Nobedarê dawî yê şaristaniyeta 3 hezar salî

Mihemed Kuşman nobedarê 58 salan ê keleha Çavuştepe ye û ji bo zimanê Urartuyî bide jiyan kirin hewldanên wî gelek zêde ne

Şadî

Kurdshop – Keleha Çavuştepe ya dema Urartuyiyan yek ji kelehên herî giring a şaristaniyeta Urartuyiyan e û dikeve navçeya Payîzava ya ser bi parêzgeha Wan a Bakurê Kurdistanê. Mihemed Kuşman ê 81 salî li wê kelehê nobedar e û piştî ku malnişîn û teqawîd jî bûye wî karê xwe yê li wê kelheyî bi awayekî xwebexş ango bi dilê xwe jî berdewam dike.

Mihemed Kuşman nobedarê 58 salan ê keleha Çavuştepe ye û ji bo zimanê Urartuyî bide jiyan kirin hewldanên wî gelek zêde ne. Li cîhanê hemûyê zimanê Urartuyî tenê 6 kes mane dizanin û yek ji wan jî Mihemed Kuşman e û dibêje ew kesên ku wî zimanî dizanin ji xwe pîrbûne û êdî ne di rewşa ku bikarin biaxivin de ne.

Kuşman dibêje piştî ji malnişîn jî bûye bi dil û xwebexş li kelehê dimîne û hemû temenê xwe daye vê kelehê. Hemû geştyarên navxweyî û biyanî yên ku tên deverê, li gel wan eleqedar dibe û behsa zimanê Urartuyî dike, kevirên bazalt ên ku li ser tabletên Urartuyî û herwaha gerdeniyan difroşe û bi wî awayî debara jiyana xwe dike.

Nobedarê Keleha Çavuştepe Mihemed Kuşman dibêje: Li Tirkiyê Sumerolojî û Hîtîtolojî di zanîngehan de heye, lê derbarê Urartuyiyan de ti beşek di zanîngehan de tine.

Herwaha got; Naha li cîhanê hemû ew kesên ku zimanê Urartuyiyan dizanin êdî pîrbûne û gelek ji wan jî mirin, derveyî min ew kesên ku Urartuyî dizanin di rewşekî de ne ku nikarin ji mal jî derkevin û di rewşekî ku bikarin biaxivin de nînin.
“Urartuca’yı bilen hiç kimse kalmayacak”
Kuşman got: ‘’Demekî nêzîk de kesên ku Urartuyî dizanin êdî dê nemînin. Bi wî awayî jî dê zimanê Urartuyî nemîne û ew ziman jî dê bimre. Ez diçûm gel hemû parêzgarên ku li Wanê hatine erkdar kirin û min ji wan re digot, xwandekaran bidin min ez zimanê Urartuyî fêrbikim. Lê ti kesek eleqedar nebû.’’

Mihemed Kuşman diyar kir, hemû temenê min li Keleha Çavuştepe derbas bû û ragehand: ‘’Ez heta vî temenî hatime lê ez nizanim geşt çiye. Ez ti caran neçûme seyranan, dawetan û ez nizanim ew tişt çawa ne. Her sal tenê du roj bêhnvedana min hebûye û ew jî rojên yekem ên Cejna Remezan û Cejna Qurbanê bûn. Ji ber ku ez pir ji Keleha Çavuştepe hezdikim, her sibehê ez bi parê xwe hatime û çûme.’’

Mihemed Kuşman dibêje ew heskiriyê Keleha Çavuştepe ye û ji ber wê jî her roj bê ku nerihet û aciz bibe her roj diçe kelehê û radigehîne: ‘’Eger ez bixwazim ez dê wan kevirên bazalt li her derê bifroşim. Li cîheke wek Antalya Tirkiyê di heftiyekî de hemû kevirên dest xwe de bifroşim. Lê ez heskiriyê vê derê me. Ji ber wê jî her sibehê demjimêr 07:30ê ez derdikevim tê vê derê. Diçim odeya xwe û piştre kelheyê kontrol dikim. Li ser kevirên bazalt Urartuyî dinivsînim.

 

KURDŞOP
715 Dîtin

Dengbêjê hezkirî “Qadirê Sofyanî” koça dawî kir

Pêşangeha “Jîlemo” li Hewlêrê

Pêşangeheke taybet bi karên hunerî yên “Maşalah Mihemedî” (Arêz) ê hunermendê nîgarkêş ê xelkê Rojhilatê Kurdistanê li Hewlêrê hate vekirin.

Serkeftina Amedsporê pîroz be

Tîma topa pê ya Amed Spora Bakurê Kurdistanê ger ji aliyê şovênîzmên desthilata zordar ve rastî dijayetîkirinê hatiye û dijayetiya wê tê kirin, lê bi kêfxweşî ve heta niha kariye berdewam rêya serkeftinê bo aliyê lûtkeyê bipîve û niha bûye nûnerê dengê Kurdistaniyên her çar parçeyên Kurdistanê di qada werzişê de.

Pîrozbahî  bi boneya serkeftina Kurdan bi ser faşîzmê li Bakûrê Kurdistanê

Di van rojên borî de neteweya Kurd li Bakurê Kurdistanê du serkeftinên mezin tomar kir. Ya yekem serkeftina Partiya Kurdistanî (Dem Partî) di hilbijartinên şaredariyan de û bidestveanîna desthilata 85 şaredariyan û bi taybetî şaredariyên 11 bajarên mezin ên Bakurê Kurdistanê bû.

“Xelata Nê” xelateke nîştimanî

 Xelateke salane ji aliyê raya giştî ya xelkê gundê mezin ê “Nê” yê ser bi Merîwanê ve hatiye diyarîkirin ku biryar e ji îsal ve bi kesên hilkeftî yên warên cuda li devera Merîwanê bê bexşîn.

Sêyemîn salvegera damezrandina Kurdşopê pîroz be

Kurdşopê di sê salên xebata xwe de hewl daye bibe deng û rengê hemû Kurdan li seranserê Kurdistanê û bê cudahî li hemû beşên Kurdistanê binêre û dîrok, erdnîgarî, huner, ziman, wêje, çand û kelepûra navçeyên cuda yên Kurdistanê bi xelkê Kurdistanê bide nasandin.

Cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî pîroz be

Cejna Newrozê ji bo netewa Kurd cejna tekezîkirin e li ser mafên xwe yên rewa û bi bîranîna dîrokek dirêj e bo xebat û têkoşîna bo azadî û rizgariyê û agirê geş yê Newrozê ku ji aliyê netewa Kurd ve tê pêxistin, sembola hêviya paşerojeke geş bo netewe û nîştimana me ye.

Kombûnek bo sînemaya Kurdî li Merîwanê

Encumena Çandî-wêjeyî ya Merîwanê bi hevkariya Sînema Kurdistan, kombûnek bo sînemaya Kurdî û pêşandana sê fîlmên nû yên sê derhênerên Merîwanê bi rê ve bir.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!