Erdnîgariya mirovên Kurdistana mezin

Hanî Murteza

 

Erdnîgariya mirovî, behsa mirov û komek ji mirovên ser rûyê erdê dike, ku çawa peyda bûn û belav bûne û çawa nîştecih bûne û aram girtine; Çalakiya wan a aborî çi ye û ev çalakiyane çawa bi jîngeha sirûştî re wekî av û hewa, bilindî û nizimî yên zevî xwe guncandine.

Erdnîgariya mirovî qadeke gelek berfireh e û pêk hatiye ji mewdayek cuda û cur bi cur ji jêr beş û dîsîplînan.

 

Geşeya sirûşta rûniştiyan

1- Jidayîkbûn

2- Mirin

 

Ji ber çend sedemên wek wê ku piraniya jinan di mal de zarok hebûne, kuştina hejmareke mezin ji mirovan ji ber şer û wêraniyê, nebûna amar û dadayên li ser zayîn û mirina li gundên dûr û veşartina amarên rastîn ji aliyê wan dewletên ku Kurdistan dagîr kirine û çend sedemên dinê, amar û datayên serast li ser jidayîkbûn û mirina li Kurdistana mezin ber dest nîne.

Lê rêjeya jidayîkbûn û mirina li Kurdistana mezin di sala 1985an de wiha hatiye texmînkirin.

 

Jidayîkbûn

Kurdistana mezin %48.0

Tirkiye %28.0

Îran %42.0

Iraq %43.0

Sûriye %44.0

 

Parastina rêjeya jidayîkbûnê li Kurdistanê bo çend sedemên aborî, civakî û siyasî vedigere.

1- Jinanîn di temenek zû de.

2- Misogerkirina paşerojê.

3- Sedemên olî.

4- Bilindbûna rêjeya zayînê di regeza mê de.

5- Rêkxistina malbat.

 

Mirin

Rêjeya mirinê li Kurdistana mezin di sala 1985an de gihişte 027 ji sedî ku li gorî welatên cîran bilind e. Ev jî vedigere bo sedemên jêrîn:

1- Şer.

2- Mirina biyolojî.

3- Enfal û kîmyabarankirin.

4- Cura xwarin.

5- Bilindbûna rêjeya mirina zarokên sêwî

 

Pêkhateyên neteweyî yên nîştecih li Kurdistanê

Netewên Kurd, Tirk, Ereb, Asûrî, Kildanî, Siryanî, Ermenî, Tirkmen û Fars li Kurdistana mezin dijîn.

Sedemên hebûna neteweyên dinê li Kurdistana mezin ev in:

1- Hilkefta şûna erdnîgarî ya Kurdistana mezin.

2- Hewldan bo jinavbirina Kurd û kêmkirina netewa Kurd.

3- Koçkirina piraniya van netewan bo navçeyên Kurdistanê.

4- Dagîrkerî.

Tevî wê yekê jî, li sala 1985an rêjeya Kurdan li bajarên Kurdî ji tev netewên dinê zêdetir bûye ku bi giştî di asta Kurdistana mezin de %69 a rûniştiyan Kurd bûn û di bajarên mezin de jî ev rêjeye gelek zêdetir bûye. Wek:

1- Silêmanî %94

2- Kirmaşan %83

3- Wan %71

4- Hewlêr %86

5- Diyarbekir %71

 

Pêkhateyên olî

1- Ola Zerdeşt: Çendîn sedsal beriya zayînê hatiye û bi kevntirîn ol di Kurdistanê de tê nasîn. Zerdeşt jiyana oliya xwe ji 30 saliya temenê xwe ve dest pê dike.

2- Ola Yehûdî: Hejmarek zêde ji netewa Cihû ku peyrewa ola Yehûd in her ji demên berê ve di Kurdistanê de jiyan kirine. Beşeke zêde ji van Cihûyan di sedsala borî de ber bi Îsraîl yan jî welatên Ewropî û Amerîkayê ve koç kirine.

3- Ola Xirîstiyan: Ev ole di Kurdistanê de gelek berfireh bûye û her ji parêzgeha Duhokê ve heta deşta Neynewa û deşta Hewlêr û Şeqlawa û Koye û heta digihîje Kerkûk û Silêmaniyê ve, hevwelatiyên Xirîstiyanî ku ser bi netewên Kildanî û Aşûrî û Siryanî ne û bi olê jî ser bi şaxeya Ersodoks a ola Xirîstiyan in, nîştecih in.

4- Ola Îslam: Hatina vê olê vedigere bo 673 a Zayînê û piraniya rûniştiyên Kurdistana mezin peyrewê vê olê ne ku ji du şaxeyên sereke yên mezheba Şîe û Sune pêk tînin. Her yek ji van du mezheban jî bo ser çend şaxeyên dinê de hatine pervekirin. Suneyên Kurdistanê piraniya wan ser bi şaxeya Şafiî ne û Şîe jî piraniya wan ser bi Şîeyên duwanizdeh îmamî ne.

5- Ola Êzidî: Peyrewên vê olê di warê netewe de Kurd in û li Başûr, Bakûr û Rojavayê Kurdistana mezin û beşek jî, ji Ermenistanê û komarên Yekîtiya Soviyeta kevn dijîn.

6- Ola Yarsan: Oleke tevaw Kurdî ye û vedigere ser olên kevnar ên Kurdistanê. Di sedsala sêzde ya zayînê de li ser destê Sultan Sehak hate nûkirin. Piraniya bawermendên vê olê ku hejmara wan digihîje zêdetirî 2 milyon kes li Rojhliatê Kurdistanê û nemaze li parêzgeha Kimaşanê jiyanê dikin. Kakeyiyên Başûrê Kurdistanê jî di warê olê de bi Yasran re wek yek ol têne hesibandin.

 

Sedemên pirbûna rûniştiyên Kurdistana mezin çi ne?

1- Cihê erdnîgarî û setratejiya Kurdistana mezin.

2- Hebûna dahata sirûştî, kan û pîşesazî.

3- Kombûna xelkê ji ber sedemên siyasî.

4- Danîna binke û baregehên leşkerî.

 

Bajarnişînî û gundnişînî

Hejmara rûniştiyên bajaran di nîv sedsala borî de bi rêjeyeke berçav ve zêde kiriye. Eva jî vedigere bo:

1- Koçkirina berdewam a gundnişînan ji ber sedemên kar û çalakî û xizmetguzarî bo bajaran.

2- Parastina asta bilind ya zêdebûna sirûştê

3- Hatina kesên bîhanî bo nav bajarên Kurdistana mezin.

4- Veguherîna hin komên mezin ên rûniştinan ji gundan bo bajaran

 

Çalakiyên çandinî li Kurdistana mezin

Di Kurdistana mezin de axeke berfireh heye ku di warê werzêrî de bi bereket e û rûberê wê digihe 214 milyon û 400 hezar donim (53 milyon û 600 hezar hiktar). Wate %36 a axa Kurdistana mezin li xwe digire ku bo çandiniyê dibe.

Cureyên berhemên werzêrî di Kurdistana mezin de

1- Berhemên zeviyê.

2- Berhemên êmîş.

3- Berhemên pincar.

4- Berhemên giyayî.

 

Çalakiyên aborî yên Kurdistana mezin.

Çalakî xwe di nav pîşesazî, geştiyarî, çandinî, rê û gelek aliyên dinê de dibîne ku bingeha sereke ya dahata neteweyî û çalakiya aborî ya Kurdistana mezin e.

 

KURDŞOP
790 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!