Hanî Murteza
Kurdshop - Silêmanî yek ji parêzgehên kevin ên Kurdistanê ye ku dikeve bakurê Rojhilatê nexşeya Mezopotamya. Li Kurdistanê, dikeve ser Başûrê Kurdistanê û li Rojavayê zincîre çiyayê Zagrosê ye û sînorê wê bi Rojhilatê Kurdistanê re heye. Li Başûr jî ser bi deşta Şarezor e ku piştî deştên Ukrayna, deşta herî bi pît û bereket a cîhanê ye.
Pêgeh
Silêmanî bajarekê nû ye ku di sala 1781an de Îbrahîm Paşayê Baban weke navend û paytexta Mîrên Baban ava kir. Ev bajar dikeve quntara çiyayê Ezmer û berê xwe dide deşta bi xêr û bereket a navbera Ezmer û Berananê de. Deşteke ku kanî û rûbarê tejî av di nav re derbas dibin. Bajarê Silêmaniyê li ser bazineya Bakur û hêla 35.30 û hêla dirêjî ya 42 ye û 853 metreyan li ser aste deryayê bilind e û 110km dûrî Kerkûkê ye.
Sînorê Bajarê Silêmaniyê
Li Bakur, Çiyayê Ezmer û li Rojhilat, Çiyayê Goyje û li Başûr jî çiyayê Beranan û Gile Zerde û li Rojava de, Çiyayê Teslûce ye. Li vir xuya dibe ku derdora bajarê Silêmaniyê Çiya ne.
Deştên bi xêr û navendên çandiniyê yên li Parêzgeha Silêmaniyê.
Şarezor, Bitwên-Ranya, Baziyan, derdora Zê ya biçûk, Rûbarê Sîrwan, Çemên lawekî ku baskên wan ji qontara çiyayan ve derdikevin.
Rûber
Rûberê parêzgeha Silêmaniyê 17023 kîlometre çargoşe ye. Hejmara şêniyên wê zêdeyî yek milyon kes in
Bi giştî parêzgeha Silêmaniyê devereke çiyayî ye û çend çiya hene ku ji bakurê rojava ber bi başûrê rojhilat ve kişiyane weke, Kerax, zerdyawa, Beranan, Pîremegrûn, Pişder, Kure Kajawe, Hewraman û …
Av û Hewayê Silêmaniyê
Av û Hewayê Silêmaniyê ser bi av û hewayê derya navîn e û di dema zivistanê de ba û bakrofe û barana hûr û bayê demsalê ye. Ji dawiya payîzê heta dawiya Biharê baran û berfeke zêde li navçeyê dibare. Heta ku em ber bi bakurê rojhelat biçin rêjeya baranbarînê zêdetir dibe. Li vê parêzgehê weke rêjeya navîn di salekê de 00-850 mm baran dibare. Zivistaneke sar û havîneke hişk û gerim heye. Bayeke bihêz li quntara çiyayê Goyje tê, heta ku ber bi başûr ber bi navçeya Tancero biçin hêza ba kêmtir dibe.
Bajar û Bajarokên Parêzgeha Silêmaniyê
Navenda bajarê Silêmaniyê ku bajarokên Bazyan, Teynal, Qerax, Zerdiyawa, Tancero, Erbet, Serçinar û Bekreco ne,
Bajarê Dukan ku ji bajarokên Bingird, Merge, Çinaran, Xelekan, Surdaş û Susê pêktê.
Bajarê Çemçemal ku ji bajarokên Sengaw, Goktepe, Axceler, Qelasêwe pêktê
Bajarê Çiwarta ku ji Sîweyîk, Basnê, Kenarwê, Mawet, Karêze, Sruçik û Berzince pêktê.
Bajarê derbendîxan ku ji nahiyeyea Zerayan pêk tê
Bajarê Kelar ku ji bajarokên Tîleko, Pêbaz, Bawe Nûr li xwe digre
Parêzgeha Helebceyê ku ji bajar û bajarokên Helebce, Şarezor, Seyîd Sadiq, Biyare, Sîrwan û Kîle Spî pêktê.
Bajarê Ranya ku ji bajarokên Çarqurne, Bêtwate, Merge, Bingird û Serkepkan li xwe digre
Navçeya Pişder ku bajarokên Nawdeşt, Sengeser û Bineya Qeladizê li xwe digre.
Bajarê Pênciwên ku deverên Nalparêz û Germikê li xwe digre
Taxên Silêmaniyê
Vê demê taxên bajarê Silêmaniyê gelek zêde bûne, yên herî giring, Melkendî, Kanîskan, Çar Bax, serşeqam, Goyje, Azadî, Xebat, Aştî, Hewareberze, Hewarî nwê, Bextiyarî ya Kevin û Nû , Şêx Mihyedîn, Ablax, Kanyaw û Birayîm Ehmed in.
Havîngehên Bajarê Silêmaniyê:
Tewêle, Awêser, Şîwdol, Çiyayê Şaho, Hewraman, Biyare, Mêrgepan, Ezmer, Zelm, Merge, Derbend a Ranya, Serçinar, seyrangeha Bajar, Kune masî û Rîşên in
Çavkaniyên Awê yên Silêmaniyê
Rûbarê Zê ya biçûk, Sîrwan, Tancero, Zelim, serçinar, Dêwabe, Tabîn ( Ji çiyayê Sorda û dirije nav Zêya Biçûk), Sêburan ( Ji taze dê ber bi berzince dirêj dibe û dirje nav Qela Çiwalan)
Navdarên bajarê Silêmaniyê
Ev beşek ji navdar û kesayetiyên bajar in ku rola wan di avakirin û nasandina bajar de hebû
Hacî Kak Ehmed Şêx, Şêx Marif Nodeyî, Şêx Îsê, Şêx Qadir Çûyîse, Esed Mehwî, Mewlana Xalid Neqişbendî, Şêx Simayîl Welyan, Şêx Mehmûd Hefîd Berzincî, Emîn Zekî Beg, Tofîq Wehbî, Cemal Îrfan, Pîremêrd, Bêxud, Ehmed Hemdî beg Sahibqiran, Welî Dêwane, Bêsaranî, Şêx Nûrî Şêx Salih, Şêx Eladîn, Şêx selam, Ehmed Muxtar caf, Şêx Hesen Gile Zerde