber zehmetiyên madî yên malbata xwe naçar dimîne alîkariya malbata xwe ya madî jî bike û ji ber wê yekê jî bi naçarî dest li zanîngeha huquqê ya Enqerê berdide.

Piştre bi naçarî ji bo kar kirine berê xwe dide Bakurê Kurdistanê li wê dere karkeriyê dike. Piştre careke din biryar dide xwandinê berdewam bike û li fakûlteya Aborî ya Zanîngeha Stenbolê dest bi xwandinê dike. Piştre careke din dikeve girtîgehê û ji ber wê naçar dimîne dest ji xwandinê berde. Lewma dibistana wî nîvco dimîne û rêyek tenê li ber wî dimîne. Bi gotina wî ew neçare di dibistana jiyanê de û bi rêya mamosteyên ku jiyan qebûl dike xwe perwerde û hîn bike û ew wisa dike... Di vî warî de ew wiha dibêje; "dibistana min pirtûk in, sînemaye, girtîgeh, zagonên  jiyanê yên tund, zextên civakî, xayîntî û mêrxasîye. Mamosteyê min jî jiyan e." Guney, di sala 1972an de bi sedema ku tevlî bûyerên sîyasî bûye tê girtin û 2 sal li girtîgehê dimîne û paşê serbest tê berdan.

Yilmaz Guney dema li Edeneyê fîlmê bi navê 'Endîşe' dikişand, dozgerê Yumurtalik a ser bi Edenê ji ber haqareteke ku lê hatibû kirin kuşt û bi 18 sal cezayê zîndanê hate mehkum kirin. Li girtîgehê xebatên xwe yên li ser sînemayê berdewam kirin û fîlmên ‘’Kerî’’ û ‘’Rê’’ ku nivîsandibûn ji aliyê Zekî Okten û Şerîf Goren ve hatin kêşandin û ew herdu fîlm rastî eleqeyekî mezin hatin. Û piştre sererastkirinekî nû di fîlma ‘’Rê’’ pêkanî û di festîvala Cannes de xelat wergirt. Yilmaz Guney, di sala 1981ê ji girtîgeha Spartayê reviya û bi awayekî veşartî derkete derveyî welat bû.

Yilmaz Guney piştî derbasî derveyî welat bû fîlma Dîwar kêşand. Ew fîlm bû fîlma herî dawî ya ku kêşandî. Yilmaz Guney sala 1983yê li gel helbestvanê navdar ê kurd Cîgerxwîn û Ebdurehman Şerefkendî li Parîsê Enstutiya Kurdî ava kirin û di Newroza sala 1984ê de gotarek pêşkeş kir.

Yilmaz Guney di axaftina xwe de ragehand:

Gelî hevalan! Êş, azar, givaş, xizantî, xwîn û rondikên çavên gelê kurd ne qeder e. Em vê qederê red dikin. Em wê qederê nas nakin. Em ne zarokên welatekî ku ji çar aliyan de hatî dagirkirî, em dixwazin bibin zarokên Kurdistanekî serbixwe, yekbûyî û azad bin. Em dixwazin ser axa xwe, di bin ala xwe de azad û serbixwe dixwazin jiyan bikin. Hevalên hêja îro li gelek cîhên Kurdistanê, çiya û deştan, di girtîgehên li hember givaş û zulma faşîstan ên şer dikin, di şer de canê xwe ji dest didin armanca wan jî ev e. Em wan kesên di şer de û ji bo vê armancê kesên ku canê xwe ji dest dane di dilê xwe de û di tekoşîna xwe didin jiyan kirin.

Guney, her wiha di 9 îlona 1984an de di 47 saliya xwe de li Fransayê ji ber nexwaşiya penceşêra mîde koça dawî kir. Ew di fîlmên xwe de, li ser tengasiya jiyana gelê Kurd radiwestiya her wiha, xebatên xwe li ser çîrok, ceribandin û senaryo nivîseriyê jî hebû. Ew di jiyana xwe ya hunerê de gelek berhemên giran bûha li dû xwe dihêle.

Fîlmê Yilmaz Guney ê bi navê Yol (Rê) yek ji van berhema ye. Rê, di sala 1982an de, bi fîlma ‘Wenda’ ya rejîsorê yewnanî  Costa Gavras re xelata Palmiye ya Zêrîn parvekiribû.

Yilmaz Guney li dû xwe bi dehan berhem hiştin û di gelek fîlman de wek aktor û derhêner û di gelek fîlman de wek rejîsor kar kir.

KURDŞOP
916 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!