Yêkemîn Mersima Xelata Zara bo zimanê Kurdî bi rê ve çû

Xelata Zara bo zimanê Kurdî bi Navenda Vejînê hate bexşîn

Di merasimeke bicoş de Xelata Zara bo zimanê Kurdî bi Navenda Vejînê hate bexşîn û vê navendê jî spasiya kurdşopê kir.

 

Roja Şemiyê 07.01.2023`an bi amadebûna Birêz Welat Qadirî serokê Saziya Kurdşopê û endamên birêveberiya vê saziyê û dehan kesayetiyên akademî û nivîskar û helbestvan, merasima Xelata Zara bo zimanê Kurdî bi xwendina sirûda neteweyî a Ey Reqîb û ragirtina bîstekê bêdengî bo rêzgirtin ji riha pak a şehîdên Kurd û Kurdistanê bi rê ve çû.

Piştre peyama Desteya Amadekar a Xelata Zarayê ji aliyê birêz Kamil Necarî birêveberê projeyên Kurdşopê ve hate xwendin.

Di beşeke vê peyamê de hatibû:

“Eşkere ye ku li raserî Kurdistanê sedan kes bi awayê xwebexşane xizmetê bi zimanê Kurdî dikin û gelek kesî temenê xwe di vê riyê de danîne. Lewra jî destnîşankirina navê kes yan navendekê bo vê xelatê bi wateya piştguhxistina xizmeta kesên din nîne. Ev hewldana me jî tenê di çarçoveya saziyeke medenî de ye û em hêvîdar in ku saziyên hikûmetî û zankoyên Kurdistanê jî zêdetir girîngiyê bi xizmetkarên xwebexş ên zimanê Kurdî li her çar perçeyên Kurdistanê bidin. 

Li vir em wek Desteya Birêveberiya Saziya Kurdşopê pîrozbahiyê dibêjne Navenda Çandî-Hunerî a Vejînê li Rojhilatê Kurdistanê, ku bi sedema nêzî 20 salî xebata di warê zimanê Kurdî de, û herwiha vegeşandina zimanê Kurdî û herwiha rêkxistina ferhengên zimanê Kurdî di biyavê înternet û dîcîtalê de, ji aliyê lêjneya dadweran ve wek yekemîn wergirê Xelata Zara bo xizmeta bi zimanê Kurdî hatiye destnîşankirin.

Em hêvîdar in ku ev sazî ku bi hewl û karê xwebexşî ê dehan lawên Rojhilatê Kurdistanê xizmeteke zaf bi zimanê Kurdî kiriye, li ser kar û çalakiyên xwe û xizmeta bi zimanê Kurdî berdewam be û di vê riyê de kevirê sar û germ nekeve ser riya wan”.

 

Piştre Birêz Welat Qadirî serokê Saziya Kurdşopê gotarek di vê derheqê de pêşkêş kir.

Navbirî di gotara xwe de bal kişande ser armanca Kurdşopê ji danîna Xelata Zarayê û got:

“Xatircem bin serbarê hemû pîlaneke neyaran bo helandina zimanê Kurdî û destbiserkirina mamostayan û çêkirina astengan li ser riya wan, lê em bi hezkirina zimanê dayîkê û vegeşandina wê dikarin serkevin. Her wek ku Pêşewa Qazîmihemed ji bo hezkirina zimanê dayîkê kerem kiriye: Zimanê dayîkê beşek ji şîrê dayîkê ye ku tevlî xwîn û goştê me bûye. Lewra divê em li zimanê xwe hez bikin. Di dawiya axaftina xwe de hêvî dikim ku Mamosta Zara û hemû mamostayên din ên girtî bêne berdan ger li her cihekî bin, û hêvî dikim ku sala bihêt li Rojhilatê Kurdistanê û li jêr siya alaya pîroz a Kurdistanê de em bikarin duyemîn merasima xelata Zara bi amadebûna Mamosta Zarayê bi rê ve bibin”.

