Şadî
Kurdshop – Şivanê bi navê Murad Ozaras yê 29 salî ku ji navçeya Gever a bajarê Colemêrg a Bakurê Kurdistanê ye, ji amûrên xurdeyan wesayîteke ku dikare demjimêrekî de heta 50 kîlometre lezê ve biçe, çêkir.
Şivanê bi navê Murad Ozaras yê 29 salî ku li gundê Heleyîsê ya Geverê jiyan dike, bi xurdeyên ku hatibûn avêtin û amûrên destên duyê li mala xwe kom û berhev kir.
Ozaras ku ji aliyekîve şivantiyê dike, li aliyê din ve jî ji bo çêkirina wesayîta benzînî ya ku xeyala wî bû, xurde berhev kirin û dest bi kar kir.
Ciwanê ku herkesî henekê xwe pê kir û gotin ew nikare vî karî pêk bîne, di encama xebata xwe ya 3 mehan de wesayît çêkir û piştre jî li wesayîta xwe siwar bû û li gundê xwe tûra ceribandinê avêt.
Ozaras diyar kir ku wesayît xwedî şiyan û karîneke gelek baş ya ku dikare ber bi pêş û paş ve biçe ye û got: ‘’Di zarokatiya min de jî ev jêhatibûn di min de hebû lê ji bo pêşve birina vî karî pêwîstî bi sermayê hebû. Ji ber ku sermaya min tine bû, min nedikarî ti tiştekî bikim. Herî davî min biryara pêk anîna vî karî da. Destpêkê herkesî digotin tu nikarî çêkî lê ez ji xwe bawerbûm û min çêkir jî. Ez sipasiya bavê xwe dikim ku di vê mijarê de ji min re bû alikar û piştevaniya min kir’’.
Ozaras da xuyakirin ku wesayit dikare di yek demjimêrî de 50 kîlometre lezê bike û got, "Ji zarokatiyê ve bala min li ser van xebatan bû. Mijarek bû ku hertim bala min li ser bû. Hindek kesan herçend dihatin didîtin jî lê dîsa jî digotin tu nikarî. Min ji aliyekî ve şivantî dikir û di demên xwe yên vala de jî dest bi çêkirina wesayîtê dikir. Derfet hebûya min dê tiştên baştir jî çêbikira. Lêhûrbûnên min yên pir cuda hene û ji bo pêkanîna van ezê paşve gavan neavêjim. Lê belê ji ber ku sermayeya min tineye ez jî vê gavê van tiştan çêdikim û ez li benda piştgîriya saziyên pêwendîdarim. Eger derfet ji min re bê dayîn, ez ê sêwirandinên xweşiktir û baştir çêkim."