Xelata Zêrîn a Bile ji nivîskarekî Kirmaşanî re hate pêşkeş kirin

Beşa yekem “Kurdîka” ku taybet e bi “peyvnasiya Kurdî” û zêdetir li 340 Hezar peyvan li hemû devokên zimanê Kurdî ku li 67000 rûpelan pêk tê komkiriye û biryar wisa ye ku li 30 cildan de bê weşandin. Heta niha 9 cildên vê berhemê ji aliyê çapemeniya “Dîbaçe” ya li bajarê Kirmaşanê ve hatiye çap û belavkirin. Ev 9 cildên han li 8000 rûpelan de ku 73000 peyv in, (li pîtên A heta X)ê ji xwe digire.

Ako Celîliyan, nivîskar û lêkolerê xelkê parêzgeha Kirmaşanê li Rojhilatê Kurdistanê ye, di merasîmekî kêrhatî li bajarê Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê de, xelata zêrîn a Bile (Îbrahîm Ehmed) bo sala 2023`an jêra hat pêşkêşkirin.

Ev xelata han bi sebeba zêdetir a 35 salan hewl û têkoşîna mamosta Ako Celîliyan a ji bo  parastin û tomakirina peyvên zimanê Kurdî û herwisa tomarkirina folklora navçên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, ji vî nivîskarê Rojhilatê Kurdistanê re hatiye pêşkêşkirin.

Ako Celîliyan li sala 1971`an(1350`an Rojî) li bajarê Arûn Ava ya (Şabad) girêdayî parêzgeha Kirmaşanê dayîk bûye.

Karakter dizayn: Hêmin Qaremanî

Ako Celîliyan zêdetir bi sebeba kultûra Başûr hatiye naskirin, ji ber ku mezintirîn bêjenam (Qamûs)a peyvên devokên Kurdya jêrê ku 45 Hezar peyvên Kurdî li navçeyên Kirmaşan, Îlam û Loristan ye ji girtiye.

Ev lêkolerê han yê Kurd, nêzî 30 sal temenê xwe bo li pey kevtina peyvên bingehîn yên Kurdî derbaskiriye û zêdetirîn peyvên Kurdî li devoka xelkê resen yên wan navçan ber hev kiriye û di ensîklopediyekê de bi navê (Kurdîka) de tomar kiriye. Ensîklopediya Kurdîka, lîkolîneke mezin, giştgîr û binyateke ku heta niha hevterîbên wê di nav Kurdî de nebûye.

Beşa yekem a “Kurdîka” ku taybet e bi “peyvnasîna Kurdî” û zêdetir li 340 Hezar peyv li devokên zimanê Kurdî li 67000 rûpelan de berhev kiriye û biryar wisa ye ku li 30 cildan de belav bike. Heta niha ev berhema han 9 cildên vê ji aliyê çapemeniya “Dîbaçe”ya bajarê Kirmaşanê ve hatine çap û belavkirin. Ev 9 cildên han di 8000 rûpelan de, û 73000 peyv in (li pîta A heta X)ê  ji xwe digire.

Piştî belavbûna van 30 cildan, beşên din jî ku taybet in bi cografiya, dîrok û kelepûra Kurd dê belav bike.

Beşek li berhemên Ako Celîliyan wiha ne:

- Ferhenga Başûr ku 45 Hezar peyvên Kurd ne, li navçeyên Kirmaşan, Îlam û Loristanê.

- Rengname (Koma çîrokan)

- Agir Meluç roman bi devoka Kirmaşanê.

- Zerîne û Sîmîne, çar cild in ku komkirin û li zindîkirina têksta folklora navçên Kirmaşanê yên mîna vehunandin û şîretên pêşîniyan û mamik in.

- Tarîxane

- Gencîneya devoka Îraniyan.

- Ensîklupediya Kurdîka

KURDŞOP
722 Dîtin

Dengbêjê hezkirî “Qadirê Sofyanî” koça dawî kir

Pêşangeha “Jîlemo” li Hewlêrê

Pêşangeheke taybet bi karên hunerî yên “Maşalah Mihemedî” (Arêz) ê hunermendê nîgarkêş ê xelkê Rojhilatê Kurdistanê li Hewlêrê hate vekirin.

Serkeftina Amedsporê pîroz be

Tîma topa pê ya Amed Spora Bakurê Kurdistanê ger ji aliyê şovênîzmên desthilata zordar ve rastî dijayetîkirinê hatiye û dijayetiya wê tê kirin, lê bi kêfxweşî ve heta niha kariye berdewam rêya serkeftinê bo aliyê lûtkeyê bipîve û niha bûye nûnerê dengê Kurdistaniyên her çar parçeyên Kurdistanê di qada werzişê de.

Pîrozbahî  bi boneya serkeftina Kurdan bi ser faşîzmê li Bakûrê Kurdistanê

Di van rojên borî de neteweya Kurd li Bakurê Kurdistanê du serkeftinên mezin tomar kir. Ya yekem serkeftina Partiya Kurdistanî (Dem Partî) di hilbijartinên şaredariyan de û bidestveanîna desthilata 85 şaredariyan û bi taybetî şaredariyên 11 bajarên mezin ên Bakurê Kurdistanê bû.

“Xelata Nê” xelateke nîştimanî

 Xelateke salane ji aliyê raya giştî ya xelkê gundê mezin ê “Nê” yê ser bi Merîwanê ve hatiye diyarîkirin ku biryar e ji îsal ve bi kesên hilkeftî yên warên cuda li devera Merîwanê bê bexşîn.

Sêyemîn salvegera damezrandina Kurdşopê pîroz be

Kurdşopê di sê salên xebata xwe de hewl daye bibe deng û rengê hemû Kurdan li seranserê Kurdistanê û bê cudahî li hemû beşên Kurdistanê binêre û dîrok, erdnîgarî, huner, ziman, wêje, çand û kelepûra navçeyên cuda yên Kurdistanê bi xelkê Kurdistanê bide nasandin.

Cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî pîroz be

Cejna Newrozê ji bo netewa Kurd cejna tekezîkirin e li ser mafên xwe yên rewa û bi bîranîna dîrokek dirêj e bo xebat û têkoşîna bo azadî û rizgariyê û agirê geş yê Newrozê ku ji aliyê netewa Kurd ve tê pêxistin, sembola hêviya paşerojeke geş bo netewe û nîştimana me ye.

Kombûnek bo sînemaya Kurdî li Merîwanê

Encumena Çandî-wêjeyî ya Merîwanê bi hevkariya Sînema Kurdistan, kombûnek bo sînemaya Kurdî û pêşandana sê fîlmên nû yên sê derhênerên Merîwanê bi rê ve bir.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!