Şaneşîn Performans û şanoya wan a nû

Şaneşîn Performans berê xwe dide lîstikên şanoya kurdî û ya cîhanê, lîstikên nû diafirîne û bi terz û şêweyeke nû dixwaze asta hunera şanoya Kurdî bi disîplînên din re bilindtir û geştir dike

Şêrko Janzêm

Kurdshop -  Şaneşîn Performans, wek koma şanoyê bi pêşengtîya hin mamosteyên Kurdî û dilxwazên vê qadê ve di Sibata 2022an de li Mêrdînê hat avakirin.

Armanca me xizmetguzarîya şanoya kurdî û herweha ya zimanê kurdî ye. Şaneşîn Performans berê xwe dide lîstikên şanoya kurdî û ya cîhanê, lîstikên nû diafirîne û bi terz û şêweyeke nû dixwaze asta hunera şanoya Kurdî bi disîplînên din re bilindtir û geştir dike. Ne bi tenê li bajarekî; li her çar alîyên welêt û ewrûpayê dixwaze bibe nîşana hunera kurdî.

Şaneşîn Performansê bi vê bangê damezrandina xwe îlan dike û di heman salê (2022) de bi lîstika Bêcir ku adaptasyonek ji Moliere e derdikeve pêşberî şanohezan. Lîstika yekem a bi navê Bêcir li Mêrdînê û bajarên din rastê eleqeyeke zêde hat. Her çend ku lîstika Bêcir lîstikeke nivîskarekî rojavayî ye lê naveroka vê lîstikê li gorî çanda kurdî hat lihevanîn her wiha di vê lîstikê de cih dane gelek keresteyên edebîyata gelêrî.

 Şaneşîn Performans dê vê mehê bi lîstika xwe ya nû ya bi navê Penceşêr derkeve pêşberî şanohezan. Ev lîstik pişta xwe dide metna Rojbûna Joko ya nivîskar Roland Toporê frensî. Metn ji hêla dramaturg Receb İçen û M. Xalid Ertoşî ve li gorî çanda kurdî hate revîzekirin û lihevanîn. Lîstik bahsa tekiliyen kolonyal û dijkolonyal dike.

Bingeha vê lîstikê çanda kurdî û edebiyata gelerî ye ku di lîstikê de sê lîstikên ku di nav civaka kurdan de dihatin lîstin û di roja îro de êdî nema tên lîstin cih digire û li gel wan lîstikan bi dehan gotinên pêşiyan û biwêj û stranên gelêrî hene.

Lîstika Penceşêrê ew ê di 18ê Adarê de promîyera xwe li Mêrdînê di salonê Cureartê de ji bo piştgiriya kesên ku erdhejê bandor li wan kiriye bike. Di 26ê Adarê de dê dîsa li heman salonê derkeve ser dikê lîstika Penceşêrê.

Penceşêr

Rojek ji rojan, rehmet li dê û bavên hazir û guhdaran. Hebû tunebû... Li demekê nedîyar, bajarekî wenda hebû. Hinek mirov bi vî bajarî hesîyan. Hatin nanê wan xwarin, ava wan vexwarin... Piştî wê rojê xweşî li wan bû reşî. Ka kerem bikin em vê çîrokê li Şaneşînan temaşe bikin. Her kes vexwendîyê vê çîrokê ye. Rehmet li dê û bavên hazir û guhdaran...

Nivîskar: Roland TOPOR

Rejî: Recep ÎÇEN

Lêanîn û şanoname: M. Xalit Ertoşî/ Recep Îçen

Dramatûrg: Sîya Savaş

makyaj: Rênas Nas

Anîmasyon û Grafîk: Şoreş Demîrcan

Cil û Berg: Şêrko Janzêm

Dekor: Erdal Açıl

Teknîk: Ozgur Sînan Elîk

Şêwirmendê Hunerê: Yaşar Denîz

Afiş: Şoreş Demîrcan

Berpirsiyarê Sehnê: E. Pîroz Şêr

Lîstikvan: Abbas BAYHAN, Erdal AÇIL, E. Pîroz ŞÊR, M. Xalit ERTOŞÎ, Rênas NAS, Sakîne SALVACI, Serdar ZÎV, Şêrko JANZÊM, Şirîn SAXLAM

KURDŞOP
1271 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!