Kurdên Kurmanc li Îranê 

Li Îranê, Kurdên Kurmanc piranî, li herêmên Xurasan (Xorasana bakûr, Xorasana Rezewî) û bakûrê Parêzgeha Urmiyê djîn. Lêbelê gelek Kurdên Kurmanc jî hene ku koçberî seranserê Îranê bûne û li gund, bajar û bajarokan niştecih bûne

Kurdshop – Kurmanc ew Kurd in ku bi zaravayê Kurmancî diaxivin û piraniya Kurdên dinyayê jî Kurdên Kurmanc in. Li Îranê, Kurdên Kurmanc piranî, li herêmên Xurasan (Xorasana bakûr, Xorasana Rezewî) û bakûrê Parêzgeha Urmiyê djîn. Lêbelê gelek Kurdên Kurmanc jî hene ku koçberî seranserê Îranê bûne û li gund, bajar û bajarokan niştecih bûne.

-Herêma Xorasanê

Herêma Xorasanê li bakûrê rojhilatê Îranê ye. Herêma ku ji sînorê Îran-Turkemenistanê heta tixûbê Îran-Efxanîstanê digre ber xwe. Hejmara Kurdên Xorasanê ne diyar e. Kurd li bakûrê Xorasanê ji sînorê Îran-Efxanîstanê bigre heta behra Kesk û Gîlanê belav bûne. Kurdên Kurmanc li van bajaran dijîn:

Kelatê Nadirî, Çinaran, Deregez, Qoçan, Nîşabûr, Isferayîn, Şîrwan, Oxaz, Bucnûrd, Aşxane û ...hwd.

 Tê gotin ku li navenda Parêzgeha Xorasanê, bajarê Meşhedê gelek Kurdên Kurmanc dijîn.

Parêzgeha Urmiyê

Parêzgeha Niştecihên parêzgeha Urmiyê Kurd û Azerî ne. Kurdên vê eyaletê Kurmanc û Soran in. Li başûr Soran û li bakur jî Kurmanc niştecihin.

Li parêzgeha Urmiyê 16 bajar (şaristan) hene. Bajarên vê eyaletê ev in:

Urmiye

Niştecihên Urmiyê Azerî, Kurd, Ermen û Aşûrî ne.

 2. Bokan 3. Pîranşar 4. Serdeşt 5. Mihabad 6. Şino (Oşnewiye).

Ev bajar li başûrê eyaletê ne ku piranya niştecihên wan Kurdên Soran in.

7. Miyanduab 8. Nexede 9. Şahîndij 10. Tikab

Ev bajar jî li başûrê eyaletê ne ku niştecihên wan Azerî û Kurdên Soran in.

11. Makû 12. Xoy 13. Selmas 14. Poldeşt 15. Şot 16. Çaldiran.

Ev bajar jî li bakurê eyaletê ne ku niştecihên wan Azerî û Kurdên Kurmanc in.

Kurdên Kurmanc tenê li van bajar û navçeyên derdora wan dijîn, helbet hinek Kurmancên Zaxoranlû (ze'feranlû) jî li bajarê Şahîndêjê dijîn.

Bajarê Urmiyê

Urmiye navenda parêzgeha Urmiyê ya Îranê bajarekî kevnar û qedîmî ye. Li ser nav û dîroka wê, geşitiyar, lêkolîner û nivîskaran gelek pirtûk nivîsîne.

Urmiye di serdema kevin de bajarekî girîng yê welatê Medan bûye ku navê wê di gelek berhemên kevnar û dîrokî de hatiye. Bi zimanê Suryaniyan “Urmiya”, bi zimanê Parsan “Urumî û Urmiye”, bi zimanê 'ereban “Urumiye”, bi zimanê Azeriyan “Urmu” û bi Kurdî jî dibêjnê “Urmiye, Urmî û Wirmê”. Hinek zana û lêkolînerên Îranî (Fars, Kurd û Azerî) û biyanî didin diyarkirin ku Urmiye ji du peyvên aramî; “ûr” bi wateya “bajar, an jî şar û “miye” jî bi wateya “avê”ye. Yanî wateya peyva Urmiyê “bajarê avê”ye. Hinek jî Urmiyê peyveke kildanî dizanin û dibêjn; Ûr tê wateya “nêzîk” û “miye” jî “derya” ye û di serdemên kevin de jê re bajarê “nêzî deryayê” jî hatiye gotin. Hinek çavkanî jî navê wê bi “xuromê” bi wateya “roj” û “mêe“ jî bi wateya meh an jî mang şirove dikin. 

Di hinek jêderan da jî navê kevnar yê Urmiyê wek Çîçêst hatiye ku piştre Asûryan ev kirin “Urmiya”. Çîçêst peyveke avêstayî ye û bi wateya spî û biriqî ye. Bajarê Urmiyê 5 navçe û 460 gundan digre ber xwe. Kurdên  Urmiyê ji eşîrên: Şikak, Herkî, Begzade, Moqirî, Şemsikî û…hwd pêk tên.

