Bi wêne...Li Gurgumê şikeftekî kevnar a dîroka wê xwedî 100-120 milyon salî hate dîtin

Bi wêneyan ve şikefta kevnar a li Gurgumê hatiye dîtin

Kurdshop – Li Gurgum a Bakurê Kurdistanê ji aliyê komeke çiyageran ve şikeftekî kevnar hate dîtin ku xwedî dîrokekî 100-120 milyon salî ye.

Koma Werzişên Xwezayî ya Gurgumê (Maraş) ya ku wek KADOS xwe daye naskirin, li taxa Tekir a Gurgumê hilkişiyan çiyayê Koyunoluk û li herêma Zozanên Ava Ardiç rastî şikeftekî hatin. Li gor nûçe di çapemeniya Tirkiyê de jî cîhgirtiye ew çiyagerane dikevin şikeftê û heta 400 metreyan jî pêşde diçin. Lê ji ber amûrên wan yên pêwîst berdest nîne paşde vedigerin û saziyên pêwendîdar agahdar dikin.

Hat ragehandin di serokatiya Berpirsê Saziya Hebûnên Xwezayî Cuma Bîlgehan de tîmeke pispor dikeve şikeftê û hin lêkolînan pêktînin. Berdevkê gruba çiyagerên KADOS  Emrah Mercan ragehand, di dema lêkolîn dikirin ku li herêmê kîjan cîh hene ku mirov lê bigere rastî wê şikeftê hatine û ew kifş kirine.

Mercan ragehand, di şikeftê de zembelîlik ango şembelîlik, bizmilûk û stûnên pir balkêş hene û ji ber ku pir zêde agahiyên me yên vê derbarê de nebûn me aliyên pêwendîdar agahdar kirin û me ji wan alîkarî xwest. Herwaha me ew jî vexwandin û me lêkolîn pêkanîn. Ji bo ku Gurgum baştir bê danasîn kirin û ev şikefte jî bi wê armancê di danasîna bajar de ji bo bê bikaranîn me daxwaza alîkariyê kir.

Ji aliyê din ve serokê lêkolînên şikefta Dîreklî ya Gurgumê û serokê beşa Arkeolojiya Zanîngeha Haci Bayram Velî ya Enqerê Doç.Dr. Cevdet Merîh Erek jî ragehand, li bakur û bakurê rojavayê bajarê Gurgumê çiyayî ye û ji ber wê jî gelek şikeft û penagehên bin zinaran lê hene.

Herwaha got, li bajar hin lêkolînên ku pêkanîne gelek destkeftên bi nirx ên arkeolojik û xwezayî û şikeftên bi wî awayî destnîşan kirine.

Erek ragehand, ji cîhê çavkaniya çemê Arkitê ve ew lêkolînên ku pêkanîne aşkera kiriye gelek şikeftên kûr û dirêj destnîşan kirine û ew şikeftane xwedî raboriyekî 100 heta 120 milyon salî ne. Herwaha piştî gelek xebatên tektonik derketiye ku ew şikeftane beşekî piraniya wan dem bi dem bi hev ve hatine girêdan, an jî girêdana wan a bi hev ve qut bûye.

Navborî diyar kir, raborî û dîroka wan şikeftan em dizanin ku gelekî kevnare û ev yek ji şembelîlik û bizmilûk û stûnên mezin û dirêj jî aşkera dibe. Heta hindek şembelîlik û bizmilûk û stûn bi demê re geheştine hev û bi hev ve hatine girêdan.

KURDŞOP
818 Dîtin

Dengbêjê hezkirî “Qadirê Sofyanî” koça dawî kir

Pêşangeha “Jîlemo” li Hewlêrê

Pêşangeheke taybet bi karên hunerî yên “Maşalah Mihemedî” (Arêz) ê hunermendê nîgarkêş ê xelkê Rojhilatê Kurdistanê li Hewlêrê hate vekirin.

Serkeftina Amedsporê pîroz be

Tîma topa pê ya Amed Spora Bakurê Kurdistanê ger ji aliyê şovênîzmên desthilata zordar ve rastî dijayetîkirinê hatiye û dijayetiya wê tê kirin, lê bi kêfxweşî ve heta niha kariye berdewam rêya serkeftinê bo aliyê lûtkeyê bipîve û niha bûye nûnerê dengê Kurdistaniyên her çar parçeyên Kurdistanê di qada werzişê de.

Pîrozbahî  bi boneya serkeftina Kurdan bi ser faşîzmê li Bakûrê Kurdistanê

Di van rojên borî de neteweya Kurd li Bakurê Kurdistanê du serkeftinên mezin tomar kir. Ya yekem serkeftina Partiya Kurdistanî (Dem Partî) di hilbijartinên şaredariyan de û bidestveanîna desthilata 85 şaredariyan û bi taybetî şaredariyên 11 bajarên mezin ên Bakurê Kurdistanê bû.

“Xelata Nê” xelateke nîştimanî

 Xelateke salane ji aliyê raya giştî ya xelkê gundê mezin ê “Nê” yê ser bi Merîwanê ve hatiye diyarîkirin ku biryar e ji îsal ve bi kesên hilkeftî yên warên cuda li devera Merîwanê bê bexşîn.

Sêyemîn salvegera damezrandina Kurdşopê pîroz be

Kurdşopê di sê salên xebata xwe de hewl daye bibe deng û rengê hemû Kurdan li seranserê Kurdistanê û bê cudahî li hemû beşên Kurdistanê binêre û dîrok, erdnîgarî, huner, ziman, wêje, çand û kelepûra navçeyên cuda yên Kurdistanê bi xelkê Kurdistanê bide nasandin.

Cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî pîroz be

Cejna Newrozê ji bo netewa Kurd cejna tekezîkirin e li ser mafên xwe yên rewa û bi bîranîna dîrokek dirêj e bo xebat û têkoşîna bo azadî û rizgariyê û agirê geş yê Newrozê ku ji aliyê netewa Kurd ve tê pêxistin, sembola hêviya paşerojeke geş bo netewe û nîştimana me ye.

Kombûnek bo sînemaya Kurdî li Merîwanê

Encumena Çandî-wêjeyî ya Merîwanê bi hevkariya Sînema Kurdistan, kombûnek bo sînemaya Kurdî û pêşandana sê fîlmên nû yên sê derhênerên Merîwanê bi rê ve bir.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!