Pirtûka “Guldesteya Awazan” ji berhema “Şehram Şikakî” hate çap û belavkirin

Ev pirtûke ji bo ew kes û aliyên ku dixwazin muzîka folklorî bi awayekî zanistî, dîrokî, civaknasî û kultûrî nas bikin û lêkolînê bikin û dikare bibe çavkaniyek gelek baş, ji ber ku ev berheme mînakên pir baş di vî warî de pêşkêş dike.

- KURDŞOP

“Şehram Şikakî”, hunermendê xelkê Rojhilatê Kurdistanê, li rûpela xwe ya Facebookê ragihand ku pirtûkek bi navê “Guldesteya Awazan” çap û belav kiriye.

Şehram Şikakî di vê derbarê de ragihandiye: “Ez dixwazim hezkirî û şopînerên muzîk û hunera Kurdî agehdar bikim ku pirtûka min a bi navê “Guldesteya Awazan” ku bijarteya muzîk û gotinên min e û tekoşîn û xebata min a çil salî li xwe digire, hate çap û belavkirin. Ev berheme wek berhemekê ji bo hunermend û muzîkhezên Kurd hatiye amadekirin, hêvîdar im min karibe xizmeteke baş bi huner û muzîka Kurdî kiribe.”

Ev pirtûke di niha de li welatê Kanadayê ber dest e ji bo ew kes û aliyên ku dixwazin muzîka folklorî bi awayekî zanistî, dîrokî, civaknasî û kultûrî nas bikin û lêkolînê bikin û dikare bibe çavkaniyek gelek baş, ji ber ku ev berheme mînakên pir baş di vî warî de pêşkêş dike.

Şehram Şikakî kî ye?

“Şehram Şikakî”, stranbêj, afirînerê awaz, helbestvan û lêkoler, li sala 1965an li gundê “Dostan” ê ser bi navçeya Şipîrana Selamasê li Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye. Navbirî nêzî 34 sal e bi malbata xwe re li welatê Kanadayê dijî. Şehram Şikakî ji eşîreta rêberê mezin ê Kurd “Simkoyê Şikak” e û ji tayfeya “Evdoyî” ye. Bapîrê wî yê bi navê “Miho” di dema serhildana Kurdan de li Rojhilatê Kurdistan li bajarê Tewrêzê digel “Ceifer Axa” hatiye şehîdkirin.

“Şehram Şikakî” piştî qedandina xwendina xwe ya destpêkî li gundê Dostanê, bo xwendina navendî diçe bajarê Selmasê, piştî wergirtina bawernameya “dîplom”ê dixwaze biçe zanîngehê û li wir xwendina xwe berdewam bike, lê mixabin ji ber hin sedeman nekarî wî karî bike.

Hezkirina Şehram ji muzîk û hunera starnbêjiyê re bûye sedem ku bi awayekî zanistî û akademîk muzîkê bişopîne, bi taybetî jî stranbêjiyê. Mixabin ev hunermende di nav xelkê de kêm hatiye naskirin, lê eva di halekê de ye ku Şehram hem dengbêj, hem stranbêj, hem jî tembûrvan, hem jî strannivîs e û di heman demê de jî lêkolîner e.

Navbirî nêzî du salan li Konyayê perwerdeya tembûrê dîtiye û li cem mamoste Ebdulrehman Parlak li “Favar Muzîkê” bawername wergirtiye. Şehram di niha de tembûrjenekî pispor e. Navbirî ji bilî karê hunerî mamosteyê zimanê Kurdî ye û bi salan e ku zarokên Kurd fêrî xwendin û nivîsandina zimanê dayîkî dike.

Ev hunermende heta niha xwediyê zêdetirî 80 kelaman e ku beşek ji wan kelaman ji aliyê hunermendan ve hatine gotin. Hêjayî gotinê ye ku Şehram Şikakî arşîveke dewlemend a awazên stranbêjî û dengbêjiya navçeya xwe berhev kiriye ku xezîneyeke gelek giranbuha ye.

Hin ji berhemnên Şehram Şikak ev in:

Nûjînê: Sala 1944an, Cemal Tîrêj di “CD”ya xwe de xwendiye. Pêka gotina vî henermenê, mixabin “Koma Bira” jî ev strane ji bo xwe kirine bi kilîp, lê navê xwediyê helbestê û awaza wî ji pênûsê xistine û behs nekirine.

Binevşa Min: Xemgîn Bîrhat.

Ha Gula Min: Mamoste Şivan Perwer.

Dayîka Delal: Leyla Xan di “CD”ya xwe de xwendiye.

Waye Waye: Xemgîn Bîrhat di “CD”ya xwe de xwendiye.

KURDŞOP
588 Dîtin

Dengbêjê hezkirî “Qadirê Sofyanî” koça dawî kir

Pêşangeha “Jîlemo” li Hewlêrê

Pêşangeheke taybet bi karên hunerî yên “Maşalah Mihemedî” (Arêz) ê hunermendê nîgarkêş ê xelkê Rojhilatê Kurdistanê li Hewlêrê hate vekirin.

Serkeftina Amedsporê pîroz be

Tîma topa pê ya Amed Spora Bakurê Kurdistanê ger ji aliyê şovênîzmên desthilata zordar ve rastî dijayetîkirinê hatiye û dijayetiya wê tê kirin, lê bi kêfxweşî ve heta niha kariye berdewam rêya serkeftinê bo aliyê lûtkeyê bipîve û niha bûye nûnerê dengê Kurdistaniyên her çar parçeyên Kurdistanê di qada werzişê de.

Pîrozbahî  bi boneya serkeftina Kurdan bi ser faşîzmê li Bakûrê Kurdistanê

Di van rojên borî de neteweya Kurd li Bakurê Kurdistanê du serkeftinên mezin tomar kir. Ya yekem serkeftina Partiya Kurdistanî (Dem Partî) di hilbijartinên şaredariyan de û bidestveanîna desthilata 85 şaredariyan û bi taybetî şaredariyên 11 bajarên mezin ên Bakurê Kurdistanê bû.

“Xelata Nê” xelateke nîştimanî

 Xelateke salane ji aliyê raya giştî ya xelkê gundê mezin ê “Nê” yê ser bi Merîwanê ve hatiye diyarîkirin ku biryar e ji îsal ve bi kesên hilkeftî yên warên cuda li devera Merîwanê bê bexşîn.

Sêyemîn salvegera damezrandina Kurdşopê pîroz be

Kurdşopê di sê salên xebata xwe de hewl daye bibe deng û rengê hemû Kurdan li seranserê Kurdistanê û bê cudahî li hemû beşên Kurdistanê binêre û dîrok, erdnîgarî, huner, ziman, wêje, çand û kelepûra navçeyên cuda yên Kurdistanê bi xelkê Kurdistanê bide nasandin.

Cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî pîroz be

Cejna Newrozê ji bo netewa Kurd cejna tekezîkirin e li ser mafên xwe yên rewa û bi bîranîna dîrokek dirêj e bo xebat û têkoşîna bo azadî û rizgariyê û agirê geş yê Newrozê ku ji aliyê netewa Kurd ve tê pêxistin, sembola hêviya paşerojeke geş bo netewe û nîştimana me ye.

Kombûnek bo sînemaya Kurdî li Merîwanê

Encumena Çandî-wêjeyî ya Merîwanê bi hevkariya Sînema Kurdistan, kombûnek bo sînemaya Kurdî û pêşandana sê fîlmên nû yên sê derhênerên Merîwanê bi rê ve bir.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!