Aso Esedî
Kereftû, şikefyek kevirî ya balkêş li Rojhilatê Kurdistanê, şikeftek ku mirov bingeha wê daniye û mirov jî dawî pê aniye.
Şikefta Kereftû ji du beşên sirûştî û destçêkirî pêk tê û dikeve rojhilatê Seqizê. Mewdaya şikeftê heya Seqizê nêzî 70 kîlometre ye.
Ev şikefta çar qatî bi dirêjahiya 750 metreyan û çend şaxên wê hene û yek ji mezintirîn şikeftên sirûştî yên Kurdistan û cîhanê ye.
Dîroka çêbûna beşa sirûştî ya şikeftê vedigere bo 65 heta 250 mîlyon sal berî niha ku dikeve dewra sêyemîn a erdnasiyê û paşê ji ber çêbûna hişkayiyên erdê, şikeft di bin avê de hatiye derê. Li ser dîwarên şikeftê şûna gelek candarên avî bi cih mane û ev yekane şahidiya vê rastiyê ne.
Di beşa sirûştî ya şikeftê de çend derî, dolan û kûrahî hene ku hunera koşksaziya sirûştî nîşanê me dide. Şikeft paşê ji bo niştecihbûnê di demên cuda de ji aliyê mirovan ve hatiye destkarîkirin û di çar qatan de dawî pê hatiye.
Hin lêkolîner dîroka bikaranîna şikeftê ji aliyê mirovan ve vedigerînin bo 7,000 sal berî niha, lê ewa ku pêka kevirnivîsan derketiye, di serdema hukimraniya Selûkiyan de ku mîrata Eskenderê Meqdûnî bûye, nîşan dide, şikeft ji aliyê mirovan ve wek perestgeh û veşartingeh û paşê jî di serdema împratoriya Partan ku naskirî bi Eşkanî bûne û piştî wan jî ji aliyê Sasaniyan ve bi mebesta persetgehê hatiye bikaranîn. Piştî hatina Îslamê jî dîsa weke cihê veşartinê hatiye bikaranîn.
Yek ji nivîsên herî girîng ên şikeftê di qata sêyemîn de ye û li ser deriyê odeyekê jî bi zimanê Yûnanî hatiye nivîsandin: “Vir mala Hêraklos e, her kes bikeve vê malê, dê penah pê re bê dan.”.
“Hêraklos” Xwediyek Yûnanî û yek ji pehliwanê mezin ê “Mîtolojiya” û çîroka Yûnaniyan e, her lewma şarezayên şikeftê wek perestgeha Yûnanî nas dikin ku ji aliyê Partan ve hatine derkirin.
Deriyê çûna hundur a şikeftê li asta ew girê ku li ser hatiye çêkirin bi qasî 25 metre bilind e ku berê xelkê ji bo têketina şikeftê sûd ji werîs werdigirtin , lê di van salên dawî de pilekan ji bo hatine çêkirin da ku geştiyar bi hêsanî bikarin serdana şikeftê bikin.
Gava ku mirov diçe di nav de her li ber deriyê şikeftê mirov bi dîrokek kevnar, pirs, nihênî û tabloyên balkêş re rû bi rû dibe.
Çi kesek li vir jiyan kirine? Bi kîjan emrazekê ev kevirên mezin tiraşêne û derbasgeh û ode û salon çê kirine? Û bi dehan pirsên dinê ku dibe heta hetayê di dilê dîrokê de bi nihênî bimînin.
Mirovan şikeft kirine bi çar qatên cuda û li her qatê çend derbasgeh, dik (seko), derî, pencere û odeyên taybet tê de hatine çêkirin.
Qata yekem a şikeftê pêk hatiye ji du ode, salonek dirêj û çend pencereyên ku ronahiya rojê werdigirin û keşûhewaya qatê diguherînin.
Ji bo çûna nav qatên jorîn, çend nêrdevan ji tiraşîna keviran hatine çêkirin da ku meriv di navbera qatan de bi hêsanî hatinûçûnê bike.
Qata duyemîn ji salonek mezin ku beşa sirûştî ya şikeftê ye û sê odeyên car bi car hatiye çêkirin ku oda sêyem dikek bilind heye ku tê xuya cihê duakirinê be.
Piştî ku qatên 1 û 2 bi dawî dibin, em dikevine nav qata herî girîng û bedew a şikeftê ku qata sêyemîn e. Şareza vê qatê wekî beşa herî girîng a şikeftê dizanin ku bi mîmariyeke taybet hatiye çêkirin. Di vê qatê de, odeyên bi baldariyeke taybet û bi xweşikî ve hatine çêkirin.
Ji ber hilweşîna beşek zêde ji odeyên vê qatê, bi rohnî diyar nîne ku çend ode tê de bûne, lê di niha de du ode jê mane ku bi nexş û nîgarek taybet hatine xemilandin. Wek ku berê jî me behs kir, li ser deriyê yek ji odeyên li vê qatê nivîseke Yûnanî ya Hêraklos yek ji xwedayên Yûnaniyan heye.
Bi rêya çend eywanên sirûştî ve ji bo çûna nav qata çarem rê heye, ev qate bi piranî ji çend pencereyan, çal û kuncikan pêk hatiye ku dibe ji bo embarkirina berhemên wek dexil û komkirina avê di şikeftê de hatibine bikaranîn. Lê girîngtirîn beşa qatê salonek sirûştî ya mezin e ku wekî salona Armîtaj an salona Guhê Masî tê naskirin.
Armîtaj tê wateya bilind û cihê desthilatdarî di împratoriya Eşkanî de û ji ber rûçûnê, hol wekî guhê masiyê lê hatibe ku dîmenek gelek balkêş di hundirê şikeftê de çê kiriye.
Di beşa pişta şikeftê de hin derbasgeh û eywan hene ku divê bi rûniştin û xwexizandinê ve mirov derbas ew aliyê din be, wisa tê xuya ku berê ji rêya piştê ve ji bo qatan rê hebe, lê ewa ku rohn e heta niha ti kesî nekariye bigihe kuncikên pişta şikeftê ku eva bi xwe bûye sedema wê ku gelek çîrok di vê navçeyê de bikevine ser devan û heta ev xale di nivîsên nivîserên navçeya Seqizê de jî hatiye dîtin û di vê derbarê de bi dehan çîrok û biserhatî hatine tomarkirin.
Hilkefta erdnîgarî ya şikeftê bi awayekî ye ku di zivistanan de hewayek gerim û di hawînan de jî hewayek hênik heye.
Li hinek cihan dilopên avê yên ji binê şikeftê golavek çê kirine, herwisa li çend cihan jî erdên pan yên şikeftê bi şêweyê piyakeyê hatine kolandin û rê ji bo wan hatine çêkirin da ku ava şikeftê tê de kom bibe.
Li ser dîwarên şikeftê komek nexş û nîgarên wek mahîn, destê mirov û bizinên kovî hatine kolandin ku sembol û nîşaneyên pîroz ên şikeftê bûne.
Heta niha ne kesî kariye heta dawiya rêyên vê şikeftê biçe û ne jî xerîteya wê bi tevahî amade bikin, belkî di paşerojê de hemû nihêniyên vê şikeftê heta hetayê neyên peydakirin, lê ewa ku girîng e Kereftû yadîgarek bi nirx û bêhempa ya dîroka mirovahî li Kurdistanê ye.