Şadî
Kurdshop – Li parêzgeha Colemêrg a Bakurê Kurdistanê, qeşaya li çiyayê Cîlo ji ber germahiya global ango gerdûnî, bi metirsiya tinebûnê re rûbirû ye û hat diyar kirin ku ji ber cemed û qeşa jî dihelin, golên qeşayê mezin dibin.
Geliyê qeşayê ku ji aliyê Serokomarê Tirkiyê ve wek Parka Mîlî hatibû ragehandin û wek qadekî hestyar a ku divê teqez bê parastin û qeşaya herî mezin a Bakurê Kurdistan û Tirkiyê ku li ser çiyayê Cîloyê ye û di navbera bajarê Colemêrg û Geverê de ye û herwaha weke cihekî geştiyariyê tê bikaranîn, ji ber germahiya gerdûnî her ku diçe, biçûktir dibe.
Pisporên zanistê yên ku seredana wê herêmê dikin û xebatên zanistî bi rêve dibin, hişyarî dan ku qelîştok kûrtir bûne, di aliyê binî de valatiyên mezin pêk hatine û nabe mirov derkevin ser cemedan.
Endamê Perwedeya Fakulteya Endezyariyê ya Zanîngeha Colemêrgê Prof. Dr. Mehmet Nûrî Bodur diyar kir ku pêvajoya qeşa û cemedê vedigere bo 2 mîlyon sal berê.
Bodur diyar kir ku cemed di navberên diyar de qut dibe û pêvajoyên helandinê destpê kirine û destnîşan kir ku bi şoreşa pîşesaziyê re ev rewş leztir bûye.
Bodur anî ziman: ‘’Eger em temaşeyî pêvajoya 10 salên dawiyê bikin, di tevahiya qeşayên Cîhanê de pêvajoya helandinê bilez bûye û mînaka herî ber bi çav ya wan qeşayan jî li qeşa-cemed û golên li çiyayê Cîlo yê Geverê ye.’’
Bodur diyar, di peywira xwe ya 12 salan a li bajêr de hem ji bo çiyageriyê hem jî ji bo çavdêriya zanistî gelek caran çûye wê herêma cemedê û got ku wî di çavdêriyên xwe de tespît kirine ku di cemedan de helandineke cidî heye û paşveçûn û vekêşîneke cemedî rûdaye. Herwaha diyar kir ku rêjeya gola cemedê di encama helandinê de mezin bûye.
Bodur destnîşan kir, dibe ku di encama helandinê de li wê herêmê av rabin û lehî çêbibin û di ekosîstemê de li herêmê têkçûn û guherînên girîng çêbibin û got, ‘’Dema ku em di warê herêmê de lê temaşe dikin, dibe rewşeke ku bibe sedema kêmbûna hindek xebatên çandinî û ajalvaniyê. Mirov dikare bibêje ku ev rewş li wê herêmê dibe sedema hin guhertinên avhewayê jî.’’
Mehmet Nûrî bodur diyar kir, ew herêm di warê geştiyariyê de xwedî xwezayeke bê hempaye û ji bo xwedî derketina wê xwezayê, divê hin tevdîrên girîng bên wergirtin û ragehand: ‘’Dema ku em di warê werzîşên xwezayê de jî lê dinêrin, ev erdnîgariyeke pir dewlemende û ji bo ku ew dewlemendî ji tevahiya welat û Cîhanê re bê danasîn, pêwîste çalakiyên cûrbecûr werin organîzekirin. Lê dema ku ew çalakî têne kirin, ji bo geştiyariyê dikare were seredan kirin, bê ku ziyanê bidin xwezayê, bê ku xwezayê qirêj bikin, bê ku hêmana ku xwezayê afirandiye tine bikin, bê ku ew avahiya ku ji bo berjewendiyên mirovan hatiye ava kirin xirab bikin. Ji bo vê jî divê teqez tevdîrên parastinê bên girtin. Naxwe em dikarin bêjin ku ji ber hin guhertinên di warê qirêjî, ekosîstem û mîkroavhewayê de dibe ku herêm ziyanê bibîne. Eger xweza bibîne ku em bereketa ku pêşkêşî me dike baş bikarnaynin, wê wan bereketan ji me bigre. Mirov dikarin li derdorê bigerin, bibînin û wêneyan bikşînin, lê ji bo wan xeteriyeke mezin e ku biçin li ser qeşayê bimeşin, li qiraxên wan qeliştok û şikestinan demê derbas bikin."
Bodur bal kişande ser wê ku di qada qeşayê de qeliştokên zirav yên ku dikarin werin dîtin û yên nikarin werin dîtin hene, dibe ku ji nişkave bibe sedema li hev cudabûnan û qeliştokên mezintir û diyar kir: ‘’Ew cemed wekî ku xuya dikin namînin. Ji ber helandinê di binê qeşayan de çend valahî çêdibin, ji ber van valahiyan di tebeqeyên jorîn de jî hilweşîn û qelîştek ava dibin.
"Ev qeşa mîna ku xuya dikin li ber xwe nadin. Ji ber helandinê, li binê qeşayê çend valahî çêdibin û ji ber wan valahiyan, hilweşîn, qelş û fisforan di tebeqeyên jorîn de pêktên. Ev rewş ku di dema gerîna mirovan de pêk were, wê metirsiyeke mezin ava bike. Teqez divê ti kes neçe ser qeşayan, girseyên berfê yên ku weke qeşayê xuya dikin, ji ber ku binê wan tijî valahiyên ku ji helînê pêk hatine hene."
Bodur diyar kir ku bi taybetî di van 5 salên dawî de bandora germahiya gerdûnî ango global zêde bû ye û got, ‘’Em helandinê bi awayekî pir berçav û zelal dibînin. Di 10 salên dawiyê de qada cemedê ji sedî 20-30 kêm bû ye, lê di golên qeşayî yên ku di qiraxan de çêdibin jî bi awayekî rêjeyî zêde mezinbûn çêbûye û firehtir bûne.’’