KOFÎRAZ - Pêxikên, Pixêrikên Periyan ên Elbak a Wanê

Eger hûn rojekê bixwazin ji bo gerê û kifşkirina li bajarê Wanê, mereqa xwezaya wê jî bibin û biçin.Hûn ku çûn berê xwe bidine navçeya Elbakê(Başkale), biçin li gundê Taxikê(Yavuzlar). Gundê Taxikê Li ser rêya Wan-Elbakê 33 km ji dûrî Elbakê ye

Nuran Koyuncu

Eger hûn rojekê bixwazin ji bo gerê û kifşkirina li bajarê Wanê, mereqa xwezaya wê jî bibin û biçin.Hûn ku çûn berê xwe bidine navçeya Elbakê(Başkale), biçin li gundê Taxikê(Yavuzlar). Gundê Taxikê Li ser rêya Wan-Elbakê 33 km ji dûrî Elbakê ye. Gava dikevî li nav gund çawa çavên xwe bilind bikî tu yê rastî wan bibî  dê wek xemlên kofiya bukeka ciwan xwe nişanî te bidin. Ger  mirov bi şevan bibîne yê jê bitirsê lê  bi rojê bîbîne yê bi matmayî û bi heyranî lê binere. Kofîraz xemla wî gundî ye. Berê kêm geştyaran ew der dizani bû. Niha bi saya tora civakî her sal bi sedan geştyar tên li vir bi heyranî digerin û diçin. Eger cihên lê qonax danînê hebûya dibe ku dê bi çend rojan bimana, gundiyan debara xwe bi vî awayî jî bikiran. Lê hêj pergaleka wisa tune ye.

Gundî û xelkên derdorê du nav li vê devera balkêş kirine.Yek ji wan;çima ku hinek ecêb e, wek pixerikên dûkeşan ji erdê bilindî hewayê dibin gotine pêxik(pixêrik-ziravik-tujik).Ya din jî “Kofîraz” e. Ev nav du peyvan pêk tê; yek “kofî”, ya din“raz”e. An  tev ji dûr ve wek kofîyeka bixeml xuya dike an jî hema wek kofiyekê xuya dike ev nav lê kirine. Lê ev kofîya xwazayî sirrekê li ser mirovan dihêle. Lewma peyva “raz”ê jî  pê ve kirine. Herdu nav jî li nav civakê cî girtiye û heta îro jî têne gotin. Di çanda kurdan de ti tiştek bê bingehîn nehatiye bi nav kirin. Ji ber ku zimanê kurdî zimanekî şaristanî, dewlemend û herî kevnar e. Her çiqas li ser medyayê wek wergera navê kofîrazên Anatolîayayê yên warê Capadokyayê bi nav dikin, dibêjin “Wanadokya”jî, ev nav ne navekî çandî ye, ne jî kurdî ye.

Ez ê bi kurtî qala çêbûna wan bikim dibe hinek  sirra wan jî here.

Kofîraz li gorî jimarê bi 17 hezar pêxîk,li ser gewdeyê hîn pêxikan kevirekî tepelikê, 35 şikeft,12 malên kevirên kolandî û bi çend nefekên dirêj pêk tê. Teva Rûberê wê 55km2 ye. Cihê van tûjikan ji alîyê erdnîgarnasan û erdnasîyan (jeolog) wek jeoparkekê hatiye pejirandin. Lê mîna Capadokyaya li Anatoliyayê bir fermî hêj  nehatiye nasîn.

Gewdeyên pixerîkan kereseyên volkanîk ên piroklastîk (ignimbirit-tuf, lapillî, kîlte) in. Ji encama perritîna erdê derketine li holê. Tepelikên wan bi cûreyek kevirên volkanîk ên trakîandezîtîk in. Li jorê jî hatibû gotin li ser her gewdêyan kevir nîn in. Ji ber wan salên dawiyê ji ber erozyonê  pirraniyên wan xwe bi xwe ketine erdê.

Gelo ew kereste  ji ku hatine çawa li vir berbelav bûne? Ji bo bersiv an bersivên vê pirsê em ê berê bidine Çiyayê Herevirê (Yiğit Dağı). Gelo çima û çawa çêbûna wan bi vî çiyayî ve girêdayi ye.

Çîyayê Herevirê li bakûrê rojhilata Elbakê 30 km ji dûrî Elbakê ye, li nav sinorê Wanê û Selmasa Rojhilata Kurdistanê ye. Sînorê herdu bajaran lûtkeya vî çîyayî re derbas dibe. Herevir çiyayekî volkanîk e. Ji aliyê erdnasîyê ve li gorî pêkhatina çiyayan ev çiya di beşa çîyayên agirî (volkanîk) de, di nav çiyayên stratovolkanan(tewqtewqî) de ye. Dirûv û tîpa wî wek çiyayê Agirî ye. Ango binî berfireh û serê wî tûj e. Dem bi dem bi derketina alavên asîdîk û bazîk ve, ji piştî sarbûna wan ve hêdî hêdî qat bi qat bilind bûye, bûye çiyayek. Bilindayîya wî 3468 metre ye û rûbera wî jî 225 km2 ye. Pêkhatina li Herevirê  bi dema plîyosenê( 5.32-1.81 mîlyon sal berê/msb) dest pê dike û heta dema pleîstosenê(1.81-0.01 mîlyon sal berê/msb) jî berdewam dike. Pêderxistina temenê wî li gorî temenê kereseyên  ku li ser rêya alavên magmayê bi pijikandinê derketinê tê kirin. Vê zanînê jî di hundurê keviran de li gorî bermayiya C14 (dereceya germî) yê tê derdixin. Dema çêbûna Çiyayê Herevirê berîya derketina alavan ku ji magmayê tên; keresên li ser rêya wan ji zexta gazan hilpelikine li rûyê erdê di heman demê de belayî li der û doran bûne. Bi dûmahîka vê pijikandinê materyalên ku cara yekem derketine, pîroklastîk (kîlte, tuf, îgnîmbîrît, lapillî)in. Ew kereseyan bi hezar salan hêdî hêdî ji ber erozyona şaxên Çemê Zê, ba û baranê hatine dirûvandin. Ev pêvajo di heman demê de pêkhatina pêxîkên perîyan e. Hîn bi ba û baranê dîsa tên diruvandin. Heta tav hebe û roj hilê jî dê bibe.

_________________________________

SAĞLAM SELÇUK Azad, ZORER. 2017 .Halil Başkale Bölgesi’nin (Van) Jeolojik ve Jeomorfolojik Öğeleri. Geological Bulletin of Turkey Cilt 60, Sayı 1, Ocak 2017 Volume 60, Issue 1, January

kîlte:cure ax/ xwelî ye,rehendên wê pir piçûk in.

lapîllî:Bi pijakandina lavan ve perçeyên ji lavan qetiyane, pijikîne li hewayê sarbûne bûne kevirên piçûk .

ignimbirît:cure kevirekî piroklastîk e.Bi kiltên hurik ve çêbûne.Li nav kîlteyan de hîn kevirên belûr jî tên dîtin.

tuf:Xweliya di dema pijikandina volkanan  de ya li ser rêya lavan e.Bi pijikî derdikeve li ser erdê û bi ser hev berhev dibe.

TÜRKECAN Ahmet.2017.İran Sınırında Bir Volkan - Yiğit Dağı .MTA Doğal Kaynaklar ve Ekonomi Bülteni(2017) 23: 77-86

KURDŞOP
745 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!