Şêrko Janzêm
Kurdshop - Psychology Kurdî ji çar mehan carekê bi dosyayeke nû derdikeve pêşberî xwîner û hezkirîyên psychologyê.
Psychology Kurdî, di hejmarên xwe de cîh dide dosyayên teybet, nivîs, gotar û wergerên di derbarê psychologyê de
Lijneya edîtorîya ya vê hejmarê di nivîsa edîtorîyê de wiha dibêje;
Merheba xwendevanên hêja,
Berî ku em dest bi nivîsa xwe ya edîtoryayê bikin em jî dixwazin derbarê erdhejên ku di 6ê Sibata 2023an de pêk hatin, çend gotinan bînin ziman. Weke ku hûn jî dizanin bobelat û karesateke erjeng bû ku li Tirkiye, Rojava û Sûriyeyê çêbû. Em bo wan malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dane sersaxiyê û bo kesên birîndar şîfaya xêrê dixwazin û hêvî dikin ku ev birînên kûr bi piştevanî û alîkariya gelê me zû were pêçan.
Herçiqasî dosyeya vê hejmara me ya nû "derûnnasiya klînîkî" jî be me xwest giraniyê bidin nivîsên derbarê erdhejê jî da ku bi van nivîsên girîng em bo wan kesên mexdûr bibin alîkar. Jixwe mijara erdhejê jî ne dûrî derûnnasiya klînîkî ye û bi nîşêt, bertek û nexweşiyan dikeve nav derûnnasiya klînîkî. Ji ber vê yekê jî navê dosyeya me ya vê hejmarê bû "derûnnasiya klînîkî û erdhej".
Nivîs û nivîskarên di vê hejmarê de cîh girtine ev in;
Erdoğan ÖZMEN bi nivîsa xwe ya bi navê ‘Erdhej û Trawma: An Polîtîka an Psîkolojî’ ku ji aliyê Abdulsittar ÖZMEN ve ji tirkî hatiye wergerandin, behsa wê dike ku di têgihîştin û nirxandina mijara trawmayê de amûra psîkiyatrî/psîkolojiyê di nav hewldaneke xerîb de ye û desthilat/hêz wekî organîzasyoneke xeracê tevdigere.
Azad DILDAR bi nivîsa xwe ya bi navê ‘Alîkariya Pêşîn ya Derûnî’ li ser gavên alîkariyê radiweste bê ma mirov di rewşên karesat, krîz û rûdanên trawmatîk de dikare çawa alîkariyê bike.
Jan İlhan KIZILHAN bi nivîsa xwe ya bi navê ‘Trawma û Karesat’ bi hûrgilî ji xwîneran re behsa têgiha trawma, karesat û dermankirina wê dike.
Okan TAYCAN li Zanîngeha Yeditepeyê akademîsyen e û di heman demê de jî li Komeleya Psîkiyatriyê ya Tirkiyê hevkoordînatoriya Yekeya Xebatê ya Hêzdarkirina Tendirustiya Derûnî dike. Me pê re bi awayekî berfireh li ser mijara trawma, karesat, erdhej, alîkariya pêşîn ya derûnî û dermankirina wê hevpeyvînek kir.
Mesut Umar bi nivîsa xwe ya bi nave ‘Trawmaya Erdhejê’ bi awayekî berfireh li ser bertekên derûnî yên ku piştî erdhejê derdikevin holê, rewşa derûnî ya zarokan, nîşêtên nexweşiya stresê ya piştî trawmayê û pêkerên piştî trawmayê radiweste.
Gülperi GÜNDÜZ bi nivîsa xwe ya bi navê ‘Erdhej û Xebata Civakî’ li ser rola xebatên civakî di hilweşînên xwezayî de radiweste û bi pêşniyaz û dîtinên xwe ji me re behsa rewşa qadê dike.
Sehra AKSU bi nivîsa xwe ya bi navê ‘Zarok û Trawma’ ku ji aliyê Samed DOĞAN ve ji tirkî hatiye wergerandin, li ser stres û bandorên wê yên norogeşedanî, trawma û bertekên piştî trawmayê radiweste û bo serederîkirina trawmayê behsa têkiliya dê û zarok dike.
Herwiha Yusuf ATABAY bi nivîsa xwe ya ‘Qonaxa Berî Zimên di Derûnnasiya Klînîkî de: Qonaxa Pêş-Odîpal’
Nuh BOZKUR bi nivîsa xwe ya ‘Pêla Sêyemîn di Psîkoterapiyê de: Terapiya Vegêranî’
Erdal GÜL bi nivîsa xwe ya ‘Bîyene ya Kî Wayîr Bîyene’
Hürriyet PARLAK bi nivîsa xwe ya ‘Li gor Michel Foucalt Têkiliya Beden-Desthilatê di ser Modela Panoptîkon re’ ku Rêbîn ÖZMEN ji tirkî wergerandiye
Gülnaz KARATAY û Azad GÜNDERCİ bi lêkolîna xwe ya ‘Bandorên Derûncivakî yên Navnifşî yên Trawmayên Dîrokî/Civakî’ ku ji aliyê Bilal ÖZTUNÇ ve ji tirkî hatiye wergerandin
Hataw Ahmed SHARIF bi nivîsa xwe ya ‘Çareserî bi Rêya Têkilî, Gotin û Ravekirinê’ ku ji aliyê İrfan ALKAN ve ji soranî hatiye wergerandin
Wehab ŞEHÎN bi nivîsa xwe ya ‘Rol û Erka Malbatê di Perwerdehiya Taybet de û Hinek Xalên Girîng ku Divê Malbat bi Baldarî Lê Binêrin’
Elîxan BOZAN bi nivîsa xwe ya ‘Şîroveya Fîlmê Syk Pike (2022) bi Çavê Narsîsîzmê’ bi me re ne.
Mêvanê me yê ‘Pirs û Bersiv’ê jî Mueyed Teyib e.