Şadî
Kurdshop – Ger hûn dixwazin rêwîtiyeke xweş bikin û di rêwîtiya we de dîtina cîhekî xwezayî hebe, şikefta efsûnî ya Seholan ew cîh bixwe ye ku hûn dixwazin.
Hindek agahiyên balkêş yên di derbarê şikefta efsûnî ya Seholanê de:
Seholan yek ji şikeftên herî balkêş û bêhempa ye, ku nav û nîşaneya wê li Rojhilatê Kurdistanê, ser bi Parêzgeha Urmiyê ye. Ev şikeft li bajarê mahabatê ye û 43 kîlometreyan dikeve başûrê rojhilatê bajêr, di navbera Mahabad-Bukanê ye.
Şikefta Seholan, li kêleka gundê Seholanê ye, ji ber wê jî, jê re Seholan tê gotin. Herwaha ev navekî kurdî ye. Di zimanê kurdî de jî ev herêm tê wateya " Sehol " ango tê wateya cemed an jî qeşayê. Ji bilî vî navî, xwecihiyên li herêmê ji ber hêlîn û jiyana kotre û kevokan a li şikeftê bi navê "Kune Kotir" ango "hêlîna kevokan" tê naskirin. Kune kotir, ji bo beşa avî ya şikeftê tê gotin û ji bo beşa wê ya bi axê jî "Kune Malan" tê bikaranîn. "Malan" jî tê wateya stargehê.
Şikeft cîhanên ne naskirî û di dilê çiyan de û di rûyê erdê de ne ku, di destpêkê de mirov nizane ka çi bedewiyên ecêb di nava xwe de heye, lê tenê gav avêtina nava wan bes e. Seholan di heman demê de yek ji şikeftên herî bêhempa û şikefta duyemîn a avê ya Îranê ye ku vedigere serdema duyemîn a jeolojîk Kretasî û îro jî weke yek ji cihên herî zêde mêvandariya geştiyaran dike, tê zanîn.
Kuncik û goşeyên vê şikefta ku kevirê wê pûkin, tijî dîmenên gelek balkêşin ku çavên mirov ji ber xemla xwe heyîrî dihêle.
Lê belê yek ji kêf û şahiyên herî bi kelecan ên vê şikeftê, raftînga li nava gol û gomên avê, ku bi awirekî mirov dikare sirrên wê yên hundirîn keşif bikin, ji ber ku gol bi avên zelal û saf ên ku di heta çend metreyan mirov dikare bi zelalî nav avê de çi heye bibîne. Ji vê golê heta wê golê, bi qayîqa çûyîn û di korîdorên Seholanê re derbas bûyîn, guhdarîkirina dengên efsûnî yên şikeftê hemû bîranînên mirov yên di serdana vî cihî de watedar dike.
Du derîyên Seholanê hene, yek 178 û ya din 107 derenceyên wan hene, ku di deriyekî ve dikevî hundir û ji ya din de jî derdikevî. Bi derbasbûna ji van derenceyan re mirov diçe kûrahiya 30 metreyî, ku bêguman dema mirov nêzîkî kûrahiya erd û zemîna şikeftê dibe, zexta hewayê zêde dibe û oksîjen jî kêm dibe û nem digihêje ji sedî 78'an. Şikeft ji du beşan pêk tê: Av û zevî, ku hem cihê şikeftvanane, hem jî bi sê gol û hewz û goman pêktê, ku mirov li qayîxan siwar bibe û di hin astengên avê re dikare derbas bibe.
Kûrahiya golê 15 metre ye û cihê wê yê herî kûr digehe 65 metre yê. Ferqa germê ya di navbera şikeftê û derveyî şikeftê de 10 heta 15 derece ye ku havîn û zivistanê di navbera 10°C û 13°C de diguhere. Nema şikeftê di navbera ji sedî 70 û 80 de ye, ev jî ji ber nema zêde ya kevza bi rengên kesk û qehweyî yên li ser kevir û zinaran e.
Derbarê taybetmendiyên vê şikefta bêhempa de agahiyên din jî ev in:
Tê gotin ku 1000 sal beriya zayînê jî mirovan di vê şikeftê de jiyan kirine.
Qada ku hatiye kifş kirin: Nêzîkî du hektaran e.
Dirêjahiya rêya avê ya hatiye kifş kirin: 300 metre ye.
Dirêjahiya rêya bejahî ya hatiye kifş kirin: 300 metre.
Mezinahiya salona sereke : 58 metre heta 42 metre.
Bilindahiya banê şikeftê : 50 metre.
Ajalên ku di vê şikeftê de dijîn: Kevok ango kotir, şevşevok(çeqçeqole) û ajalên biçûk yên ku di nava avê de dijîn.
Kevok xwedî gelek çal û bîrên hêlîn û jiyanê ne û li Seholanê dijîn û li cihên cuda yên şikeftê jî koxên hêlînan çêkirine. Ji ber tarîtî û nebûna ronahiyê, di ava Gola Seholanê de kevz şîn nabin û tenê zîndewerên mîkroskopîk hene.
Şikefta Seholanê çawa hat kifş kirin?
Şikefta Seholan a li Rojhilatê Kurdistanê tê gotin ku xwedî dîrokekî 70 milyon salî ye û cara yekem sed sal bîr naha lêkolîn li ser hatine kirin. Ava şikefta Seholan pir zelal û paqije û hin cîha kûrayiya wê digehe heta 65 metreyan.
Dîroka dîtina şikeftê nediyare, ji ber li ser destê gelek gundan hatiye avadanî kirin û xelkê berdewam wekî penageh û cîhekî ji bo nêçîrê sûd jê wergirtiye. Bi awayekî fermî geştyarê Fransî yê bi nave Jacques Demergan di salên 1892 heta 1896ê zayînî li gel xelkê gundê Seholan dest bi çêkirina belem û qayîxê kirine û bi wî awayî di ava nav şikeftê re derbas bûne û piştre jî nexşeyek li ser wê şikeftê kêşaye ku sedî 60ê wê nexşeyê nêzîkî rastiya roja me ya îro ye. Piştî wê di dema şerê cîhanê yê duyemîn de, şandeke Îngilîz û lêkolînvanên Îranê di sala 1996’an ew xebat dewam kirin.
Şikefta ku ji sala 2000'î û vir ve mêvandariya geştyar ango tûrîstan dike, di lîsteya Mîrateya Xwezayî û Neteweyî ya Îranê de hatiye tomar kirin û yek ji herêmên parastî yên saziya Hawirdorê ye.