Zaxoka delal, bajarekî kevin û deriyekî giring ê aboriya Kurdistanê

Bajarê Zaxoyê 444 metran ji asta deryayê bilind e û nifûsa wê li gor serjimêriya dawîn nêzîkî 35 Hezar kes e û rûbera giştî ya navçeya Zaxoyê zêdetirî 1035 km çargoşe ye. Niştecihên vî bajarî Kurd in û bi devoka Kurmanciya jorîn diaxivin. Bi giştî nifûsa herêmê bi piranî bi çandinî, pîşeya destî, tevinvanî, hesinkarî û daristaniyê mijûl in.

Kurdshop – Zaxo yek ji bajarên herî xweş ê Başûrê Kurdistanê ye. Ev bajêrê han yek ji navçên ser bi parêzgeha Duhok a Herêma Kurdistanê ye û ji çar navçeyên wek, Rizgarî, Zaxo, Derkar û Batîfa û 190 gundan pêk tê. Zaxo dikeve aliyê rojavayê deşta Sindî, ku di warê çandiniyê de deşteke girîng û navdar e li herêmê û xwedî avûhewayeke xweş e û dikeve ser rûbarê Xabûr ku di nîveka bajêr de derbas dibe û bajêr dike bi du beş. Pira Delal a navdar li Zaxoyê ku dîroka wê vedigere bo serdema mîrgeha Badînan, her du aliyên wî rûbarî bi hev re girê dide.

Bi deriyê Îbrahîm Xelîl re ku 10 kîlometran dûrî Zaxoyê ye, bi Bakurê Kurdistanê re hev sînor e. Sînorê Îbrahîm Xelîl ser bi Zaxoyê ve, mezintirîn sînorê bejayî yê Herêma Kurdistanê ye, ji ber wê jî Zaxo bûye cihekî gelekî girîng di aboriya Herêma Kurdistanê de. Zaxo jî hevsînorê Mûsilê ye û 114 kîlometran dûrî bajêr e. Herwiha 25 kîlometran dûrî sînorê Rojavayê Kurdistanê ye. Rûbarê Xabûr ji aliyê rojava ve di wê deverê de derbas dibe, Zaxo duyemîn bajarê mezin ê parêzgeha Duhokê ye û nêzîkî 71 taxan wê hene.

Bajarê Zaxoyê 444 metran ji asta deryayê bilind e û nifûsa wê li gor serjimêriya dawîn nêzîkî 35 Hezar kes e û rûbera giştî ya navçeya Zaxoyê zêdetirî 1035 km çargoşe ye. Niştecihên vî bajarî Kurd in û bi devoka Kurmanciya jorîn diaxivin. Bi giştî nifûsa herêmê bi piranî bi çandinî, pîşeya destî, tevinvanî, hesinkarî û daristaniyê mijûl in.

Piraniya şêniyên wê ser bi mezhebên weke îslamî û Mesîhî, Êzîdî û Kakeyî ne û li çend gund û deverên vî bajêrî dijîn.

Dîroka bajêr

Derbarê koka Zaxoyê de çend bîr û rayên cuda hene, lê Mîr Celadet Bedir Xan eşkere dike ku dîroka Zaxoyê vedigere bo serdema Gutiyan û gelek dîroknas dibêjin ku ev bajar di destpêkê de giravek li kêleka rûbarê Xabûrê bûye. Dîroka bajêr kevn e û navê Zaxo di hin nivîsên Yewnaniya kevnar de derbas dibe. Ji ber ku li herêmê hin kesayetiyên dîrokî û olî hatine veşartin û her bi vê sedemê jî demekê wisa lê hatibû ku wek cihekî pîroz dihat dîtin.

Navê Zaxo

Gelek pispor û zimanzan dibêjin ko eslê navê Zaxo vedigere bo peyva aramî-siryanî Zaxosa/Zaxusa ku tê wateya serketinê.

Hinek din jî li ser wê baweriyê ne ku serokê Zeynfonê Zaryos di wê herêmê de derbas bûye û ji ber wê jî navê wê herêmê kirine Zaxa, bi derbasbûna demê re guherînkarî bi ser hatine û navê wê bûye Zaxo.

Hin zimanzan di wê baweriyê de ne ku Zaxo tê wateya hêz û şiyan û navê "Çiyayê Zax" lê hatiye kirin. Herwisa nerîneke din jî heye ku Zaxo ji peyva “çemê xwînê” çavkanî wergirtiye û mebest jî rûbara xwînê ye û piştî bûyereke girîng û bi xwîn li herêmê, ev nav lê hatiye kirin; Dibe ku ev yek behsa şerê di navbera Roma û Farisan de kiribe, ku bû sedema gelek xwînrijandinê.

Deverên geştiyarî yên Zaxo

Keleha Zaxo:

Ev keleh ku li aliyê rojhilatê rûbarê Xabûrê hilkeftiye, navenda mîrgeha Badînan bûye û di sala 1921an de dubare hatiye avakirin.

Pira Dalal:

Pira Dalal ku bi navê pira Ebasiyan an jî pira mezin tê zanîn yek ji şûnwarên kevnar ên Zaxoyê ye. Li gorî belgeyên dîrokî pira han di sala 1527’an de di serdema Bîzansiyan de hatiye avakirin. Firehiya wê 4.70 metre û dirêjiya wê 140 metre ye, li bilindahiya 16 metreyan li ser rûbarê Xabûrê hatiye çêkirin û bûye cihê geştiyariyê yê navdar li Zaxoyê.

Sûlava Şêraniş:

Ev sûlav 40 kîlometran li rojhilatê Zaxoyê hilkeftiye û sûlaveke xweş a herêmê ye û di demsala Havînê de germahiya hewayê ji 23 pileyî derbas nabe, ji ber wê jî bûye navçeyeke geştiyarî li Zaxoyê.

Mizgefta Mezin a Zaxo:

Mizgeft di sala 641'an de piştî fetha Îslamê ya li herêmê hatiye çêkirin û bûye cihê balkişandina geştiyaran.

Li gor amarên Rêveberiya Geştyariya Zaxoyê, di heyama 6 mehên yekem ên îsal de zêdetirî Yek milyon geştiyarî serdana wê navçeyê kirine. Rêveberê Geştyariya Zaxoyê ragihandiye: Ji bo pêşxistina sektora geştiyariyê û pêşwaziya geştiyaran, me dest bi plansaziya 49 cihên geştiyariyê li bajêrê Zaxoyê kiriye da ku masterplanek ji bo wan cihan were danîn û temamkirina master planê dê sektorê bi tevahî vejîne.

KURDŞOP
730 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!