Beşdarên rêzdar ên merasima pêşkêşkirina yekem xelata Zara bo Zimanê Kurdî!
Ziman pênaseya herî sereke a netewe ye. Hebûn û mana her neteweyekê di pileya yekem de girêdayî ye bi mana zimanê vê neteweyê. Bi dirêjahiya dîrokê û bi taybetî di sedsala borî de bi dehan zimanî li ser topa erdê ji nav çûne û axaftinvanên van zimanan, zimanê cîranên xwe yan zimanê ola xwe wergirtine û zimanê xwe ji bîr kirine. Bi vî awayî jî di nav gelan û neteweyên din de heliyane û bûne beşek ji wan neteweyên ku zimanê wan helandine.
Di sedsala borî de û bi taybetî piştî şerê yekem ê cîhanî û herifîna împeratoriya Usmanî û serhildana dewlet-neteweyan li Rojhilata Navîn, dewletên zal bi ser Kurdistanê de û bi taybetî li sê parçeyên Bakûr, Rojhilat, Rojavayê Kurdistanê û beşeke Başûrê Kurdistanê hewla kêmrengkirin û nehêlana zimanê Kurdî û ji wê riyê ve jî hewla jinavbirina Kurd ji riya helandin û asîmîlekirina van neteweyan ve dane.
Siyaseta serkuta zimanî û jînosayda spî bi taybetî li Bakûr û Rojhilatê Kurdistanê tundtir ji herêmên din bûye û herçend ku dewletên dagîrker ên van du beşên Kurdistanê, du siyasetên heya radeyekê cuda girtine pêş, lê armanca siyaseta herduka jî her yek bûye û encam jî gelek ji hevdu cuda nebûn.
Di van du parçeyên Kurdistanê de bi milyonan Kurdî bi sedema siyasetên asîmîlekirinê ji Kurdbûnê hatine şûştin û niha yan xwe bi Tirk û Fars dihesibînin, yan jî wek beşeke zêde ji Lor û Bextiyariyan ku xwe wek neteweyeke cuda dihesibînin.
Di çarçoveya vê siyasetê de li Rojhilatê Kurdistanê çend salek e ku deshilata dagîrker di hewla vê yekê de ye ku Lekên Rojhilatê Kurdistanê jî ji Kurdistanê veqetîne û bo vê meremê jî ferhengistana zimanê Farsî di demekê de ku hêşta siyaseta fermî a xwe li hemberî zimanê Kurdî ranegehandiye, zaravayê Lekî ê zimanê Kurdî wek zimanekî serbixwe bi fermî nas kiriye.
Li hemberî hewlên dagîrkerên Kurdistanê xelkê Kurdistanê û nivîskar û rewşenbîr û çalakên siyasî û medenî ên Kurd ew qasê ku ji destê wan hatiye, hewl ji bo parastin û vegeşîn û pêşkeftina zimanê Kurdî dane.
Di du dehikên borî de li Rojhilatê Kurdistanê rêkxirawên medenî roleke sereke di warê parastin û vegeşandina zimanê Kurdî ji riya fêrkarî û perwerdehiya bi vê zimanê de hebûne û bi sedan û hezaran zarokên Kurd bi awayê xwebexşane fêrî xwendin û nivîsîna bi zimanê dayîkê kirine û di vê riyê de jî berbirûyê gelek astengiyan û kêşeyan bûne, lê her li ber xwe dane.
Di sala borî de jî du mamostayên zimanê Kurdî ku herduk jî jin bûn bi navên Zara Mihemedî û Mûjgan Kavûsî tenê bi sedema gotina waneya Kurdî bi zarokên Kurd bi têkdana ewlehiya neteweyî a Îranê hatine tohmetbarkirin û ji aliyê deshilata dadwerî a vî welatî ve hatine destbiserkirin.
Zindanîkirina mamostayên zimanê Kurdî ku nîşaneyeke zelal a dijberiya deshilatdarên Îranê li hember perwerdehiya zimanê Kurdî û perwerdeya bi zimanê Kurdî ye, nîşanderê wê rewşa metirsîdar e ku mamostayên zimanê Kurdî û çalakên warê perwerdeya bi zimanê Kurdî û nivîskarên Kurdînûs di vê parçeya Kurdistanê de digel de berbirû dibin.
Her lewra jî wek Saziya Kurdşpopê me biryar da ku wek emegdariyekê bo wî mamostayî û hemû wan mamostayên ku xizmeta zimanê Kurdî dikin, Xelata Zara bo xizmetkirina zimanê Kurdî ragehînin û hemû salê di salvegera zindanîkirina Mamosta Zara Mihemedî de pêşkêşî wan kes û navendan bikin ku zêdetirîn xizmet bi zimanê Kurdî kirine.
Eşkere ye ku li raserî Kurdistanê sedan kes bi awayê xwebexşane xizmetê bi zimanê Kurdî dikin û gelek kesî temenê xwe di vê riyê de danîne. Lewra jî destnîşankirina navê kes yan navendekê bo vê xelatê bi wateya piştguhxistina xizmeta kesên din nîne. Ev hewldana me jî tenê di çarçoveya saziyeke medenî de ye û em hêvîdar in ku saziyên hikûmetî û zankoyên Kurdistanê jî zêdetir girîngiyê bi xizmetkarên xwebexş ên zimanê Kurdî li her çar perçeyên Kurdistanê bidin.
Li vir em wek Desteya Birêveberiya Saziya Kurdşopê pîrozbahiyê dibêjne Navenda Çandî-Hunerî a Vejînê li Rojhilatê Kurdistanê, ku bi sedema nêzî 20 salî xebata di warê zimanê Kurdî de, û herwiha vegeşandina zimanê Kurdî û herwiha rêkxistina ferhengên zimanê Kurdî di biyavê înternet û dîcîtalê de, ji aliyê lêjneya dadweran ve wek yekemîn wergirê Xelata Zara bo xizmeta bi zimanê Kurdî hatiye destnîşankirin.
Em hêvîdar in ku ev sazî ku bi hewl û karê xwebexşî ê dehan lawên Rojhilatê Kurdistanê xizmeteke zaf bi zimanê Kurdî kiriye, li ser kar û çalakiyên xwe û xizmeta bi zimanê Kurdî berdewam be û di vê riyê de kevirê sar û germ nekeve ser riya wan.
Desteya Birêveberiya Saziya Kurdşopê