Peyama Rêzdar Welat Mihemed Salih serokê Saziya Kurdşopê Bo Merasima Xelata Zara

Merasima bexşîna Xelata Zara bo zimanê Kurdî

Dem baş, amadebûyiyên hêja, mamosta û lêkolerên birêz, zimanzan û nivîskarên birûmet, sazî û medyayên mandînenas, kesayetiyên xweşnav û naskirî ên civaka Kurdî, hemû aliyek bixêr bên. Spas ku ji riya dûr û nêzîk ve hatine vir.

Em wek Saziya KURDŞOP`ê xwe gelek bextewer dizanin û em kêfxweş in ku me kariye ew soza ku salekê berî niha di dema zindanîkirina Mamosta Zarayê de me dabû, wek erkeke pîroz û nîştimanî bi cih bigehînin.

Saziya KURDŞOP`ê bi dîtina wê valahiya mezin ku heye di warê ziman de, û bi hestkirina bi berpirsyariyeke neteweyî biryar da ku bo yekem car xelateke taybetî di biyavê ziman de pêşkêşî civaka Kurdî bike, heya ku nivîskar û mamosta û zimanzan bikarin şiyanên xwe tê de zêdetir nîşan bidin û zêdetir ji wan re bibe palder bo xizmetkirina bi zimanê Kurdî, û herwiha xelat jî xelatek be ku li gor çavnihêriya we zimandostên rêzdar be, û bibe sedema zêdetir vegeşandina zimanê Kurdî û pêwendiya di navbera zaravayan û zêdetir nasiyarbûna wan digel hevdu û danîna kevir li ser kevirê peyva Kurdî bo zêdetir bilindkirin û vegeşandina wê.

 

Mêhvanên qedirgiran!

Herwek ku em hemû dizanin, niha mamosta Zara di girtîgehê de ye, lê em xatircem in ew di girtîgehê de jî nasekine û dê xizmeta xwe bo zimanê Kurdî bidomîne, û dê waneyên xwe bêje, û Komara Îslamiya Îranê jî herçend wiha dihesibîne ku bi vî karê nemirovane ku dike, dikare rêgiriyê ji vegeşandina zimanê Kurdî bike, lê em xatircem in ku bi hebûna kesên wek mamosta Zarayê û gelek mamostayên din dê zimanê Kurdî hertim di kopîtkê de be.

Herwiha em dixwazin di vê rewşê de, ji riya Xelata Zarayê ve bi hevkariya pispor û dilsojên zimanê Kurdî bingeheke me`irîfî û sembolîk bo siberoja zimanê Kurdî û vegeşandina vê ava bikin.

Xatircem bin serbarê hemû pîlaneke neyaran bo helandina zimanê Kurdî û destbiserkirina mamostayan û astengkirina wan, lê em dikarin bi hezkirina zimanê dayîkê û vegeşandina wê serftinê bi dest bixin. Her wek ku Pêşewa Qazîmihemed ji bo hezkirina zimanê dayîkê kerem kiriye: Zimanê dayîkê beşek ji şîrê dayîkê ye ku tevlî xwîn û goşta me bûye. Lewra divê em li zimanê xwe hez bikin. Di dawiya axaftina xwe de hêvî dikim ku Mamosta Zara û hemû mamostayên din ên girtî bêne berdan ger li her cihekî bin, û hêvî dikim ku sala bihêt li Rojhilata Kurdistanê û li jêr siya alaya pîroz a Kurdistanê de em bikarin duyemîn merasima xelata Zara bi amadebûna Mamosta Zarayê bi rê ve bibin”.

Herwiha bi hewce jî dizanim silavan bişînim bo riha pak a hemû şehîdên Kurdistanê û bitaybetî şehîdên van dawiyane ên serhildana Rojhilatê Kurdistanê

 

Bijî Kurd

Bijî Kurdistan

Jin, Jiyan, Azadî

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

KURDŞOP
1111 Dîtin

Dengbêjê hezkirî “Qadirê Sofyanî” koça dawî kir

Pêşangeha “Jîlemo” li Hewlêrê

Pêşangeheke taybet bi karên hunerî yên “Maşalah Mihemedî” (Arêz) ê hunermendê nîgarkêş ê xelkê Rojhilatê Kurdistanê li Hewlêrê hate vekirin.

Serkeftina Amedsporê pîroz be

Tîma topa pê ya Amed Spora Bakurê Kurdistanê ger ji aliyê şovênîzmên desthilata zordar ve rastî dijayetîkirinê hatiye û dijayetiya wê tê kirin, lê bi kêfxweşî ve heta niha kariye berdewam rêya serkeftinê bo aliyê lûtkeyê bipîve û niha bûye nûnerê dengê Kurdistaniyên her çar parçeyên Kurdistanê di qada werzişê de.

Pîrozbahî  bi boneya serkeftina Kurdan bi ser faşîzmê li Bakûrê Kurdistanê

Di van rojên borî de neteweya Kurd li Bakurê Kurdistanê du serkeftinên mezin tomar kir. Ya yekem serkeftina Partiya Kurdistanî (Dem Partî) di hilbijartinên şaredariyan de û bidestveanîna desthilata 85 şaredariyan û bi taybetî şaredariyên 11 bajarên mezin ên Bakurê Kurdistanê bû.

“Xelata Nê” xelateke nîştimanî

 Xelateke salane ji aliyê raya giştî ya xelkê gundê mezin ê “Nê” yê ser bi Merîwanê ve hatiye diyarîkirin ku biryar e ji îsal ve bi kesên hilkeftî yên warên cuda li devera Merîwanê bê bexşîn.

Sêyemîn salvegera damezrandina Kurdşopê pîroz be

Kurdşopê di sê salên xebata xwe de hewl daye bibe deng û rengê hemû Kurdan li seranserê Kurdistanê û bê cudahî li hemû beşên Kurdistanê binêre û dîrok, erdnîgarî, huner, ziman, wêje, çand û kelepûra navçeyên cuda yên Kurdistanê bi xelkê Kurdistanê bide nasandin.

Cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî pîroz be

Cejna Newrozê ji bo netewa Kurd cejna tekezîkirin e li ser mafên xwe yên rewa û bi bîranîna dîrokek dirêj e bo xebat û têkoşîna bo azadî û rizgariyê û agirê geş yê Newrozê ku ji aliyê netewa Kurd ve tê pêxistin, sembola hêviya paşerojeke geş bo netewe û nîştimana me ye.

Kombûnek bo sînemaya Kurdî li Merîwanê

Encumena Çandî-wêjeyî ya Merîwanê bi hevkariya Sînema Kurdistan, kombûnek bo sînemaya Kurdî û pêşandana sê fîlmên nû yên sê derhênerên Merîwanê bi rê ve bir.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!