Qeredax di navbera dîrok û sirûşta bedew de

Sîpan Sofîzade

 

Bajarokê Qeredax di sala 2007an de ji kert û gundên nahiyeya Qeredaxê ya ser bi bajarê Silêmaniyê hate avakirin. Ev nahiyeye di serdema Osmaniyan de bajar bû, lê paşê kirine bajarok.

Ev bajare ji du navçeyan pêk hatiye:

1- Navenda qezaya Qeredaxê

2- Nahiyeya Sêvsênan

Navê vê qezayê ji navenda vê ve hatiye rakirin, ew jî bajaroka Qeredax e. Navê Qeredax vedigere bo serdema Osmaniyan: “Qere” wate reş, “dax” wate çiya, wate çiyayê reş. Navê vê navçeyê berê “Zerdyawa” bûye, wek sembolek ji bo zerdiya beg ku wekî dibêjin desthilatdarek Zerdeştî bûye.

Em dikarin bêjin ku qezaya Qeredaxê yek ji qezayên ser bi bajarê Silêmaniyê ye, û ji ber hilkefta xwe ya erdnîgarî bi bajarên Silêmanî, Çemçemal, Şarezûr û Derbendîxanê re hevsînor e, û herwisa dikeve di navbera du rêze çiyayên Gilezerde û Qopiyên Qeredexê de. Vê navçeyê girîngiyek herî zêde ji bo bajarê Silêmaniyê heye.

Rûbera giştî ya vê qezayê pêk tê ji 717 KM ducar û %3.5 ji gelempera rûbera bajarê Silêmaniyê pêk tîne.

Qezaya Qeredaxê dîrokek kevn heye û vedigere bo salên 1663an, wata vedigere bo serdemekê ku Babanan fermanrewayî dikir. Paşê di warê îdarî de xistine ser bi parêzgeha Silêmaniyê. Di 6ê Adara 2007an de kirin bi qeza û bo yekemcar “Ezîz Mîne Sofî” yê qaymeqamê qezayê bû bi parêzer.

Di sala 2020 de hejmara rûniştiyên qezaya Qeredax 12,709 kes bû. Li qezayê 22 fermangehên hikûmetî hene. Hejmara gundan 84 gund in, ji wan gundan 63 girêdayî navenda qezayê û 21 jî girêdayî nahiyeya Sêvsênanê ne.

Li navçeya Qeredaxê çendîn deverên cuda û yên geştyarî û seyrangehên berçav hene ku yên herî diyar Tavan, Darî Zerd û Caferan in ku her yek 3-4 KM ji yên dinê dûr in. Li vê navçeyê çendin çavkaniyên avê hene û digel kabîneya geştyarî.

Li vê navçeyê 22 şûnwarên kevnar hene, yên herî girîng keleha Bawekur, xala Peykolê, keleha Mesûran, şêwreya Nermî Dol û nexşeya paşayê Loloyan ku berê bi Neramsîn dihate naskirin, herwisa kela Bawe Girdê, rêze gorên kevirî, perestgeh û gelek cihên din ên dîrokî di vê navçeyê de têne dîtin.

Ji rûyê sirûştî ve sînorê navçeyê pêk hatiye ji rêze çiyayên dirêj ên “Beranan” li bakurê rojhilat heta digihe başûrê rojhilat ku avên “Tenceroy” wan ji hev vediqetîne. Berfirehbûna rêze çiyayên “Segirme” li beşa bakurê rojava heta digihe beşa başûrê rojava û li wir jî ava Çemçemalê wan vediqetîne. Çemê “Basere” beşa bakûr ji avên sereke yên Baziyanê vediqetîne, beşa başûr jî pêk hatiye ji berfirehbûna ava Dêwane, lê li derveyî navçeya Qeredaxê ye.

Qezaya Qeredaxê di warê av û hewayê de zivistanek sar heye û havîna vê jî hênik e. Piştî sala 2000ê gelek gundî bûne mûçexwar û dev ji çandinî û ajeldariyê berdan û koçî bajaran kirin, heta hin gund bi tevahî hatine çolkirin û kes tê de nîne.

KURDŞOP
521 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!