Hewraman, mîrata Kurdistanê ya ji bo mirovahiyê

Hanî

Cografiya Hewramanê

Hewraman herêmeke çiyayî û geştiyarî ya Kurdistanê ye û dikeve navbera parêzgehên Kirmaşan û Sinê yên Rojhilatê Kurdistana Îranê û parêzgeha Helebce ya Başûrê Kurdistanê û xwediyê taybetmendiyên dîrokî û çandî û zimanî ye.

Herêma Hewramanê ji çend beşan pêk tê: Jawaro, Gawero, Rezaw û Kemere, Lihon, Dizlî û Hewramana Text.

Hewraman ji aliyê folklorê ve gelek dewlemend e û muzîk û kincên taybet bi xwe hene. Piraniya xelkê Hewramanê bi kurdî û devoka hewramî diaxivin. Pawe, Nodşe (Nodşa), Hewramana Text li Rojhilatê Kurdistanê û Tewêle û Biyare li Başûrê Kurdistanê navendên bajarî yên Hewramanê ne.

Hewraman herêmeke Kurdistanî ye û di nav dilê Kurdistanê de ye, tejî çiya û gelî û zozanan, deşt e û panahiyên vê pir hindik in, Hewraman beşek ji cembera çiyayên Zagrosê ye. Bilindahiya çiyayan di navbera 1270-3390 metra de ne. Xwezaya herêmê wisa kiriye ku li van çiyayan bi dijwarî erd ji bo çandiniyê û baxçeyan birêxistin bikin, ji ber wê jî baxên wan cem wan hezkirî ne û xelk jî bi keda wê naskirî ne.

Hewraman li herdu eniyên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê nêzîkî 700-3000 m ji asta deryayê bilind e. Ew rûbera bi qasî 3.000-3.500 kîlometran çargoşe ye.

Hewraman navçeyeke di çarçoveya Kurdistana mezin de mîna herêmeke biçûk e ku ji aliyê cografiyayî li warê rewşenbîrî, aborî û hunerî ve xwediyê mohra xwe ye. Ev herêm ji ber ku di nav çiya û deverên dijwar de cih digire, teşe girtiye û di şiyanê de nine ku zêde berfireh û mezin bibe, zêdetir ya ku heye berfireh bibe, ji ber wê jî taybetiyên xwe yên cografiyayî afirandiye.

Lê, hejmareke zêde ji xelkê Hewramanê koçberî navçeyên derveyî Hewramê bûne, bi taybet bajarên Merîwan û Sine yên Rojhilatê Kurdistanê û li Başûrê Kurdistanê jî zêdetir berê xwe dane Helebce, Xurmal û Silêmaniyê.

Av û hewayê Hewramanê

1 .Di demsala Biharê de baraneke xweş û gur dibare û xwezaya xemilî û bedev heye. Di demsala Biharê de xelkê Hewramanê zêdetir mijûlî karê baxçeyên xwe ne, bi taybetî baxçevanên wan mijûlî nûjenkirina têlan in û tov û daran diçînin.

2. Hewraman di demsala Havînê de av û hewaya wê navîn û hênik e.

3 . Di demsala Payîzê de, Payîzek dirêj ji ber verîna belgên baxçan, hewayeke xweş û xemgîn dide herêmê, ji destpêkê ve xelkê deverê berhemên xwe berhev dikin û vedigerînin malên xwe.

4. Demsala Zivistanê de baran pir dibare û di mehên Befranbar û Rêbendanê de jî perçeyek herêmê bi berfê spî dibe û germahî carna dadikeve nêzî 10 pileyan di bin sifirê de. Xelkê gundên Hewramanê ji ber sir û serma û berfa zivistanê nikarin kar bikin, belkî hin caran hatinûçûn di navbera wan de jî qut dibe. Her wiha ji ber ku di vê demsalê de ji ber berfê nikarin heywanên xwe derxin derve, di demsala havînê de bi qasî debarê berhev dikin da ku ew demeke dirêj bijîn, ku têra heyama wê demsalê ya heywanên wan bike. Helbet ev ji bo xwedîkirina heywanan karekî pir dijwar e.

Xelkê Hewramanê di dirêjahiya dîrokê de li vê herêmê bi cih bûne û xwe li gel jiyana herêma xwe rêk xistine û ti demî wek eşîrên din bo navçên germ û daristan koç nakin.

