Gundê "Tacawa" yê Hemedanê û Kerwanseraya Şah ebas

Gundê Tacawa gundekî Kurdistanê ye dikeve bajarê Behar ê parêzgeha Hemedanê li Îranê.

Roj Qadirî

Gundê Tacawa gundekî Kurdistanê ye dikeve bajarê Behar ê parêzgeha Hemedanê li Îranê.

Zimanê xelkê gund Kurdî ye û Karwanseraya Şah Ebas taybetmendiyên xwe yên turîstîk hene 

Hemedan

Hemedan yek ji bajarên mezin ên Îranê ye ku bi xwe navenda parêzgeha Hemedanê ye, ew bajar dikeve qontara  çiyayê Elwendê, 1741 metreyan li ser asta deryayê bilnde , yek ji bajarên herî kevnar ên Îran û cîhanê tê hejmarkirin,

Li gor çavkaniyên dîrokê ew bajar paytexta Mad (Mêdiyan) bû .

Gundê Tacawa yê Hemedanê

Gundê Tacawa gundekî Kurdistanê ye ku ser bi bajarê Behar a li Parêzgeha hemedan a welatê Îranê ye, hejmara şêniyên wê li gor amara sala 1385- 2006ê bi qasî hezar û 855 kes bûn û niha hejmara şêniyên gund bêhtir bûye

Gundê Tacawa dikeve rojavayê parêzgeha Hemedanê û bajarê Behar û rojhilatê gerdeneya "esedawa". Herwaha li nêzî cadeya Hemedan- Kirmaşan û li qontara çiya de ye. Zimanê xelkê gund Kurdî ye û Karwanseraya Şah Ebas a Tacawa gelek taybetmendiyên turîstî hene

Çend tiştên giring û taybet li gundê Tacawa hene ku bûye sedema belavbûna navbangê gund, yek ji wan ew e ku nave kolanên gund bi her sê zimanên Kurdî, Farsî û Îngilîzî hatine nivîsandin. Tevî ku ew gund li parêzgehekê ye ku Fars û Tirk in lê xelkê gund hê jî hewil didin û xebatê dikin ku çanda xwe û zimanê xwe biparêzin.

Herwaha Tacawa pirtûkxaneyeke heye ku 6 hezar pirtûk têde ne û ji aliyê saziyên sivîl hatine damezirandin, ev û çend taybetmendiyên din bûne sedem ku ew gund bibe gundeke geştyarî.

Tacawa di demên borî de navenda muzîkê ya navçeyê bû û gelek kesên musîkjen û stranbêjên cûda lê peyda bûne. Ev helbestvanên Kurd ên ku li navçeyê mane, wateya giringiya hunerê ye li wê navçeyê. Di demên borî de hunermendên Tacawa li deverên din ên Kurdistanê kesên naskirî bûn, di piraniya merasîmên wê demê de beşdar dibûn. Merasîmên weke "Şahî û Cejna Tirî" û çend merasîmên din ku hatine jibîrkirin, derfetek bûn ku wê demê gelek hunermendan dixwestin xwe nîşan bidin. Niha mixabin muzîka Tacawa hatiye jibîrkirin.

Piraniya xelkê Tacawa karê çandinî û ajeldariyê dikin. Herweha heta salên 80ê yên rojî bêhtir ji 100 tewn li wî gundî çalak bûn, ku li gor nexşeya xwecihî ya navçeyê wan feriş berhem anîne. Lê niha ji wan 100 tewnan kêmî 100 tewnan heye û ferşên nû li gorî nexşeyên biyanî li bajarê "Tewrêzê" ve hatine û nexşeyên xwecihî nemane. Herweha berhemên din ên destî li wî gundî ji nav çûne.

Ajeldarî li gundê Tacawa bilez ji nav dice, heta cihê ku di sala 86 heta 88 a rojî de zêdeyî 6 hezar seriyên ajelan hebû niha kêmtir ji 800 seriyên ajelan hene. Rêjeyeke kêm a şêniyên wî gundî bi riya ajeldarê û cotkariyê debara jiyana xwe dabîn dikin. Berhemê sereke yê wî gundî genim û ceh e. herweha Tirî, nok, bahîv, sêv, xox û nîsk ji berhemên din ên wî gundî ne.

Xelkê wî gundê Kurdistanî, tevî ajeldarî û cotkariyê, bo karkeriyê, weke xelkê bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê berê xwe didin bajarên din ên Îranê yên wekî Îsfahan û Tehranê. 

Gundê Tacawa derfeteke din ê turîstî heye, Karwanseraya Tacawa ji karwanserayên herî taybet ên Kurdistan û Îranê ye.

Kerwanseraya Tacawa

Ev kerwanseraye sala 1376 a rojî û bi hejmara 1872 weke mîrateke nîştimanî ya Îranê hatiye tomarkirin. Di hemû dîroka Kurdistan û Îranê de Karwansera xwedî roleke giring bûn. Bi dirêjahiya dîrokê hin kes hebûn ku bo debara jiyana xwe û parastina ajelên xwe sûd ji wan karwanserayan wergirtiye ku berî niha bi "Ribat" dihate naskirin.

Çanda avakirin Karwanserayê çi berî Îsamê û çi piştî Îslamê li Îranê hebû, piştî Îslamê gelek karwanserayên balkêş li Îranê hatine avakirin. Karwanseraya Tacawa yek ji wan karwanserayane ku piştî Îslamê di serdema Sefewiyan de û bi fermana "Banû Cîhan Qacar" ku neviya "Fethelî Şah" û "Hacî Mîrza Elî Neqî Kewserî Hemedanî" li gundê Tacawa hat avakirin.

Ev karwansera li Navenda Gund e, Karwanseraya Tacawa di esla xwe de "Ribat" bû û berovajî karwanserayên din ên Îranê ku nexşeyeke Lakêşeyî hebûn, vê karwanserayê nexşeyeke Bazneyî heye.

Ev nexşe di nav karwanserayên Îranê de gelek taybet e û li rojavayê Îranê yek ji karwanserayên giring tê hejmarkirin

Deriyê vê karwanserayê li mile Rojhilate û dîmeneke serdemî û modern û rêyeke ku diçe naw hucre û tewêleyan. Li pêşiya karwanserayê 26 hucre hene û herweha hewşa wê jî bi kevir hatiye çêkirin û du bîrên avê têde hene, û xiştên sor û sarinc têde hatine bikaranîn

Di sala 1388ê de biryara nûjenkirina karwanseraya Tacawa hat dan, li gorî lêkolîn û rûberê karwanserayê, pêdivî bi budceyeke zêde hebû, lê hikûmeta Îranê 70 milyon tumen budce jêre danî, ji ber kêmbûna budceyê tenê hin xiştên derve yên wê karwanserayê hatin nûjenkirin

KURDŞOP
763 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!