Girê Mirazan a 12 hezar salî di herdu erdhejan de jî ziyan nedît

Bi lêkolîna ku hem  ji aliyê dronên hewayî ve, hem jî ji aliyê tîmên pispor  ve hatin kirin, derket holê ku avahiya dîrokî ya li taxa Orencîk a navçeya Xelîliyê ye xisar nedîtiye.

Şadî

Kurdshop – Girê Mirazan ango Göbeklîtepe ku di Cîhanê de weke ware niştecîhbûnê yê herî kevnar û di heman demê de bi dîroka xwe ya 12 hezar salî di Lîsta Mîrateya Çand a Cîhanî ya UNESCO’ê de cîh girt, piştî du erdhejên mezin ên navenda wan Gurgum (Mereş) a Bakurê Kurdistanê bû û 10 parêzgehên Kurdistanê û Tirkiyê û herwaha Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê jî bandorekî mezin kir û bû sedemê mirina bi deh hezaran microvan û hilweşîna bi deh hezaran avahiyan, di wê erdheja hinde mezin de wan avahiyên girîng yên dîrokî xisar û ziyan nedîtin.

Girê Mirazan a 12 hezar salî ku weke xala dawî ya dîrokê hate destnîşan kirin û di Lîsta Mayinde ya Mîrateya Çanda Cîhanê ya UNESCO’ê de cîh girt, bû yek ji avahiyên girîng yên dîrokî ku bi 2 erdhejên mezin yên 7,7 û 7,6 pileyan ku li Gurgumê (Mereş) rû da. Herwaha bi lêkolîna ku hem  ji aliyê dronên hewayî ve, hem jî ji aliyê tîmên pispor  ve hatin kirin, derket holê ku avahiya dîrokî ya li taxa Orencîk a navçeya Xelîliyê ye xisar nedîtiye.

Rêvebirê  Çand û Tûrîzmê yê Rihayê Aydin Aslan diyar kir, ‘’Girê Mirazan ji ber van erdhejan ti xisarek nedîtiye. Lê belê derbarê pirsa kevirên bi şiklê T da gelo ji arasteya xwe de şimitandinek heye an na? di vî milide jî me xwest bi teknîkî analîz bikin di wî milî de jî rastî ti guhertinekî cuda nehatiye.’’

Girê Mirazan ku li bajarê Riha ya Bakûrê Kurdistan bi raboriya dîrokiya xwe ya 12 hezar salî weke ‘’Xala davî ya dîrokê’’ hate destnîşan kirin, di sala 2022ê heta naha 850 hezar kes sardana deverê kir û di roja vebûnê heta naha gehîşte asta herî jor ya serdanvan û geştyaran.

KURDŞOP
1063 Dîtin

Dengbêjê hezkirî “Qadirê Sofyanî” koça dawî kir

Pêşangeha “Jîlemo” li Hewlêrê

Pêşangeheke taybet bi karên hunerî yên “Maşalah Mihemedî” (Arêz) ê hunermendê nîgarkêş ê xelkê Rojhilatê Kurdistanê li Hewlêrê hate vekirin.

Serkeftina Amedsporê pîroz be

Tîma topa pê ya Amed Spora Bakurê Kurdistanê ger ji aliyê şovênîzmên desthilata zordar ve rastî dijayetîkirinê hatiye û dijayetiya wê tê kirin, lê bi kêfxweşî ve heta niha kariye berdewam rêya serkeftinê bo aliyê lûtkeyê bipîve û niha bûye nûnerê dengê Kurdistaniyên her çar parçeyên Kurdistanê di qada werzişê de.

Pîrozbahî  bi boneya serkeftina Kurdan bi ser faşîzmê li Bakûrê Kurdistanê

Di van rojên borî de neteweya Kurd li Bakurê Kurdistanê du serkeftinên mezin tomar kir. Ya yekem serkeftina Partiya Kurdistanî (Dem Partî) di hilbijartinên şaredariyan de û bidestveanîna desthilata 85 şaredariyan û bi taybetî şaredariyên 11 bajarên mezin ên Bakurê Kurdistanê bû.

“Xelata Nê” xelateke nîştimanî

 Xelateke salane ji aliyê raya giştî ya xelkê gundê mezin ê “Nê” yê ser bi Merîwanê ve hatiye diyarîkirin ku biryar e ji îsal ve bi kesên hilkeftî yên warên cuda li devera Merîwanê bê bexşîn.

Sêyemîn salvegera damezrandina Kurdşopê pîroz be

Kurdşopê di sê salên xebata xwe de hewl daye bibe deng û rengê hemû Kurdan li seranserê Kurdistanê û bê cudahî li hemû beşên Kurdistanê binêre û dîrok, erdnîgarî, huner, ziman, wêje, çand û kelepûra navçeyên cuda yên Kurdistanê bi xelkê Kurdistanê bide nasandin.

Cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî pîroz be

Cejna Newrozê ji bo netewa Kurd cejna tekezîkirin e li ser mafên xwe yên rewa û bi bîranîna dîrokek dirêj e bo xebat û têkoşîna bo azadî û rizgariyê û agirê geş yê Newrozê ku ji aliyê netewa Kurd ve tê pêxistin, sembola hêviya paşerojeke geş bo netewe û nîştimana me ye.

Kombûnek bo sînemaya Kurdî li Merîwanê

Encumena Çandî-wêjeyî ya Merîwanê bi hevkariya Sînema Kurdistan, kombûnek bo sînemaya Kurdî û pêşandana sê fîlmên nû yên sê derhênerên Merîwanê bi rê ve bir.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!