Hewraman di destpêka avabûn û temenê vejîna xwe de, ji warê cil û bergên xwe ve, xwediyê cil û bergên kurdî yên resen yên kurdevarî yên taybet bi xwe ye ku heta bi cil û bergên kurdî karên rojane jî encam didin û curek pêlavên destçêkirî jî hene, ku pêlavên destçêkirî û taybet ên herêmê ne û li gel cil û bergên Kurdî guncaw in.

Aliyên hunerî yên Hewramanê

Ger em li aliyê hunerî yê Hewramanê ya Kurdî binerin, em dibînin ku muzîka wan a taybet heye, ya herî taybet Siyaçemane ye. Rêvebirên wê di wê baweriyê de ne ku mûzîk û stranên Hewramanê ji dengê ba, baran, xweşîna kanî û harîna çem û rûbar û lorîna canliberan çavkanî wergirtiye û dibe ku mîna dîroka gelê Kurd gelek guhertin bi ser de hatibin. Paşê mirovê Kurd bi teqlîdkirina wan dengan, guncanek di navbera dahênana xwe û diyardeyên xwazayî de çê kiribin û ev rewşa jî hêdî hêdî di xweşî û nexweşiyan de derketiye holê.

Kurteyek ji    dîroka Hewramanê

Her kesê ku biçe Hewramanê, dizane ku dîrokeke wê ya pir kevin heye û cihê şer û pevçûn û rikberiyan bûye, bi taybetî di serdema desthilatdarên herêmê û desthilatdariya êrîşên Baban, Erdelan, êrîşa Qizilbaş, Osmanî û Sefewî de bûye meydana hevrikiyê. Tê gotin ku ji ber tengezarî û dijwariya herêmê di dema êrîşa Îskenderê Meqdûnî de, Hewraman girtîgeheke êxsîrên şer û sûcdarên li ser destê padîşah bûye.

Yek ji wan navçeyên ku bi awayên curbicur beşdarî di ragihandina Komara Kurdistanê de kir û amadeyiya xwe û piştevaniya xwe ji bo Komara Kurdistanê nîşan da, Hewraman bû.

Devera Hewramanê ti serdemî bi hêsanî xwe çemandin û himbêz vekirî nebûye an ti hegemonyayeke siyasî û baweriyeke olî nebûye û dîrokê jî ev helwesta xelkê Hewramanê nas kiriye.

Sê Hezar salan berê, li serdema Eşkaniyan û Erdevanê çarem heta hatina Îslamê bo herêmê, her çar salan carekê li her du aliyên Hewramana text û dijwar hilbijartinên parlamentoyê dihatin kirin. Ji parlementoya Hewramanê re digotin Jîhirlê û Merê, ango Encûmena aqilmendan.

Navê Hewraman

Hin lêkolîner dibêjin ku peyva Hewraman ji Uraman, ku tê wateya Ura, tê wateya dîwar an kelehek xurt û giran, ku tê wateya cih, avahî û rûniştinê. Ji ber vê yekê Hewraman tê wateya niştecihbûna dijwar û navçeya niştecihbûnê ya dijwar.

Ramaneke din jî heye ku Hewraman ji “Ahûra Mazda” tê, yanî cihê Ahûra Mazda xwedavendanê ola Zerdeştî ye.

Hin kes jî li ser wê baweriyê ne ku Hewraman ji du peyvên "hewar + eman an aman" pêkhatiye, ku tê wateya: Penageha ewleh û aramiyê.

Tomara Cîhanî ya Hewramanê

Civîna 44emîn a Komîteya Mîrata Cîhanî ya UNESCOyê, herêma Hewramanê ya Kurdistanê wek Mîrata Cîhanî tomar kir. Ji bo ku Hewraman ji aliyê UNESCOyê ve bê tomarkirin, xelkê herêmê ji bo civîna Komîta Mîrata Çandî ya UNESCOyê belgeyên pêwîst kom kiribûn. Civîn li bajarê Focyo yê Çînê li ser hêl hat lidarxistin û Hewraman ji bo mirovahiyê weke mîrateke bi qîmet hat naskirin.

KURDŞOP
855 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!