Kurdshop – Pirtûka nîvîskar û werger Sayîme Xakpûr a bi navê ‘Îran Xanim-Hawarek Ji Urmiyê’ ji aliyê Weşanxaneya Nûbiharê ve hate çapkirin. Di pirtûkê de Sayîme Xakpûr, bi rêya neqilkirina jiyana hunermendeke Kurd, derd û xem, xweşî û hêsir, ken û girî, gazinc û gilî û hewar û qêrînên komek mirovan radigihîne.
Derbarê nivîskarê de…
Sayîme Xakpûr di sala 1983an de li Rojhilatê Kurdistanê, (bajarê Urmiyê) ji dayik bûye. Li Zanîngehê, Wêje û Edebiyata Zimanên Tirkî û Farisî qedandiye û bi salan li ser zimanê Kurdî xebitiye. Sayîme Xakpûr mijûlî karê wergerê ji zimanê Kurdî bo zimanê Farsî û herwisa Farsî bo Kurdî ye. Bi dehan şanoname û fîlmname, serpêhatî, jiyanname û kurteçîrok wergerandine û di kovaran de hatine weşandin. Di ber karê wergerê de kurteçîrokan jî dinivîse. Kurteçîroka wê ya bi navê “Qêrîna Dilê Evîndarên Gundê Koranê”, di festîvala bajarê Lahe a Hollandayê de xelata kurteçîrokan a sala 2021’ê wergirtiye.
Berhemên Nivîskar
99 Morîkên Belavbûyî (Werger), (Xelata berhema herî baş a sala 2021ê li Parêzgeha Urmiyê wergirtiye.) Helîm Yûsiv, Afraz, Tehran 2020Firîna Bi Baskên Şikestî (Werger), Helîm Yûsiv, Afraz, Tehran 2020. Qêrîna Sedsalekê Karapetê Xaço (Werger), Salihê Kevirbirî, Bîjenyurd, Xorasan 2020. Hawara Bilûrê, (Werger), Ûsivê Hemîd-Afraz, Tehran 2022 Îran Xanim, Hawarek ji Urmiyê, Stenbol, Nûbihar, 2023
Kurteyek li ser jiyana Îran Xanimê
Îran an jî bi navê xwe yê hunerî Îran Xanim yan Îran Xan, di sala 1951an de li gundê Îçkeso li navçeya Somabiradost a ser bi bajarê Urmiyê ji dayik bûye.
Îran Xanim keça Evdilrehman û Perîşanê ye. Xwişkeke Îran Xanimê û birayekî wê hebûne. Perîşana dayika wan di temenekî gelekî zû de emrê Xwedê dike, her sê zarokên wê bêdayik dimînin. Dema Perîşan çavên xwe li dinyaya madî digire, zarokên wê li cem meta xwe ya bi navê Cewahir dimînin, lê meta Cewahirê ji ber sedemeke nediyar nikare li wan xwedî derkeve. Jineke bi navê Bedîcemal ku dibe xwişka hevjînê Cewahirê, wan her sê zarokan xwedî derdikeve. Mixabin piştî demeke kurt nexweşiyek tê û xwişk û birayê Îranê ji ber wê nexweşiyê jiyana xwe ji dest didin, Îran Xan bi tenê dimîne. Sal û meh derbas dibin heta ku Îran Xanim dibe keçeke 9 salî, êdî her tiştî dizane û pê dihese ku Bedîcemala dilovan ne dayika wê ye, lê bi qasî dayikekê ked daye û ew mezin kiriye. Îran ji bo ku bavê xwe û gundê xwe peyda bike, dikeve nava hewildanan.
Îran Xanim di demên zarokatiyê di dîwanxaneyên gundê Hovesnê de stranan dibêje û dîwanan bi dengê xwe yê nazik û zirav dixemilîne. Bi taybet di şevên dirêj ên payîz û zivistanan de dengê wê keça rûgeş, dengxweş û dengzêrîn li dîwanxaneyan de digere û olan dide deşta Somabiradostê. Ew yekem jina dengbêj a Kurmanc e li bajarê Urmiyê ku li radyoya Urmiyê li gel dengbêjê nemir Xalê Birê û bi hevrêtiya bilûra Mistê stran gotine. Îran Xanê kofiya xwe girê dida û diçû radyoya Urmiyê stran digotin. Bi kofiya xwe ya Şikakî û bejn û bala lihevhatî ku hertim xwe bi heft bizmalan dineqişand, xemleke wisa şêrîn dida radyoya Urmiyê, ku mirov guneh dikir lê binêre. Li Urmiyê hema hema ti kes nîne ku bi wê dengbêjê re bîranîneke wan tunebe, yan jî di mala wan de kasetek ji dengê wê nebe, heta zarokên wê serdemê jî bi dengê wê nasyar in û her yekê bîranînek ji dengê wê heye.
Dema ji Îran Xanimê pirs kirine te kengê dest bi gotina stranan kiriye, wiha gotiye:
“Ya rast ez jî nizanim, lê bi qasî ku tê bîra min ez stranan dibêjim, belkî dema zikê dayika xwe de bûm, belkî dema navika min birîn û avêtin nava çemê Zerik, belkî jî dema dayika min çû ser dilovaniya xwe, ew girî û qêrîna min di feraqa dayê de stranek bûye ku ji bo jidestdana wê min gotibe.
Îran Xanê bi xwe stranên xwe çêdikirin û digot. Piraniya stranên wê li ser xem, keser, evînê û xerîbiyê bûn. Hejmara stranên wê nediyar in, yên ku di radyoya Urmiyê de gotine, piranî di arşîvê de nehatine qeydkirin.
Dengê wê jina Kurd a hunermend di dîroka dengbêjiyê de cihekî taybet girtiye. Heta roja îro ku 21 sal li ser koça wê re derbas bûne, dengekî mîna dengê wê di guhên me de olan nedaye (di guhên me de denge nevedaye). Îran Xanima dengbêj di sala 2001ê de xatir ji me xwest û stêrkeke hunerî li esmanê Kela Dimdimê temirandin ku em hûrgilîyên koça wê ya ne adilane di pirtûka jiyana wê de bixwînin.
Tu hunermendeke Kurd bî, ji her tiştî pêştir, tu jineke dengbêj bî, tu bêxwedî û bê cih û war bî, dê mirina te jî wekî jiyana te bêserûber be. Ax ji bêkesiyê, ax ji bêwariyê, ax ji bêdadiyê.