Kurdshop - Navenda Rewşenbîrî ya Mem û Zînê, bi hevkariya Wezareta Rewşenbîrî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê, çaremîn Festîvala Wêjeyî ya Mem û Zînê li Salona Mîdiyayê bi rê ve bir û xelata salane ya vê festîvalê pêşkêşî Mihemed Remezanî yê nivîskar û wergêrê Rojhilatê Kurdistanê kir.
14ê Cotmehê, Navenda Rewşenbîrî ya Mem û Zînê di Salona Mîdiya ya Hewlêrê de, bi beşdariya beşek ji nivîskar û rewşenbîrên her çar parçeyên Kurdistanê, çaremîn Festîvala Mem û Zînê bi rê ve bir û çaremîn xelata vê festîvalê pêşkêşî Mihemed Remezanî yê nivîskar û wergêrê Rojhilatê Kurdistanê kir.
Di destpêka vê festîvalê de, Yaran Hîwa, birêveberê giştî yê Mem û Zînê, tevî bixêrhatina mêvanan, tekezî li ser mebest û armanca lidarxistina vê festîvalê kir û got: “Em wek Navenda Rewşenbîrî ya Mem û Zîn, bi mebesta xizmetkirina bi wêje, çand û zimanê kurdî û herwisa xizmetkirina bi nivîskar, helbestvan û wergêrên kurd, salane vê festîvalê li dar dixin.
Paşê panêla Mehmed Uzun ji bo romana kurdî bi amadebûna nivîskarên her çar parçeyên Kurdistanê bi rê ve çû. Di vê panêlê de Ebdulxaliq Yeqûbî, nivîskarê xelkê Rojhilatê Kurdistanê, behs ji rexneya wêjeyî ya kurdî û romana kurdî kir. Navbirî behsa wê yekê kir ku rexneya wêjeyî ya kurdî xwediyê zanîneke kûr nîne û nû ye û niha rexneya romana kurdî mijûl e arasteya xwe peyda bike û wek rexnegirekî baş ê romana kurdî, navê Dr. Haşim Ehmedzade anî. Herwisa got, rexneya wêjeyî divê bi curekê be ku xwîner derbarê deqê de hişyar bike.
Di panêlê de, Abdullah Keskin, berpirsê weşanxaneya Avesta li Bakurê Kurdistanê, behs ji rewşa romana kurdî ya kurmancî kir û ragihand ku nivîsîn û weşan li Bakur di warê helbest û kurteçîrokan de baş e, lê di warê romanê de lawaz e û hewce ye karên baş û berdewam li ser bê kirin. Navbirî yek ji sedemên sereke yên vê mijarê vegerand bo ser qedexebûna zimanê kurdiya kurmancî di salên borî de li Bakurê Kurdistanê. Paşê behsa rewşa pirtûkên kurdî di vê parçeya Kurdistanê de kir. Herwisa bi kurtasî behsa romanên Mehmed Uzun ê nivîskarê xelkê Bakurê Kurdistanê kir û axaftinên wî zêdetir li ser nasîna berhemên Memed Uzun bûn.
Di berdewamiya panêlê de, Cebar Cemal Xerîb, nivîskarê xelkê Başûrê Kurdistanê, destpêkê behsa çîrokê di nav olan de û hebûna çîrokan di pirtûkên olî de kir û bi vî rengî behsa girîngiya çîrokan û vebêja wan kir. Piştre bi kurtasî behsa serhildana romanê di cîhanê û Ewropayê de kir. Navbirî di axaftina xwe de bi tundî rexne li civaka Kurdistanê girt û behsa wê yekê kir ku xwînerên cidî yên kurd gelek kêm in û gelek kes hene ku mixabin henekên xwe bi romanên kurdî dikin.
Paşê di penêlê de Jan Dost, romannivîs û nivîskarê xelkê Rojavayê Kurdistanê, di destpêka axaftinên xwe de behsa girîngiya romana kurdî bo ser zimanên din û wergêrana romanên cîhanê bo ser zimanê kurdî kir û got, ji bo vî karî saziyeke mezin a kurdî hewce ye da ku bi başî bikare xizmeta zimanê kurdî jî bike.
Her di vê festîvalê de, çend mûzîk û stranên kurdî ji aliyê du keçên hunermend ên Rojavayê Kurdistanê yên bi navê Nûrşîn û Perwîn ve hatine pêşkêşkirin.
Di beşa dawiya festîvalê de, çaremîn xelata Mem û Zînê bi Mihemed Remezanî, nivîskar û wergêr ê xelkê bajarê Bokana Rojhilatê Kurdistanê hate pêşkêşkirin.
Hêjayî gotinê ye ku festîvala Mem û Zînê, festîvaleke wêjeyî ya Navenda Rewşenbîrî ya Mem û Zîn e û salane li ser asta Kurdistanê bi mebesta berfirehkirin û xizmetkirina bi wêje, çand û rewşenbîriya kurdî tê lidarxistin. Festîvala Mem û Zînê xelata xwe ya salane pêşkêşî wergêr û nivîskarekî diyar û bi ezmûn a\ê kurd dike ku xizmet bi çand, ziman û wêje û rewşenbîriya kurd kiribe. Ev festîval pira girêdana wêje û nivîskarên her çar parçeyên Kurdistanê ye û ji bo xizmetkirina bi rewşenbîriya kurdî tê dikoşe.
Xelatên festîvala Mem û Zîn
Sala 2020: Kerîm Kake, nivîskar û romannivîsê Başûrê Kurdistanê
Sala 2021: Jan Dost, nivîskar û romannivîsê Rojavayê Kurdistanê
Sala 2022: Cemîl Kakeweys, nivîskar û wergêrê Başûrê Kurdistanê
Sala 2023: Mihemed Remezanî, nivîskar û wergêrê Rojhilatê Kurdistanê