Hanî
Navçeya Şeqlawa yek ji navçeyên parêzgeha Hewlêrê ye, ku 51 km dikeve bakurê rojhilatê navenda Hewlêrê û yek ji navdartirîn seyrangehên Başûrê Kurdistanê ye, ku dikeve qontar û damenên çiyayê Sefîn. Bajar 966 m ji asta deryayê bilind e. Avhewaya wê hênik e û germahiya demsala Havînê di navbera 33 û 35 pileyî de ye û demsala Zivistanênê jî sar û baran bi barîna berfê re heye.
Çiyayê “Sorkê” jî dikeve rojhilat bakûrê Şeqlawa yê, her weha sînorê navçeya Şeqlawa ji çendîn bajarok û gundên wek, Hîran, Basirme, Herîr, Balîsan, Selahedîn, Kore û … hwd û nêzîhî 218 gundan li hundirî xwe de dihewîne.
Ji aliyê cihê stêrnasiyê ve, Şeqlawa di navbera her du çemberên firehiyê (17.36) û (40.36) bakur û di navbera xeta bi dirêjahiya (75.43) û (39.44) rojhilat de ye û li gorî vê yekê navça Şeqlawa li nîveka Herêma Kurdistanê hilkeftiye.
Şeqlawa wek pirekê tê naskirin bo girêdana her yek ji navçeyên çiyayî ku pêk hatine li navçên çiya û dol û dolên aloz yên sade ji aliyekê û navçên deşt jî ku pêktên li deştên bêserûber û ji aliyek din ve jî deştên pan.
Lê, Şeqlawa li ser rêya Hamiltonê hilkeftiye ku li herêmê xwedî cihekî bilind e û bûye navendek ji bo girêdana parêzgeha Silêmanî û Duhokê.
Nifûsa rûniştiyên wî bajarî di serjimêriya 2018 de 159,934 bûye. Û di sala 1952an de bûye navçe û yekem waliyê wê Şakir Fetah bûye.
Dîroka Şeqlawa:
Dema ku behsa dîroka Şeqlawa tê kirin, ne diyar e û dîroka çêbûna vê jî nexuya ye. Di vê yekê de jî şaristaniyeke kevnar û kelûpelên kevin û belgeyên avedaniyeke kevin û berdewamiya jiyana mirov di vê navçê de hatine dîtin. Her çawan gir û newalên Çiyayê Sefîn û bi dehan mînakên xuya û zindî hene ku îşaret bi vê yekê dikin ku dîroka wan vedigere bo sedsalên berî zayînê. Tevî vê jî navçeya Şeqlawa bûye pêgeheke sereke ya jiyana hevpar a olên cuda.
Navê Şeqlawa:
Li ser wateya navê Şeqlawa dîroknas û zimanzan xwedî nêrînên cuda ne. Piştî sedsala 12'an a zayînê, navê Şeqlawa di pirtûk û çavkaniyên curbecur de bi çend awayên cuda hatiye gotin. Di pirtûka “Mecim El_Bildan”( Ferhenga Welatan) a Yaqûtî Hemewî de navek wek “Şeqlabad” hatiye û gundekî xweş, şîn û fireh e ku, bi awayekê behs kiriye, cihê vê nêzîkî Hewlêrê bûye û xwediyê baxçe û bostan û fêkiyan bûye.
Hin çavkanî diyar dikin ku navê Şeqlawa ji şeqbûnê hatiye wergirtin navçeyeke ji şeqbûna wê geliyek çêbûye ku di navbera Çiyayê Sorkê û Çiyayê Sefîn de ye.
Çavkaniyeke din jî heye ku nîşan dide ev peyv ji du beşan pêk tê (Şeqla) yan jî (Şeqra) ku di zimanê kevnar ê herêmê de tê wateya dar û (Awa) ku tê wateya dewlemendiyê.
Xwezaya Şeqlawa û sektora geştyariyê
Ji ber cihê erdnîgariya navçeya Şeqlawa, dilrevînbûna navçê û hewaya guncaw, her sal gelek geştyar serdana navçê dikin. Bi taybetî jî di demsala Havînê de, ji ber pileya germahiya navîn û hewaya xweş, gelek geştyar û bi taybetî geştyarên ereb ên başûr û naverasta Iraqê serdana wê deverê dikin.
Li Şeqlawa hejmareke zêde ji dukan, bazar, cihên bêhnvedanê, park û xwaringeh hene û bi çend cureyên şîrîniyan navdar e. Ji ber zêdebûna geştyaran şêniyên navçeyê ji aliyê aborî ve girêdayî geştiyaran in.