Kaniya Çiyayê Zenbîl a Urmiyê ji bo hin nexwaşiyan dibe derman

Ava ku ji kaniyê derdikeve, bi gazên ku bi awayekî zelalî xuya dibin, ji kaniyê diherike. Li gorî şêniyên herêmê, ava kaniya zenbîl, ji bo dermankirina movikan û pirsgirêkên çerm pir bi bandore.

Şadî

Kurdshop – Li Eyaleta Azerbaycan a Rojava ango parêzgeha Urmiyê çend kaniyên xwedî taybetmendiyên avên şifayî yan jî dermanî hene, ku yek ji wan  kaniyên ava madenê yên xwedî taybetmendiyên gelekî dermanî, kaniya ava madenê ya Çiyayê Zenbîl e. Ev çiyayê ku bi zanbîl Daxî tê naskirin, li derdora Gola Urmiyê û li herêma navçeya Gundê Nazlû Çay û li nêzîkî gundê Sepirxanê ye.

Beriya ziwabûna Gola Urmiyê, mesafeya çiyayê zenbîl, ber bi qiraxa golê ve bi qasî kîlometreyekê bû. Dûrahiya bajarê Urmiyê jî bi qasî 35 kîlometreyan e.

Li wê deverê gelek kaniyên avê hene ku xwedî gelek taybetmendiyên şifayî û dermanî ne. Yek ji wan kaniyan jî ku li quntara rojhilat a Çiyayê Zenbîl û nêzî gundê Sepirxanê ye ku  weke kaniya Zenbîl tê naskirin. Xwecihiyên wê herêmê dora kaniyê bi keviran dorpêç kirine ango kevir kirine. Li ser keviran jî şopên toza hesinî têne dîtin. Herwiha kanî goleke dorhêl-grover tê dîtin ku bi rengekî xwaşik bi keviran hatiye dorpêç kirin. Dorkenara wê gola girover bi qasî du metreyan e û kûrahiya wê di navbera bîst û bîst û pênc santîman de ye. Kanî di nîvê vê golê de dizê û ava wê xwedî germahiya şîrtêne û tişta balkêş ew e ku di tevahiya salê de germahiya avê ya kaniyê qet naguhere û weke xwe dimîne.

Ava ku ji kaniyê derdikeve, bi gazên ku bi awayekî zelalî xuya dibin, ji kaniyê diherike. Li gorî şêniyên herêmê, ava kaniya zenbîl, ji bo dermankirina movikan û pirsgirêkên çerm pir bi bandore. Di ava wê kaniyê de rêjeyeke zêde ya sodyûm, magnezyûm, hesin û bîkarbonatên lulfat hene ku mirov bi zelalî dikare şopên ku li ser depozîta  kaniyê de heyî bibîne.

Derketina ava kaniya zenbîl ji ber hişkesaliyên vê dawiyê gelekî kêm bibû lê belê  tê gotin bi awayekî giştî, di her saniyeyekî de  bi qasî 10 lître av ji kaniyê derdikeve. Di heftê metre dûrî wê kaniyê, kaniyeke din heye ku ava wê kêmtire, lê li gorî pisporan çavkaniya wê li gel kaniya zenbîl yeke,  tenê cihê derketina wan ya di erdê de cuda ye. Herwiha germahiya derketina ava van herdû kaniyan jî weke hevin.  Nêzîkbûna kaniya zenbîl a ji bo gola Urmiyê buye sedem ku geştiyar jî ji vê kaniya xwezayî sûdê werbigrin.

KURDŞOP
729 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!