Yekemîn festîvala şal û şapikan li bajarê zaxoyê tê bi rêvebirin

Beşdarvanên ku wê li bajarên Hewlêr, Duhok, devera Barzan, Zaxo û Şirnex di festîvalê de beşdariyê bikin, wê çendîn cil û bergan pêşkeş bikin.

Şadî

Kurdshop –Hat ragehandin 21ê meha Hezîranê li bajarê Zaxoyê, yekemîn festîvala Şal û Şapikan li pira Delal birêve diçe û li bajarên Hewlêr, Duhok, devera Barzan, Zaxo, Şirnex, Akrê û Amêdiyê, wê beşdarbûn çêbibe û di rojekî de çendîn cilûbergan pêşkêş bikin.

 Birêvebirê Rewşenbîrî û Hunerî  yê Zaxoyê û di heman demê de endamê Lijneya Rêvebirina Festivala Zaxoyê Dilxwaz Mûsa, ragehand armanca vê festîvalê, parastina cûreyên cilûbergên şal û şapikanin û lixwekirina wane ku bibe çand û ji her kesî re zelal bikin ku ev cilûberg bi tenê yên çîneke diyarkirî ya civakî nînin.

Dilxwaz Mûsa ragehand, pîşesaziya wan cilûbergan cara yekem li bajarê Zaxo, dîroka wê vedigere bo sedan sala berî naha û diyar kir, destpêkê cihûyan ev kar kiriye û piştî wê jî Xirîstiyanên navçeyê ev kar berdewam kirine û vê gavê jî beşek ji wan hemwelatiyên deverê bi vî karî re mijûl in.

Birêvebirê Rewşenbîrî û Hunerî yê Zaxoyê diyar kir, armanceke din a vê festîvalê, nîşandana bi hevre jiyan kirina di navbera ol û pêkhateyên navçeyê ye, ku bi salane bi biratî û tebayî li gel hev jiyan dikin.

Herwaha Dilxwaz Mûsa diyar kir ku festîval dê roja 21ê Hezîrana 2023’an demjimêr 18:30ê, li Pira Delal a bajarê Zaxoyê destpê bike û çendîn beş û birgeyên cuda li xwe digre û pêşandana şal û şapikan jî bi beşdariya 15 ciwanan ve tê encamdan, piştre jî cilûbergên xak û kiras û fistan ji aliyê 20 ciwanan ve têne pêşandan û tevî pêşandanê, çawaniya çêkirina wan jî tê eşkere kirin.

KURDŞOP
968 Dîtin

Dengbêjê hezkirî “Qadirê Sofyanî” koça dawî kir

Pêşangeha “Jîlemo” li Hewlêrê

Pêşangeheke taybet bi karên hunerî yên “Maşalah Mihemedî” (Arêz) ê hunermendê nîgarkêş ê xelkê Rojhilatê Kurdistanê li Hewlêrê hate vekirin.

Serkeftina Amedsporê pîroz be

Tîma topa pê ya Amed Spora Bakurê Kurdistanê ger ji aliyê şovênîzmên desthilata zordar ve rastî dijayetîkirinê hatiye û dijayetiya wê tê kirin, lê bi kêfxweşî ve heta niha kariye berdewam rêya serkeftinê bo aliyê lûtkeyê bipîve û niha bûye nûnerê dengê Kurdistaniyên her çar parçeyên Kurdistanê di qada werzişê de.

Pîrozbahî  bi boneya serkeftina Kurdan bi ser faşîzmê li Bakûrê Kurdistanê

Di van rojên borî de neteweya Kurd li Bakurê Kurdistanê du serkeftinên mezin tomar kir. Ya yekem serkeftina Partiya Kurdistanî (Dem Partî) di hilbijartinên şaredariyan de û bidestveanîna desthilata 85 şaredariyan û bi taybetî şaredariyên 11 bajarên mezin ên Bakurê Kurdistanê bû.

“Xelata Nê” xelateke nîştimanî

 Xelateke salane ji aliyê raya giştî ya xelkê gundê mezin ê “Nê” yê ser bi Merîwanê ve hatiye diyarîkirin ku biryar e ji îsal ve bi kesên hilkeftî yên warên cuda li devera Merîwanê bê bexşîn.

Sêyemîn salvegera damezrandina Kurdşopê pîroz be

Kurdşopê di sê salên xebata xwe de hewl daye bibe deng û rengê hemû Kurdan li seranserê Kurdistanê û bê cudahî li hemû beşên Kurdistanê binêre û dîrok, erdnîgarî, huner, ziman, wêje, çand û kelepûra navçeyên cuda yên Kurdistanê bi xelkê Kurdistanê bide nasandin.

Cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî pîroz be

Cejna Newrozê ji bo netewa Kurd cejna tekezîkirin e li ser mafên xwe yên rewa û bi bîranîna dîrokek dirêj e bo xebat û têkoşîna bo azadî û rizgariyê û agirê geş yê Newrozê ku ji aliyê netewa Kurd ve tê pêxistin, sembola hêviya paşerojeke geş bo netewe û nîştimana me ye.

Kombûnek bo sînemaya Kurdî li Merîwanê

Encumena Çandî-wêjeyî ya Merîwanê bi hevkariya Sînema Kurdistan, kombûnek bo sînemaya Kurdî û pêşandana sê fîlmên nû yên sê derhênerên Merîwanê bi rê ve bir.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!