Dêrên dîrokî yên Wanê li benda nûjen kirinê ne

Şadî

Kurdshop – Dêrên ku di nava mîrateyên çandî yên Wanê de cîh digrin, ji ber îhmalkarî û bêxemiyê bi zorê li ber xwe didin.

Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê ku bi xwezaya xwe, Kelheyên xwe, Gravên  li ser gola xwe, xwedî dewlemendiyeke bê hempa ye û gelek dêrên dîrokî ku li benda rizgar kirinê ne, dêrên ku hatine terikandin û wêran kirin jî, ji ber îhmalkarî û bêxemiyê ji bo ku li ser lingan bimînin zehmetiyan dikşînin.
Dêrên dîrokî ku li çar aliyên wanê hene û ji qedera xwe re hatine terikandin, ji bo ku ji nû ve bên nûjen kirin û ji bo geştiyariyê bê vekirin bangewazî berdewam dikin. Her çend dêrên îhmalkirî weke xezîneyeke veşartî ku bi salane li benda keşifkirinê bin jî, lê hema her roj rastî wêraniyê tên. Weke gelek dêrên ku li navçeyê, dêr û Manastira Ezîz Bartholomeus û Manastira Saînt Thomes ya Ermenî jî li benda nûjen kirinê ne.

Yek ji avahiyên bajarê Wanê ku di warê nirxên baweriya geştiyariyê de xwedî giringiyekî ye jî, Manastira Ezîz Bartholomeus ya li gundê Albayrak a li ser navçeya Elbakê ye. Dêra ku tê payîn ku nêzîkî sed salane divê ji nûve bê nûjen kirin û ji geştiyariyê re bê vekirin, hema bêje her roj zirarê dibîne. Dêra ku tê texmînkirin di sedsalên 13-14'an de hatiye çêkirin, di salên 90'î de veguherî bû binke û qereqoleke polîsan. Piştî ku di sala 2013’an de qereqola Albayrak ji bo herêmeke cuda hate veguhestin, ti nûbûnek di dêrê de nehate çêkirin.

Manastira Ermenî ya Saînt Thomes (Dêra Altinsaç) ya hezar salî, ku li taxa Altinsaç ya navçeya Gevaş a Wanê ye, ji qedera xwe re hatiye terikandin. Manastira Ermenî ya Saînt Thomas ku tê zanîn di sedsala 11emîn de bi armanca parastina tişt û kelûpelên pîroz yên Saînt Thomas  ku yek ji şandiya ne, li bilindahiya 2 hezar metreyî  de li gola Wanê dinêre. Manastir bêhempayî û xweşikiya xwe herkesî heyranê xwe dike. Manastir ku bi dîroka xwe, xweşikiya xwe û di heman demê de  ewqas tê naskirin û zanîn, yek ji avahiyên herî kevnar yên bajarê Wanê ye, naha jî bê xwedan maye. Ji bo ku ji nûve bê nûjen kirin û parastin, tevî dehan bangewaziyan jî ti tevdîrek nehatiye wergirtin.

KURDŞOP
880 Dîtin

Dengbêjê hezkirî “Qadirê Sofyanî” koça dawî kir

Pêşangeha “Jîlemo” li Hewlêrê

Pêşangeheke taybet bi karên hunerî yên “Maşalah Mihemedî” (Arêz) ê hunermendê nîgarkêş ê xelkê Rojhilatê Kurdistanê li Hewlêrê hate vekirin.

Serkeftina Amedsporê pîroz be

Tîma topa pê ya Amed Spora Bakurê Kurdistanê ger ji aliyê şovênîzmên desthilata zordar ve rastî dijayetîkirinê hatiye û dijayetiya wê tê kirin, lê bi kêfxweşî ve heta niha kariye berdewam rêya serkeftinê bo aliyê lûtkeyê bipîve û niha bûye nûnerê dengê Kurdistaniyên her çar parçeyên Kurdistanê di qada werzişê de.

Pîrozbahî  bi boneya serkeftina Kurdan bi ser faşîzmê li Bakûrê Kurdistanê

Di van rojên borî de neteweya Kurd li Bakurê Kurdistanê du serkeftinên mezin tomar kir. Ya yekem serkeftina Partiya Kurdistanî (Dem Partî) di hilbijartinên şaredariyan de û bidestveanîna desthilata 85 şaredariyan û bi taybetî şaredariyên 11 bajarên mezin ên Bakurê Kurdistanê bû.

“Xelata Nê” xelateke nîştimanî

 Xelateke salane ji aliyê raya giştî ya xelkê gundê mezin ê “Nê” yê ser bi Merîwanê ve hatiye diyarîkirin ku biryar e ji îsal ve bi kesên hilkeftî yên warên cuda li devera Merîwanê bê bexşîn.

Sêyemîn salvegera damezrandina Kurdşopê pîroz be

Kurdşopê di sê salên xebata xwe de hewl daye bibe deng û rengê hemû Kurdan li seranserê Kurdistanê û bê cudahî li hemû beşên Kurdistanê binêre û dîrok, erdnîgarî, huner, ziman, wêje, çand û kelepûra navçeyên cuda yên Kurdistanê bi xelkê Kurdistanê bide nasandin.

Cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî pîroz be

Cejna Newrozê ji bo netewa Kurd cejna tekezîkirin e li ser mafên xwe yên rewa û bi bîranîna dîrokek dirêj e bo xebat û têkoşîna bo azadî û rizgariyê û agirê geş yê Newrozê ku ji aliyê netewa Kurd ve tê pêxistin, sembola hêviya paşerojeke geş bo netewe û nîştimana me ye.

Kombûnek bo sînemaya Kurdî li Merîwanê

Encumena Çandî-wêjeyî ya Merîwanê bi hevkariya Sînema Kurdistan, kombûnek bo sînemaya Kurdî û pêşandana sê fîlmên nû yên sê derhênerên Merîwanê bi rê ve bir.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!