 

Di beşeke din a vê merasimê de helbestek li jêr navê “Zara xurrey zêyek, rûn be befrawî spîy kiwêstan” ji nivîsîna Mamosta Ako Elyasî ji aliyê birêz Dilniya Lutfî ve hate xwendin.

 

Xwendina rapora Lêjneya Dadwerên Xelata Zara bo xizmeta zimanê Kurdî jî beşeke din a vê merasimê bû ku ew rapor ji aliyê birêz Mamosta Xalid Cemîl ve hate xwendin.

Piştî vê raporê hate ragehandin ku Navenda Vejînê pileya yekem bi dest xistiye, û nûnerê Navenda Vejînê Birêz Hamid Konepoşî ku ji Rojhilatê Kurdistanê hatibû Başûr, ew xelat ji destê Birêz Welat Qadirî serokê Kurdşopê wergirt.

 

Piştre Birêz Hamid Konepoşî peyama Navenda Vejînê pêşkêş kir.

Rêzdar Hamid Konepoşî di gotara xwe de wiha got:

“Danîna Xelata Zara bo Zimanê Kurdî di rastî de emegdariyek e bo Zarayê û bisembolkirina Zarayê ye”. Navbirî herwiha zêde kir: “Em divêt zimanê Kurdî digel serdema nû de biguncînin. Navenda Vejînê hewl daye ku hewcehiyên serdem nas bike, samana zimanê Kurdî digel cîhana nû de biguncîne, ya ku bi zimanê Kurdî hatiye nivîsîn an jî li ser zimanê Kurdî hatiye nivîsîn, yan li ser Kurdistanê hatiye nivîsîn, hemiyê wek samana zimanê Kurdî kom bike û îmkanê pêk bîne bo lêkolîna li ser ziman, û bi vî awayî ne tenê ji riya perwerdehiyê ve ku Navendên wek Nûjînê ku Zara yek ji berpirsyaran û avakerên wê bûye, û navendên wek Vejîn ku di warê perwerdehiya zimanê Kurdî de çalak in, ne tenê li ber axaftivanan belku li ber pergala zimanî û wek geşedana samana zimanî hewl daye ku zimanê Kurdî vegeşîne ji riya komkirina samana zimanê Kurdî di projeyên curbicur de.

Lewra ez spas dikim ku giringî dane Navenda Vejînê, û diyar e li rex kesên din û aliyên din ku hewleke wiha didin  bo ziman, bo me cihê kêfxweşiyê ye û dîsan spas”.     

 

Piştî peyama navbirî, raporek ku li ser kar û çalakiyên Navenda Vejînê bi vîdyo hatibû amadekirin hate nîşandan.

 

Desteya Birêveber a Navenda Nojînê jî ku Mamosta Zara tê de endam e, peyamek bi vê boneyê şandibû, ku ew peyam ji aliyê birêz Yelda Qadirî pêşkêşkara merasimê ve hate xwendin.

Di beşeke vê peyamê de hatibû:

“Di salên borî de em çendîn carî berbirûyê serkutê ji aliyê deshilata navendî ve bûn wek sepandina hukmê pênc salan zindanê bi ser Zara Mihemedî û destbiserkirina çendîn mamostayên din ên zimanê Kurdî ên Encûmena Nûjînê û daxistina çend çiqên vê navendê li bajarên Kurdistanê. Lê kêm nînin ew sazî û navendên ku serbarê hemû zextan ji qada piraktîkê dernakevin û bawermendane riya gihîştina bi armancê dipîvin. Lewra ya ku niha di dema serhildana şoreşa Kurdistanê de cihê baldanê ye, bandora kesayetî û navendên parêzerê ziman e li ser civakê û berfirehtirbûna dengê nasnamexwazî û mafxwaziyê li ser xelkê Kurdistanê.

