Di roja cîhanî ya mafê mirovan (Yekşemî 10ê Berfanbarê) de wezîrên derve yên Alman û Fransayê, Annalena Baerbock û Catherine Colonna wergirên xelata Fransî-Almanî ya taybet bi mafê mirovan û serweriya yasayê ragihandin.
Wergirên wê xelatê pêk tên ji pêşengên rêxistinên sivîl, parêzer, rojnameger û çalakên mafê mirovan. Di nava dozdeh kesên ku îsal ev xelat wergirtin, Çoman Herdî jî yek ji wan kesayetiyan bû ku karî bi çalakiyên xwe yên mirovdostane û xebatên xwe yên derheq mafê jinan, xwe hêjayê wergirtina wê xelatê bike.
Derbarê mercên wergirtin û bijartina wergirên xelatê, Wezareta Derve ya Almanya û Fransayê da zanîn ku: Ev xelate pêşkeşî wan kesan tê kirin ku karîbin bibin dengê jin, penaber, LGBTIQ+ û girtîyan. Herwisa di bin şert û mercên herî dijwar û estem de, gelek caran azadiya xwe û gelek caran jî jiyana xwe xistibine bin metirsiyê.
Çoman Herdî li ser rûpela xwe ya di tora civakî ya Facebookê de, derbarê wergitina xelatê da zanîn ku “ji sala 2016an ve herdu dewletên Almanya û Fransayê di roja Cîhanî ya Mafê Mirovan de wê xelatê pêşkeşî destebijêrek ji kesayetî û saziyan li ser astê cîhanê dikin ku di welatên xwe de li bin mercên dijwar ji bo parastina kerameta mirov û mafê mirovan û serweriya yasayê xebat kirîne”.
Herwisa di berdewamiya gotinên xwe de zêde kir ku: “Ev xelat bi du qonaxan re derbas dibe, di destpêkê de çalakvan yan saziyek li ser astê welatan tê destnîşankirin, piştre ev kes diçe pêşbirkê li gel berbijêrên seranserên welatên cîhanê, û di dawiyê de destebijêrek ji wan kesan têne xelatkirin.
Di salên borî de ew xelate bi Jîna Emînî û Nergiz Mihemmedî re hatiye bexşîn. Îsal jî ez yek ji wan dozdeh kesayetiyan im ku xelatê werdigre”.
Çoman Herdî kê ye?
Çoman Herdî nivîskar, helbestvan, nîgarkêş, wergêre, femînîst û mamosteya zankoyê ye, jidayîkbûya 29ê Kanûna duyem ya sala 1974an li bajarê Silêmanî ya ser bi Başûrê Kurdsiatnê ye. Çoman Hardî keça helbestvan û siyasetmedara kurd Ehmed Herdî ye. Berhemên xwe bi zimanên Kurdî û Îngilîzî dinvîse û beşek zêde ji berhem, lêkolîn û nivîsên wê girêdayî bi pirsên jin û femînîst û mijarên cênderî ne.