Çiro Hewramî
Riwar yek din ji gundê kevnar ê Hewramana Text e û ser bi bajarokê Sewlava yê ser bi Sinê ye. Riwar gundekî pir kevn e û dîroka wî 6 hezar sal e. Li vî gundî kesayetiyên mezin û navdar hene ku em ê di berdewamiya gotarê de behsa wan bikin. Li gor amarên dawî hejmara rûniştiyên vî gundî nêzîkî 277 kes e û bi alxahînî ve niha ew amare kêm yan zêde kiriye.
Beriya avakirina bendava Dariyanê, gundê Riwar gundekî bi pîlekanî li quntara çiyayên Kosalanê bû ku çemê Sîrwanê ji tenişt re diherikî, lê di sala 2015an de ji ber çêkirina bendava Dariyanê, Riwa kete bin avê û tenê 30 mal jê man û paşê xelkê gund bi mewdayek kêm ve jortir ji şûna berê wate li quntara çiyayên Kosalanê, ji nû ve malên xwe ava kirin. Mixabin ji ber bendavê Riwa şiklê xwe yê berê ji dest da û piranî kete bin avê.
Riwar wek girseya zanayan û zanistxwazan tê naskirin, di serdema “Ehmed San” de, ev gunde bo heyameke dirêj navenda çand û edebiyatê ya herêmê bû. Li gorî çîrok û vegotinan, Ehmed San sîstemek bi awayekî nûjen û îroyî ava kiriye û ev sîsteme wisa kiriye ku Riwar bibe navendeke çandî. Li gorî vegotinan û bihîstina me, Ehmed San xwediyê avahiyek çend qatî bûye, ku her qatek taybet bi tiştekî bûye, wek mînak qata yekem çek û cebilxane tê de bûne, qata duyemîn cihê belge û herwisa pirtûkxaneyê bûye û qata sêyemîn jî cihê mana wî bûye. Mixabin em hemû dizanin ku li dirêjahiya dîrokê di navbera deshilatdar û mîr û axayên Kurdistanê de nakokî derketine û carnan jî yekgirtî û yekdeng nebûne, her lewma di serdema desthilata Ehmed San de, bavê Mehmûd Xanê Dizlî bi Qacaran re rêk ketiye û hatine ew şêwe sîstema Ehmed San ji nav birine û Riwar dagîr kirine û eva jî di dîrokê de yekem car bûye ku Riwar hatiye dagîrkirin û ew navenda siyasî û kultûrî ji nav birine.
Di vê navendê de gelek mamosteyên mezin wane gotine û Ehmed San jî bi xwe girîngiyeke zêde daye wêje û çanda Kurdî. Kesayetekî din ê girîng û navdar ê vî gundî “Mela Xidirê Riwar” e.
Mela Xidirl Riwar helbestvanekî mezin ê Kurdistanê bûye û xwedanê çend pirtûkekê bûye. Mela Hesen di sala 1725an de li Riwarê ji dayîk bûye û di sala 1790ê de koça dawî kiriye û her li wir bi axê hatiye spartin.
Riwar bi hinar û hejîrên xwe ve navdar e, gelek rûniştiyên gund bi baxçevanî û çandiniya êmîşên cur bi cur ve mijûl in, lê bi piranî hinar û hejîran berhem tînin, ji ber ku keşûhewaya vî gundî ji bo berhemanîna hinar û hejîran pir guncaw e. Her sal hinar û hejîrên Riwarê ji bo gund û bajarên din ên Rojhilatê têne hinardekirin û ev jî ji bo gundiyan çavkaniya dahatek baş e, lê ji ber bendava Dariyanê 250 bax ketine bin avê û ev yeka jî di warê aborî de xisarek berçav bi xelkê gund û baxên wan xist. Her çiqas xelkê gund piştre bi çêkirina xaniyên nû li jorîn û baxçên nû jî çandin, lê çimkî niha baxçe sawa ne, bi qasî berê dahatek baş nînin.
Li Riwarê ji bilî baxçevaniyê girîngiyeke taybet bi çandiniyê jî tê dayîn, ji ber ku çemê Sîrwanê li kêleka gund e û bûye çavkaniyeke baş a avê ji bo çandiniyê. Piştî çêkirina bendavê hatinûçûnkirin û veguhastina keresteyan ji Riwarê ve bo gundên ew aliyê avê yên wek “Silên û Naw”ê bi belemên motorî tê kirin.