Behram Gerdûnî
Bavê Nazê li Diyarbekirê bû.
Nivîskar Bavê Nazê, 9ê îlonê li Wêjegeh Amedê li ser serboriya xwe ya nivîskariyê axivî. Pirsên beşdaran bersivandin û kitêbên xwe îmze kirin.
Karakterê wî yê bi navê Feylesofê Serxweş ê romana Miriyê Heram di bîra min de ye. Saet çar, di derencekên Wêjegeh Amedê re hildikişim.
Îşligê wî yê dameyî û por û riha wî ya spî bi serboriya wî ya nivîsînê ya di ser pêncî salan re digihîje hev. Temenek sax li pey edebiyatê ku mirovî li xwe heyran dihêle.
Moderatorê wî Îbrahîm Xort di navê re haya me beşdaran jê çêdike: Guhê wî baş nabihîze. Dengê xwe bilind bike ezbenî, dengê xwe, hinekî din jî. “Navê xwe binivîse,” dibêje ji min re Bavê Nazê, piştî ku gotûbêj bi dawî dibe. “Ji bo me şanazî ye ku îro em li vir li te guhdarî dikin,” dibêjim jê re. Navê xwe dinivîsim, B-e-h-r-a-m. Behram. Û îmzeyek: “Hêja Behram, ez bi xwendina te kêfxweş dibim.”
Gotûbêj dest pê dike. Îbrahîm Xort, Bavê Nazê dide nasandin. Dûre behs dike bê çawa her kes li dijberî hev e, dibêje “kes kesî qebûl nake.”
Dest pê dike, diaxive Bavê Nazê. Dibêje, “Edebiyat cîhaneke aşopî ye,” û pê de berdewam diçe: “Çi romana ku binivîsim, rista dawî ku ji min ne xuya be nanivîsim.”
Diyar dike ku roman dema nivîsînê bi giştî jê ve xuya ye. Dizane dê çawa dest pê bike, çawa di navê re biçe û çawa bi dawî bike. Bes ew hûrdekariyên romanê jê ne xuya ne. Hûrdekarî di dema nivîsînê de jê re eyan dibin. Nexwe em dikarin bibêjin Bavê Nazê jixwebere nanivîse. Berî ku dest pê bike, nexşeya romanê li ber xwe radixe.
Wêne: Rêbîn Ozmen
Romana wî ya ewil Çiyayên Bi Xwînê Avdayî cara ewil di 1978an de bi erebî, di 1981ê de bi rûsî û encax di 1988an de li kurdî tê wergerandin. Dibêje, “romana min a herî bi kêmasî” ye ji bo vê romanê. Ji ber ku li gor wî, “lazim e helwesta nivîskar hebe lê ne xuya be.”
Pirsek tê kirin: Gelo lehengê Dara Pelweşiyayî fikra xwe dibêje an li ser navê nivîskarê xwe dipeyive. Di bersiva xwe de dikeve nav dubendiyekê Bavê Nazê. “Parçeyek nivîskar jî tê de ye”, dibêje. “Heger bi rêya leheng be ev serkeftin e, heger li ser navê nivîskar be ev têkçûn e.” Lê ma bi rêya leheng helwest ne eşkere ye?
Li gor wî lazim e roman bi rastiya jiyanê re be. Lazim e ew hest, ew infial di me de çêbibe ku em bikevin bin bandora wê.
“Roman, çîrok divê rola rûniştina ziman bilîze. Wêje, hunereke bêjeyî ye.” Standardiya zimên diparêze Bavê Nazê, û eger ew standardî pêk neyê, têgihiştina zaraveyên din jî dê pêk neyê. Dipirse: “Çima wê çar zimanên me yên edebî hebin?”
Ne tenê nivîskarî, mamostetiya zanîngehê jî kiriye Bavê Nazê li başûrê Kurdistanê. Şeş heft kitêbên dersê amade kirine, ji bo ziman, ji bo edebiyatê. Kitêbeke pênc cildî ya edebiyatê amade kiriye ji destpêkê heta sedsala 20an.
Îbrahîm Xort behsa bîranînekê dike. Bavê Nazê di dersa xwe de ji xwendekaran dipirse: “Kê roman xwendine?” Destê ti kesî bilind nabe. “Kê çîrok xwendine?” Destê ti kesî bilind nabe. Diyar dike ku rewşa Başûr îro gelekî baştir bûye, Xort.
Ne şaş bim di 2010an de bû. Gotineke Bavê Nazê di rojevê de bû: “Romana kurdî tune ye.” Li ser pirsa ku ka gelo hê jî wisa difikire, Bavê Nazê dibêje, “Niha jî dibêjim tune ye. Çi taybetiya wê heye?”
Li gor Bavê Nazê helbesta kurdî heye, lê romana kurdî nîne. Ji ber ku romana kurdî wekî cureyeke edebî, bi hemû siruşta xwe, avakirina xwe, bûyerên xwe, cudabûneke wê ya weha çênebûye.
“Ez kêmasiyên romana kesî newêrim bêjim,” dibêje Bavê Nazê. Loma ew romana xwe wekî edebiyatê bi nav dike. “Romana min edeba kurdî ye, zimanê kurdî ye.” Dipirse ka çi ye cudahiya romana kurdî ji ya dinyayê, gelo cudahiya wê heye?
“Werger,” dibêje Bavê Nazê. “Çi hatibe nivîsandin em wergerînin.”
Di destê min de kitêbên wî Stokholmê Te Çi Dîtîye Bêje û Xweziya Bi Êş, di derencekên Wêjegeh Amedê re dadikevim. Di serê min de gêreya pirsan, li jêrê, li hewşa Ro Cafeyê rûdinim û çayekê dixwazim.