Zincîreçiyayê Zagrosê, zincîreçiyayê herî mezin û bilind ê Kurdistanê ye

Hanî Murteza

Zincîreçiyayê Zagrosê yek ji wan zincîreçiyayên bilind û serkêş ên Kurdistanê ye ku ji girê Bamîr li başûrê rojhilatê Îranê dest pê dike. Destpêka vî zincîreçiyayî li Çiyayê Silêman li rojavayê Belûcistanê dest pê dike û ji parêzgehên  Kirman, Hurmuzgan û Buşehir ên Îranê re derbas dibe û digihêje Luristan û piştre ev zincîreçiya ber bi bakurê rojava ve dikişe û heta navçeyên Wanê li bakurê Kurdistanê dirêj dibe.

Zagros zincîreçiyayê herî mezin ê Kurdistanê ye ku bi dirêjahiya axa Kurdistanê dirêj bûye û ji navçeya Wana bakurê Kurdistanê heta Luristana rojhilatê Kurdsitanê bêhtir ji 1400 km dirêj dibe û panatiya wê jî di navbera 80 heta 125 km de ye.

Lûtkeyên herî bilind ên zincîreçiyayê Zagrosê ev in:

Dêna: 4409 metre ku dikeve navçeya Bextiyarî ya Luristanê.

Zerd Ko (Çiya Zer): 4221metre ku dikeve navçeya Bextiyarî ya Luristanê.

Helgurd: 3607 metre ku dikeve nêzî Çomanê li parêzgeha Hewlêrê.

Hacî Îbrahîm: 3587 metre ku dikeve navbera parêzgehên Urmiyê û Hewlêrê.

Qendîla Mezin (Siyako): 3442 metre ku dikeve navbera parêzgehên Urmiyê û Hewlêrê.

Piraw:  3405 metre ku dikeve parêzgeha Kirmaşanê.

Şaho: 3390 metre ku dikeve navbera her du parêzgehên Sine û Kirmaşanê.

Qendîla Biçûk: 3250 metre  ku dikeve navbera parêzgehên Urmiyê û Hewlêrê.

Di dema çaxê kevir de mirovan dest bi ser vê navçeyê de girtine û bi cihê herî kevin ê mirovahiyê li cîhanê tê hejmartin. Paşmayên herî kevin ên mirovahiyê li Zagrosê hatine dîtin. Şikeftên Şaneder, Bêstûn û Wêzme sê ji şikeftên cîhanê ne ku dikevin nav zincîreçiyayên Zagrosê û dîroka kevin a vê navçeyê û çiyayê Zagrosê nîşan dide. Şûnwarên ku li Şanederê hatin dîtin bo 35000 heta 65000 salan berî niha vedigerin.

Şûnwarê jiyana di şikeftên Zagrosê de vedigere bo nêzî 100 hezar salan berî niha ku nîşan dide mirov di çaxê kevir de li wê navçeyê bi cih bûne ku 300 hezar salan berî niha ye, heta digihêje serdema şaristaniya Îlamiyan ku 30 hezar salan berî niha bû. Herweha şûnwarên kevin ên çandiniyê li quntara çiyayê Zagrosê hatiye dîtin  ku dîroka vê vedigere 9 hezar salan berî mîladê. Hin belgeyên herî kevin derbarê berhemanîna şerabê di cîhanê de li çiyayên Zagrosê hatine dîtin ku dîroka wan vedigere bo 3500 heta 5400 salan berî mîladê.

Jeolojiya axa zincîreçiyayê Zagrosê

Pisporên rrdnîgariyê dibêjin ku zincîreçiyayê Zagrosê ji ber bi hev gihiştina bihêz a her du tebeqeyên plêta Erebî û Eurasia çêbûye. Ev lihevketin di qonaxa Miocene de çêbûye ku bûye sedema çêbûna tawêrên (teht) bihêz ku ji encama herikîna tebeqeya komirê ya karbonî û mana Miocene li hember tebeqeya Îranê. Ji ber wê Zagros ketiye ser hêla tevgera tebeqe an jî plêtan. Ev du tebeqe bi awayekê li hev ketine û hevdu pal dane ku heta niha jî berdewam e. Plêta Erebî berdewam plêta Eurasia pal dide, ji ber wê berdewam çiyayên Zagrosê bilind dibin.

Navê Zagrosê

Zincîreçiyayên Zagros û Torosê cihê bav û kalên wan kurdan bûn ku yekemîn şaristaniya mirovahiyê di dîrokê de ava kirin. Gotina "zagros" bêjeyeke lêkdayî ye. Ji bêjeya "zag" ya somerî ku bi wateya "jidayîkbûn"ê ye û ji bêjeya kurdî ya "ros"ê ku bi wateya “roj”ê ye, ji wan pêk tê. Wateya navê Zagrosê, "jidayîkbûna rojê" ye.

Dema ku her sibeh roj li pişt wan çiyayan derdikeve û li esmanê navçeyê hiltê, şêniyên navçeyê wisa hizir dikirin ku ew roj li wan zincîreçiyayan ji dayîk dibe.

Nêrîneke din li ser navê Zagrosê heye ku dibêjin ew gotin di Avestayê de heye, lê yûnaniyan bi pêvekirina tîpa “s”yê nîşaneyeke yûnanî dane wê gotinê.

Av û Hewa

Her sal li çiyayê Zagrosê 400 bo 800 mm baran dibare ku dibe 16-31 înç û piranî di demsalên zivistan û biharê de li vê navçeyê dibare. Demsala zivistanê zehmet e û pileyên germê gelek nizm in û digihêjin -25 pileyên sîlîzî, yanî -13 pileyên farenhayt.

Bi dirêjahiya salê berf li çiyayê Zagrosê heye û di demsalên din de xweşikbûneke taybet dide deverê. 

Çiyayê zagrosê bi daristan û pawanên xwe yên berfireh navdar e. Ev axa ku heye ji cureya navendî ye û gelek caran metirsiya agirpêketina daristan û pawanên wê heye. Daristanên Zagrosê ku rûberê wan 6 milyon hêktar dibe, bêhtir ji %40 a koma daristanên Îranê li xwe digire ku beşa herî zêde ya wan 6 milyon hêktaran di nav axa Kurdistanê de ye. Bêhtir ji %70 ya wan daristanan darên berûyê ne.

KURDŞOP
790 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!