Şadî
Kurdshop – Nerihetiyên çav ku di kesên kampûterê bikar tînin de ji 7 salî heta 70 salî, bi taybetî ji bo wan kesên ku kar dikin pirsgirêkeke ku pêşî lê nayê girtin ava dike.
Girêdayî bikar anîna berdewam a kompûterê, gilî û gazinên taybetî serêşî, westandina çav, kirîza mîgrenê zêde dibin.
Bi pêşketina teknolojiyê re, kompûtera ku di her warî de ketiye nava jiyana me, di bikaranîna demdirêj de dibe sedema pirsgirêkên girîng.
Endamê Desteya Tenduristiya Lazer Optîk Fahrettîn Keleş hîleyên ji bo parastina tenduristiya çav, bi taybetî ji bo mirovên li ser maseyê dixebitin, vegot.
Keleş diyar kir ku ji bo parastina tenduristiya çav divê herî kêm 60 cm ji ekrana kompûterê dûr be û got, "Mirovên ku her tim li ser kompûterê dixebitin divê ji 2 demjimêran zêdetir li ekrana kompûterê nenêrin û dem bi dem çavên xwe bi awayê din û li cîhên û tiştên din binihêrin. Divê çav berdewam bên vekirin û girtin û zihabûn an jî avdana zêde bi nermkirina rûyê çavan dikare kêm bibe. Di heman demê de egzersîzên çavan, bêyî ku stûyê xwe bizivirînin divê bi dîtina çep bo rast, jêr bo jor were kirin. Ev jî di heman demê de wê bihêle ku westandina çavên wan bê derbas kirin.
Herwaha Keleş ragehand, kesên ji bo xwe nîşanî bijîşkan bidin jî divê rojê çend demjimêran û li ber kompûterê kar dikin ji bijîşk re bibêjin. Ji bo ku bikarin encamên baş ji çûna bijîşk û çareseriyan wergirin, divê derbarê karê ku dikin de jî agahî bidin bijîşk. Li cîhekî eger ronahiyên zêde lê hebin, ew yek çav nerihet dike, ji ber wê jî divê cîhê kar lê tê kirin ronahî kêm be. Ew kesên ku berdewam li pêş şaşeya kompûterê ne divê sale 2 caran çavên xwe nîşanî bijîşkên pispor bidin û berçavkên li hember ronahiya şîn çav diparêzin helbijêrin. Eger di wan xalan de hişyarî çênebe dê westandin du beramber be, krîzên serêşa mîgrenê, serêşî, westandina çav û şilbûna çav dê bê jiyan kirin. Heman demê de divê helbijartina berçavkê jî li gor rûyê kes bixwe be. Ango anatomiya rû çawa be divê berçav li gel anatomiya rû bigunce û ziyanê nede cild û ji amûrên baş hatibe çêkirin. Herwaha di helbijartina berçavkan de jî divê ji kesên profesyonel alîkarî bê wergirtin.