 

Waye niha li salvegera berxwedana Zaraya nîştiman wek hêmaya zimanê Kurdî, bextewerane Saziya Kurdşopê bi danîna xelata Zarayê pêngaveke gelek mezin di warê piştevaniya ji nasnameya Kurdî hilgirtiye û serbarê spas û pêzanînê li hemberî vî karê wan ê nîştimanî em destê wan digihuşin û hêvî dikin di salên bê de di rewşeke Kurdistanî û li Rojhilatê Kurdistanê em vê merasimê bi rê ve bibin. Di dawiyê de em pîrozbahiya xwe dibêjne kesayetî an navenda hilbijartina Xelata Zarayê û hêviya serkeftinê ji hemû rêvîngên riya serbestiya Kurdistanê re dixwazin”.

 

Di beşa dawiyê a merasimê de Saziya Kurdşopê lewheke rêzgirtinê pêşkêşî malbata Zara Mihemedî kir ku ew lewh ji aliyê Ebûbekir Mecîd Birêveberê Yasayî ê Kurdşopê ve radestî Birêz Hêybet Mihemedî birayê Zarayê hate kirin, û piştre Birêz Hêybet Mihemedî rû li beşdarên merasimê axaftinek derheqê kar û xebata Zarayê pêşkêş kir.

Navbirî di vî warî de wiha got: “Dema ku Zara temenê wê pênc sal bû, wê demê em dersxwanê mamosta Şerîf û mamostayên din bûn, û min pirtûka “Milwankey Şîn” hebû û min tê de helbesta “Mamostay Qotabxane” dixwand, wê demê Zarayê li min pirsî: “Ew mamostayên xwendegehê çima hatine destbiserkirin?”, min jî gotê dema tu mezin bûyî, tu dê bersiva vê pirsê wergirî. Her wê salê ez bûme pêşmerge û min Zara nedît, û piştre çûme Ewropayê û sala 2011an vegeriyam û min Zara dît. Wê demê Zarayê êdî bersiva pirsiyara xwe peyda kiribû. Wê demê Zarayê li Sine digel hevalên xwe li zankoya Peyama Nûr çalakiyên zimanê Kurdî bi rê ve dibirin, û Encûmena Nûjînê ava kirin û karîn li bajarên Sine û Seqiz û Kamiyaran û Dêhgulan û zêdetir ji 120 gundên parêzgeha Sine bi awayê xwebexş û bi ti piştevaniyekê xizmeta zimanê Kurdî bikin û lawên Kurd hînî zimanê Kurdî bikin. Heta li Kirmaşan û Îlamê jî dersên zimanê Kurdî danîn. Herçend li Îlamê dersdana zimanê Kurdî qedexe kirin û êrîşî ser wan kirin û gelek ji wan destbiser kirin bo ku wan çavtirsandî bikin û cardin dersa zimanê Kurdî nebêjin. Zarayê deh sal ji temenê xwe bo dersa zimanê Kurdî danî, û tenê sermiyana wan sermiyana mirovî a wê û hevalên wê bû”.

Navbirî di beşeke din a axaftina xwe de behsê hukmê girtina Zarayê kir û got: “Di xalekê de hatiye ku Zara daxwaza perwerdehiya bi zimanê Kurdî dike, nek xwendina bi zimanê Kurdî. Di xaleke din de hatiye ku Zara ser vê baweriyê ye ku Kurd netewe ye nek qewm. Çend caran rasterast yan nerasterast daxwaz lê kiribûn ku an dev ji wanegotinê berde, an jî welat bi cih bihêle, lê Zara gelek bi eşkereyî dibêje wan, ger hûn heya ebed jî min destbiser bikin ez dev ji çalakiyên xwe bernadim. Ne tenê pênc sal zindan belku min îdam jî bikin ez welatê xwe bi cih nahêlim. Zara heta di zindanê de jî hevkariya wan jinan dike ku di girtîgehê de ne û nikarin gel malbatên xwe baxifin. Ew hevjînê xwe dişîne cem malbatên wan jinên girtî ku li gundên dûrdest dijîn û li wir hevjînê wê telefona xwe dide malbatên wan bo ku digel wan jinçn girtî baxifin. Kesê ku xebatkar ji dayîk bû, heya mirinê jî her xebatkar dimîne. Zarayê axaftineke binirx heye ku dibêje, her mirovek ku ji dayîk dibe, bi erkekê ve tê dinê, û ew erk jî parastin û xizmetkirina bi welat e. Ez hêvî dikim ku em jî hîn bin û bedela vê ku bêjin Soqrat wiha got û Eflaton wiha got û ...hwd, em bêjin Zarayê wiha got, Mamosta Ferzadê Kemanger wiha got, Selahedîn Demîrtaş wiha got, Duktur wiha got. Me ew qas kesayetî di civaka Kurdî de hene ku em jî bikarin ji zimanê wan ve baxifin. Careke din spasiya Kurdşopê û birêveberên vê merasimê dikim ku karekî gelek baş kirin. Ez xatircem im ku ger Zara îro li vir bûya, dê destê we gelek bi germî bigihuşîba, ne li ber vê ku piştevaniya Zarayê dike, belku li ber vê ku bo mafê neteweyî xebatê dike. Gelek spas”.

