Dengbêj Îran Xanim

Îran Xanim ji malbateke feqîr û cotkar e. Jiyana wê ya zarokatî û ciwantiyê bi xebatê ve derbas dibe. Îran Xanim ji bo  debara malbata xwe di maleke dewlemend de rojane kar dike.

Şadî

Kurdshop – Îran Xanim jineke Kurd a dengbêje ku di sala 1950-1951 li gundê bi navê Înkesû ser bi navçeya Bradost a Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bû ye, navê wê yê rastî Îran Mucered’e, lê di nasnavê xwe yê hunermediyê de Îran Xanim bi kar aniye.

Îran Xanim ji malbateke feqîr û cotkar e. Jiyana wê ya zarokatî û ciwantiyê bi xebatê ve derbas dibe. Îran Xanim ji bo  debara malbata xwe di maleke dewlemend de rojane kar dike. Navê bavê wê Ebdurehman ya diya wê jî Peribişan an jî Perîşan e.

Dengbêja Kurd zaroktî û ciwantiya xwe li gel malbata xwe di nava zor û zehmetiyan de derbas dike. Lê Îran Xanim yekem dengbêja jine  li Rojhilatê Kurdistanê. 

Piştî zewacê, bi gel hevjînê  xwe Seîd re li gundê Somanawa bi cih dibe demekê li wûr jiyana xwe dewam dike. Bi piştevaniya hevjînê  xwe karê dengbêjiyê bi rehetî didomîne. Ji Seîd keçek û du kurên Îran Xanimê çêdibin. Salên dirêj bi hevre jiyan dikin, dema ku hevjînê wê Seîd dixwaze jineke din ango hewiyê bi ser de bîne, lê Îran Xanim zewaca duyemîn ya Seîd qebûl nake, dev ji zarok û hevjînê  xwe berdide û demekî li gel  dayîk û bavê xwe dimîne.

Di sala 1971î de bi piştevaniya  Mistefa Elîzade, Hemîd Yusifî, İbrahim Newrozî di Radyoya Urmiyê ya Beşa Kurdî de bi avayekî fermî dest bi dengbêjiyê dike. Di radyoya Ormiyê de tê naskirin û hezkirin. Dengê wê li her devera Kurdistanê bi xweşbiniyeke mezin tê guhdarkirin û belavkirin.

Bi avabûna şoreşa Îslamî ya Iîranê û fermana Xomêynî, rewşa radyoyê û yên hunermendan diguhere, Komara Îslamê wê demê li hember ziman, çand û hunera Kurdî gelek xedare. Kurdan wê demê ku dixwastin bi ziman û çanda xwe bi rehetî û azad bijîn zext û zorbatiyên mezin dibînin. Îran Xanim di wan rojan de bi awayeke veşartî kar û hunera dengbêjiyê didomîne. Ji bo belavkirinê çend berhemên xwe bi rêyên qaçax dişîne Bakurê Kurdistanê. Bi vî awayî dengê dengbêja Kurd Îran Xanim li Bakur Kurdistanê jî  tê naskirin û belavkirin.

Iran Xanim piştî demekî ku ji hevjînê xwe Seîd cuda bû, bi Dadaş Nasirî re dizewice û berê xwe didin paytexta Îran Tehranê. Piştî 3 ê salan berê li Tehranê berê xwe didin bajarê Dilemanê ango Selmasê, piştî 15 sal jiyan kirin a li wî bajarî biryar didin ku vegerin bajarê Ormiyê. Li wê derê bi dikaneke biçûk debara jiyana xwe dikin.

Herçend tu kes bawer nakin ku Iran Xanimê xwe kuştibe jî lê li gorî raporên nexwaşxana Ormiyê, dengbêja Kurd Îran Xanim 10ê Gelawêja(Tîrmeh) 2001ê xwe darve dike û davî bi jiyana xwe tine.

Îran Xanim zêdetir  bi sitran û klamên xwe yên wek Kula Dilê Min, Delal, Arifo Lawo, Bajo, Emrê Min, Bavê Lalo, Dotmam û Pismam, Filîtê Quto, Gewrê, Lo Şivano tê naskirin.

KURDŞOP
1056 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!