Bajarê Selmasê/dîleman

Bajarê Selmasê li bakura parêzgeha Urmiyê ye. Bajarê Selmasê ji heşt herêmên Kinarberoj, Çarî, Şinetal, Gerdiyan, Şipîran, Koresunî, Lekistan û navendê pêk tê. Selmas gelek caran di encama şerê di navbera Îranê û welatê Romê, 'Usmanî û Ûrisan de hatiye şewitandin, çimkû nêzî wan welatan bûye. Di dema şerê împaratoriyên Sefewî û 'Usmanî de bajarê Selmasê gelek xisar dît û li gorî gelek pirtûkan, ew bajar bi tevahî ji hêla 'Usmaniyan ve hatiye xirabkirin û şewitandin û niştecihên Selmasê ber bi bajarên Urmiyê û Xoyê ve revîne û li wan deran niştecih bûne. Di sala 1920î de, 'erdhejeke gelek mezin li vî bajarî qewimiye û xisarek gelek mezin gihandiye bajêr. Li vê herêmê Azerî û Kurd bi hev re dijîn.

Bajarê Poldeştê (Pûldeşt)

Poldeşt yek ji bajarên bakurî yên Urmiyê ye û heta çend salan berî niha bajarok û girêdayî bajarê Makûyê bû, lê ev çend sal in bûye bajar û ji Makûyê veqetiyaye. Navê qedîm ê vî bajarî 'Erebler yan 'Ereblû bûye. Poldeşt kêleka çemê Erez e û li ser xeta sînorê di navbera Îranê û Komara Xweseriya Nexciwan a Komara Azerbaycanê de ye. Ev bajar ji bajarên din gerimtir e û deşt û gundên wê aranê  ajalvan û pezdarên êl û 'eşîrên Kurdên vê navçeyê bûne. 'Eşîrên Celalî û Mîlan demsalên sar û hênik li vê deverê dimînin û dema çûyîna zozana diçine çiyayên Makû û Qeleniyê (Çaldiranê). Li herêma Poldeştê 165 gund hene. Niştecihên vê navçeyê û bajarê Poldeştê Azerî û Kurd in. Kurdên wê ji êl û 'eşîrên Celalî û Mîlan in.

Bajarê Şotê

Bajarokê Şotê di sala 2008an de bûye şar. Şot bajerekî girêdayî parêzgeha Urmiyê ye. Ew bajar xwediyê dîrokeke gelek kevnar û dûr û dirêj e, û niştecihên wê yên yekemîn Ermenî bûne, lê niha Ermenî li wî bajarî nemane. Akinciyên wî bajarî Azerî û Kurd in. Li hin çavkaniyên dîrokî hatiye nivîsîn ku navê wî bajarî Aşût bûye û di serdema Şahê Îranê de navê bajêr danîne Şahabad. Lê piştî guherîna deshilatê li Îranê navê wî bajarî guhertin û kirine Şot. Dibêjn Şot navê qehremanekî Ermenî ye û navê bajêr jî hema ji navê wî qehremanî wergirtine.

Kurdên bajarê Şotê û derdora wê bi Kurdiya Kurmancî devoka Bazîdî diaxivin. Kurdên wê herêmê piranî ser bi 'eşîrên Celalî û Mîlan in.

Bajarê Makûyê

Makû/Mekî yan jî Kelha Makûyê bajarekî kevnar e û dikeve bakurê rojavayê Îranê û başûrê bajarê Urmiyê. Di navbera kelha "Qeye" û çiyayê "Sibîd" de ye. Dîroknas dibêjn ku dîroka vî bajarî heya serdema Ûrartûyan diçe. Hin lêkolîner jî di navbera Makû û Bazirganê (navçeya Makû, li hemberî deriyê sînoriyê Gurbulaxê ye) de li ser gelek beran nivîsên bizmarî dîtine û dibêjn dîroka vî bajarî heya Sumeriyan jî diçe. Kurdên Makûyê jî piranî ser bi 'eşîrên Celalî û Mîlan in.

Bajarê Çayparê

Çaypare ketiye bakurê bajarê Xoyê û deşteke fireh e. Pêş hatina Îslamê navê vê herêmê Çors bûye. Paşê bi navê Qereziyadîn hatiye naskirin lê, çend salan berî niha navê vî bajarî guhertin û danîn Çaypare. Niştecihên vî bajarî Kurd û Azerî ne. Yek ji 'eşîrên ku li vê deverê djîn 'eşîra Mîlan e.

Bajarê Çaldiranê

Çaldiran yek ji bajarên parêzgeha Urmiyê ye. Nişteciyên vî bajarî Kurd û Azerî ne. Kurdên qeleniyê (Çaldiranê) bi zaravayê Kurmancî diaxivin û ji 'eşîrên Celalî û Mîlan in.

Bajarê Çaldiranê zêdetir çimkû şerê di navbera Şah Îsma'îlê Sefewî û Soltan Selîmê Osmanî li hawîna sala 893an li wir qewimî, binavûdeng e.

Bajarê Xoyê

Xoy an jî Kelha Xwê  bajarek e ku dikeve nava parêzgeha urmiyê. Xoy duyemîn bajarê parêzgeha Urmiyê ye. Hinek dibêjn: Eslê navê bajêr ji peyva Kurdî a “xwê” tê.  Niştecihên navendê bi piranî Azerî ne, lêbelê Kurd jî li vî bajarî hene. Kurdên Xoyê ji du eşîrên Memikî û Kuresinî ne. 35 gundên wan hene ku gişt ketine geliyê kotolê. Kuresinî jî du beş in ku pişkek ji wan bi zimanê Tirkiya Azerî û pişkeke wan jî bi zimanê Kurdî (zaravayê Kurmancî) diaxivin.

KURDŞOP
1056 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!