 

 

 

  

 

 

 

  

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

KURDŞOP
976 Dîtin

Dengbêjê hezkirî “Qadirê Sofyanî” koça dawî kir

Pêşangeha “Jîlemo” li Hewlêrê

Pêşangeheke taybet bi karên hunerî yên “Maşalah Mihemedî” (Arêz) ê hunermendê nîgarkêş ê xelkê Rojhilatê Kurdistanê li Hewlêrê hate vekirin.

Serkeftina Amedsporê pîroz be

Tîma topa pê ya Amed Spora Bakurê Kurdistanê ger ji aliyê şovênîzmên desthilata zordar ve rastî dijayetîkirinê hatiye û dijayetiya wê tê kirin, lê bi kêfxweşî ve heta niha kariye berdewam rêya serkeftinê bo aliyê lûtkeyê bipîve û niha bûye nûnerê dengê Kurdistaniyên her çar parçeyên Kurdistanê di qada werzişê de.

Pîrozbahî  bi boneya serkeftina Kurdan bi ser faşîzmê li Bakûrê Kurdistanê

Di van rojên borî de neteweya Kurd li Bakurê Kurdistanê du serkeftinên mezin tomar kir. Ya yekem serkeftina Partiya Kurdistanî (Dem Partî) di hilbijartinên şaredariyan de û bidestveanîna desthilata 85 şaredariyan û bi taybetî şaredariyên 11 bajarên mezin ên Bakurê Kurdistanê bû.

“Xelata Nê” xelateke nîştimanî

 Xelateke salane ji aliyê raya giştî ya xelkê gundê mezin ê “Nê” yê ser bi Merîwanê ve hatiye diyarîkirin ku biryar e ji îsal ve bi kesên hilkeftî yên warên cuda li devera Merîwanê bê bexşîn.

Sêyemîn salvegera damezrandina Kurdşopê pîroz be

Kurdşopê di sê salên xebata xwe de hewl daye bibe deng û rengê hemû Kurdan li seranserê Kurdistanê û bê cudahî li hemû beşên Kurdistanê binêre û dîrok, erdnîgarî, huner, ziman, wêje, çand û kelepûra navçeyên cuda yên Kurdistanê bi xelkê Kurdistanê bide nasandin.

Cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî pîroz be

Cejna Newrozê ji bo netewa Kurd cejna tekezîkirin e li ser mafên xwe yên rewa û bi bîranîna dîrokek dirêj e bo xebat û têkoşîna bo azadî û rizgariyê û agirê geş yê Newrozê ku ji aliyê netewa Kurd ve tê pêxistin, sembola hêviya paşerojeke geş bo netewe û nîştimana me ye.

Kombûnek bo sînemaya Kurdî li Merîwanê

Encumena Çandî-wêjeyî ya Merîwanê bi hevkariya Sînema Kurdistan, kombûnek bo sînemaya Kurdî û pêşandana sê fîlmên nû yên sê derhênerên Merîwanê bi rê ve bir.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!