Evîn Teyfûr
Daristan, kaş û ziyareta Qere Berkel yek ji çiyayên biçûk, pîroz û xwedî wateyeke ayînî, olî ya herêma Kobanî û deşta Sirûcê ye. Qere Berkel hem wek daristan, hem wek ziyaretgeh û hem jî wek kaş (çiya) di nava Kobaniyan û xelkên deverê tê naskirin.
Qere Berkel yek ji cihên dîrokî û pîroz e ku di nav xelkê herêma Kobanî de tê naskirin, ew kaşekî kevirî ye ku di şêweya konê û bi rengê xwe yê reş û bilindahiya xwe wek kaşê herî bilind ê herêmê tê dîtin û di dirêjahiya dîrokê de ji ber ku ziyaretgehek bû li bal gelê Kobanî, wek cihek pîroz tê naskirin. Ev cih derdora 15-20 kîlometran li Başûrê Kobaniyê dikeve. Qere Berkel dikeve navbera çar gundên Rojavayê Kobanî. Ew gund Donxiza Mezin, Donxiza biçû،. li rojhilatê Bîr Bekir û li başûr jî gundê Yaramazê ye. Ji aliyê din ve ji navçeya Sirînê bi dirêjahiya 35 km li başûrê Kobanî heta rexê rojhilatê çemê Firatê dikeve.
Ziyareta Qere Berkel di nav xelkên herêmê de wek cihek naskirî û pîroz tê dîtin. Ew devere gelekî mezin e û bi dar û berên xwe yê sinober, xurme û di navbera çar gundên mezin de xwedî dîmeneke newaze ye. Darên daristana Qere Berkel bi mezinbûna xwe piştî daristana Kobanê duyemîn daristana mezin tê hejmar. Herwiha ji pirbûna dar û gihayan ew dever mişt (tejî) bûye, lê li gorî gotinên xelkên herêmê tişta ku rewşa wan dar û gîhayan dixe metirsiyê, şivan in ku bi serbestî pezên xwe li daristanê diçerînin, li gel wê jî dar têne birîn. Li gorî welatî dibêjin mixabin ev daristan ji berê ve rastî qutkirin û şewitandinê tên ji aliyê şêniyên (niştecihên) herêmê, ji ber wê rêjeya daran çarêkekê kêm kiriye.
Li vî cihê herî bilind û asê ziyaretgeha Şêx Qere Berkel heye, li vê ziyaretgehê xelkên herêmê tên îbadet û duayan dixwînin û paçikan pê ve girê didin da qedera wan pêk were. Herwiha bi awayekî din mirov dikare bibêje ev ziyaretgeh cihê sondxwarina mirovên vê herêmê ye. Gava ku yek sondekê dixwe, bi ziyareta Şêxê Qere Berkel dixwîne. Li gorî ku xelkên herêmê dibêjin ziyaretgeha Şêx Qere Berkel ziyaretgeha zerdeştiyan bûye, lewma em dibînin ku xelkên herêmê bêhtir tenê roja çarşemê serdana wî kaşî dikin. Herwiha li gorî xelkên herêmê, ber eşîr û gundên cîran di gava şeran de xwe li vî daristan, Kaş û Ziyareta Qere Berkel digirtin û xwe li wir diparastin û vedişartin, lewma ew der ji bo gelekan pîroz e. xelkê deverê dibêjin ku ji bilî gora Şêx Qere Berkel bav û kalên wan digotin: "Axa Qere Berkelê ji bin ve bi şêx, mele û kesên pîroz û mîrxas mişt e."
Tê gotin ku li vê deverê ajalên kovî hebûne ji Beraz, Xezalan û hwd. Li kêleka kaş û ziyareta Qere Berkel gelî hene ku digihêjin gundên cîran û di nîvê her gelî de kanîyek heye ku vedigere serdema Romaniyan.
Xelkên herêmê her dema ku diketin nava tengahiyê û bi îbadet û tobekirinê dihatin li vê deverê, her çend ji bo cihekî geştiyariyê be jî, lê kaş bi mîrasa bereketê hatiye nasandin. Ji bo ku xelkên herêmê ji nexweşiyê xelas bibin û rizq û bereketê têxin malan, berê xwe didan vî kaşî. Herçendî zanyariyeke bi delîl li ber destên me tunebe jî, lê kesên temen mezin yên xelkên herêmê dibêjin ku ev kaşê Qere Berkel xwedî dîrokeke pir kevin e ku dîroka wê vedigere hezaran salan û heta berî zayîna Mesîh û Îslamê. Ev cih ji bo gelê Kurd û Kobaniyan taybet û pîroz e, dibêjin gelek çîrok û vegotinên wê jî hene ku bav û bapîrên wan ji wan re gotine.